Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Netewî ya jinên kurd wê bibe bingeha Sûriyeke demokratîk

22/03/2025
in JIN
A A
Konferansa Netewî ya jinên kurd wê bibe bingeha Sûriyeke demokratîk
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di bin dirûşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî Ya Kurd Misoger Dibe” wê di 23’ê Aderê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo Konferansa Netewî ya jinên kurd bê lidarxistin.

Di 23’ê Adarê de wê Konferansa Neteweyî ya jinên Kurd di bin dirûşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî Ya Kurd Misoger Dibe” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo di seat 9:30 de bê lidarxistin. Konferan dê rojekê dewam bike û bi encamameyekê bi dawî bibe.

Derbarê Konferansa Netewî ya jinên Kurd de, Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ku endama komîteya amadekar a Konferansa Netewî ya jinên kurde Sema Begdaş ji rojnameya me re axivî.

Sema Begdaş diyar kir ku ev demeke amadekarî ji bo Konferansa Netewî ya jinên kurd tê kirin û wiha got: “Demeke em amadekariyê konferansê netewî yên jinên kurd dikin. Ji ber em hemû dizanin piştî geşedanên ku li Sûriyê çê bûn, herwiha hazirkirinê konferansê netewî yê Rojavayê Kurdistanê jî wek jin jî kete nava kar û xebatan de, ji ber em dizanin berî niha jî jin pêşengtiya yekîtiya netewiya kiriye, lidarxistina Konferansê Kurdistanî yê netewî yê jin beriya niha li Amedê hate lidarxistin, li Hewlêrê yê 2’yemîn hate lidarxistin. Îro careke din di Rojavayê Kurdistanê de  jin pêşengtiya yekîtiya netewî dike ku ev konferans bê çêkirin, da ku bibe bi bingehek ji bo konferansê giştî jî. Ji ber vê yekê ev demek komîteya amadekar ji partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û Kongra Star a ku kar û xebatê hazkirina vê konfransa netewî dike. Ev konferans jî bi armancê ku jinên kurd di pêşeroja Sûrî de, ji bo qezenckirina maf û destkeftiyên xwe, ji ber em dizanin îro jina kurd pêşengtî kir, gelek pîvan û perensîbên me yên bingehîn di Sûriyê de pêwîst e çibin, ev konferans li ser vê bingehê kar û xebat jêr tê kirin.”

‘Hewldana beşdariya 300 jinan ji bo konferansê netewî yê jinên kurd’

Sema Begdaş eşkere kir ku ew hewil didin nêzî 300 jinan tevlî konferansê bikin û wiha got: “Ji bo konferansê em hewil didin bi tevlîbûna nêzî 300 jinan konferan bê lidarxistin ku ew jî jinên partiyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe ku di hemû aliyê saziyê jin ên kurd de beşdarî çê bibe. Herwiha xalên sereke yên konferansê bêgumam li gorî şêwaz vekirina wê ye, nirxandina rewşa siyasî ya ku îro Sûrî tê de derbas dibe, herwiha rewşa jin di Sûrî de çi ye. Ya din jî weke pîvan û perensîbên jinên kurd di konferansa netewî de weke belgakê hatiye amadekirin di çend xalên sereke de, mîna pîvan, perensîb, sîstemên me yên hevserokatî, hêzên parastina YPJ’ê, di heman demê de netewa demokratîke û gelek pîvan û perensîbên jin kurd ên ku gerek em li ser wê têkoşîn bikin, da ku em karibin van destkeftiyan biparêzib. Di vê çarçoveyê de xwendina hinek belga û erêkirina wan ne, bi vî rengî wê xalên sereke yên konferansê be.“

‘Konferans bibe gavek ku jin bi hevgirtina xwe bingehekî xurt ji bo Sûreke demokratî ava bike’

Sema Begdaş axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoya ku îro giştî  Sûriyê tê re derbas dibe, pêwîstî bi hevgirtin û yekîtîyê di navbera kurd û kurdan de, kurd û ereban de, di navbera hemû gelên Sûriyê de heye ku îro rastî em bibin xwedî yek helwest li beramberî tiştên ku îro li Sûriyê dibe. Bi taybet jî em jin di pêşeroja Sûriyê de, ji ber em dizanin sîstema desthilatdariya îro li Şamê gelekî jin nabîne, têkoşîna jin nabîne, ji bo mafê jin tu carî behs nake, ji ber vê yekê wê ev konferas bandorek xwe bike ku em bêjin îro jinên kurd û berî niha jî konferansê jinên giştî pêkhateyan, piştî wê jî konferansê li ser asta Sûrî çê bibe. Ew jî li ser bingeha yekhelwesta jinên di Sûriyê de ku di pêşeroja Sûriyê de ku çawa karibin mafê xwe qezen bikin, çawa karibin destkeftiyên ku îro me bidest xistine misoger bikin û bêguman jî cîhan giştî şahide li ser pêşengtiya jina kurd di vê şoreşê de û avakirina destkeftiyan de. Ev konferan jî wê bibe gavek ku jin bi yekîtî û hevgitina  xwe bibe bingehekî xurt ji bo avakirina Sûriyek demokratîk û avakirina yekîtiya netewî di Rojavayê Kurdistanê de.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.