Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Reşnivîsa destûra nû berdewamiya hişmendiya Baasê ye’‘

23/03/2025
in JIN
A A
Reşnivîsa destûra nû berdewamiya hişmendiya Baasê ye’‘
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo daxwaz kirin ku reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê bê guhertin, li şûna wê destûreke azad û demokrat ku hemû pêkhateyên Sûriyê bihewîne, bê nivîsand.

Di 13`ê meha Adara 2025`an de Komîteya Destûrî ya Sûriyê ku ji aliyê desthlatdariya Şamê ve hatine erkdarkirin,  reşnivîsa destûra qonaxa demkî radestî Serokkomarê Sûriyeyê kir, reşnivîs bi tundî ji hêla piraniya pêkhateyên Sûriyê hate red kirin ji ber ku bi yek rengî hatiye nivîsandin û pêkhateyên dîtir paşguh dike, mafê gelê kurd bi giştî hate dûrxistin vê yekê hişt ku gelê kurd di riya daxuyaniyên fermî helwesta xwe ya neqebûlkirinê diyar bike, herwiha li gel vê yekê bi hezaran gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê “Bakur û Rojhilatê Sûriyê” protesto kirin û reşnivî şermezar kirin.

Di reşnivîsê de navê dewleta Sûriyeyê wekî “Komara Erebî ya Sûriyeyê” dê bimîne û ti guherîn lê nayê kirin. Di reşnivîsa destûrê de hatiye destnîşankirin ku Îslam jêdera sereke ya yasayê li Sûriyeyê ye, zimanê erebî yê fermî ye û zimanê pêkhateyên din hatin dûrxistin.

Li gorî daxuyaniya komîteyê, di qonaxa destûrî ya nû de, desthilat dê di navbera parlamento û serokkomariyê de were parvekirin. Parlamentoy dê desthelata yasayî bike lê desthelata cîbicîkar jî di destê serokkomar de be.

ENKS`ê eşkere kir ku Erebî weke zimanê fermî yê welat hatiye destnîşankirin û behsa Kurdî û Suryanî nehatiye kirin.

Di heman çarçoveyê de jinên bajarê Qamişlo jî reşnivîsa destûra Sûriyê ya nû red kirin.

‘Divê destûreke demokrat were avakirin’

Jina bi navê Şêrîn Bîlal ji bajarê Efrînê ye niha li Qamişlo jiyan dike, diyar kir ku ew destûra ku pêkhateyên dîtir paşguh dike qebûl nake, daxwaz kir ku gelê kurd mafê xwe bidest bixe di nava destûra nû de û wiha got: “Divê destûrekeazad û demokrat were avakirin, em ê derkevin kolanan heta bidestxistina mafê xwe û pêkhateyên din, na ji Sûriya navendî, erê ji Sûriyeke ne navendî, demokratîk pirrengî.”

Şêrîn Bîlal wiha lê zêde kir: “Piştî salên dirêj ji zilmê weke gelê kurd û Sûrî em li bende bûn ku destûreke bi edaletî were avakirin, tê de hemû ol û etnîkên heyî di Sûriyê de cihê xwe bigrin bêyî paşguhkirina hebûna wan.”

‘Destûreke bi yek rengî nayê qebûl kirin’

Çalakvana femînîst Şemis Enter jî daxwaz kir ku reşnivîsa destûra nû bê guhertin û wiha berdewam kir: “Ev reşnivîs cihê mixabiniyê ye ji bo tevahiya pêkhateyan, weke gelê kurd duyemîn di dewleta Sûriyê de cih digrin tu maf ji me re nehatiye diyar kirin. Destûra ku hate raghandin berdewamiya zihniyeta rêjîma Baas e, 14 sal me şoreş li dar xist ne ji bo em vegerin xala destpêkê. Em bi hêvî ne ku dengê me bighêje desthilata Şamê bi taybet di nava kolana Sûriyê de, reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê bê guhertin û mafê pêkhateyan bê diyar kirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.