Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Kordînasiyona Hîlale Zêrîn ya kantona Qamişlo Bêrîvan Botan diyar kir ku ew bi heyecaneke mezin amedekariya pîrozkirina Newroza 2025`an dikin, herwiha wan ji bo pîrozkirina Newroza îsal stran li ser pêvejoya niha û berxwedaniya QSD`ê amede kirine.
Wekî her sal bi hatina Cejna Newrozê Hîlala Zêrîn ji bo pêşwazîkirina vê roja pîroz, amadekariyan dikin. îsla jî Hîlale Zêrîn bi kelêcanek mezin amadekariyên pîrozkirina Cejina Newrozê dike.
Derbarê amedekariyên Hîlale Zêrîn ji bo pêşewazîkirina Cejina Newroza 2025`an, Kordînasiyona Hîlala Zêrîn ya kantona Qamişlo Bêrîvan Botan ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi ruhê berxwedanê em amdekariyên Cejina Newrozê dikin’
Bêrîvan Botan anî ziman ku Newroza 2025`an bi ruhê berxwedanê ji aliyê hunerî û çandî ve tê amedekirin û wiha got: ” Bi kelecaneke mezin Hîlala Zêrîn amedekariya pîrozkirina Newroza îsal dike. Ji alîkî ve berxwedana şervanan tê kirin, li din jî em bi çand û hunera xwe ya resen berxwedanê li hemberî dijmin didin meşandin. Em weke jin bi moral û heyecaneke mezin tevlî Newroza bi diruşmeya ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e’ dibin, em hewil didin ku dengê jiniên Rojava û bi taybet jinên Hîlala Zêrîn bi tevahiya cîhanê bidin bihîstin. Ev yek bandoreke erînî li ser jinên cîhanê dike, ji ber Hîlala Zêrîn ne tenê di nava xwe de jinên kurd dihewîne, ji hemû pêkhateyan jin cihê xwe di nava Hîlala Zêrîn de digirin.”
Amedekariyên Hîlala Zêrîn ji bo Newroza 2025`an
Bêrîvan Botan da zanîn ku Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo ji Dîrikê heta Amûdê komên wan xwe amededikin ji bo pîrozkirina Newroza îsal û wiha berdewamkir: “Weke tê zanîn stranên ku me amedekirine girêdayî pêvejoya ku em tê de derbas dibin. Bi taybet stranên ku me amedekirin li ser berxwedane QSD`ê ne.Di heman demê de me li ser rewşa herêmê straneke nû li bajarê Kobanê, qeyîtikir, tomarkir û belavkir. Koma Yasina straneke li ser berxwedane QSD`ê çêkirin. Ev berhemên me berî 8`Adarê hatin çêkirin, herwiha ev stran di roja 8`ê Adarê de hatin gotin. Di demên pêş de em hazirtiya stranên nû jî dikin.”
Pêwîst e her kes li huner û çanda xwe xwedî derkeve’
Kordînasiyona Hîlala Zêrîn kantona Qamişlo ya Bêrîvan Botan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji hemû jinan re heye û bi taybet jinên azadîxwaz, herwiha jinên ku dixwazin azad jiyan bikin ku fikir û ramanê Rêber Apo bixwînin. Ji ber Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe mafê jinê bi destxist, ji ber vê yekê pêwîst e her jin fikir û ramanê Rêber Apo bixwîne. Di heman demê de divê her kes li huner û çand xwe xwedî derkeve.”