Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PYD: Piraniya xalên asteng, di civînê de çareser bûn

19/03/2025
in POLÎTÎKA
A A
PYD: Piraniya xalên asteng, di civînê de çareser bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat, Sema Begdaş tekez kir ku mijara şande û belgeya hevbeş a doza kurdî herwiha piraniya xalên asteng di civîna ENKS’ê û PYD’ê de çareser bûn û got, “Wê kongreyeke netewî ji bo hemû partiyên siyasî li dar bikeve.”

Piştî 4 salan ji qutbûna diyaloga kurdî, Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD’ê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî, di 18’ê Adarê de bi amdebûna Fermandarên Giştî ya QSD’ê û hêzên navnetewî civînek li dar ket.

Derbarê civîna ku hat lidarxistin, berdevka Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat, Sema Begdaş ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca civînê parastina deskeftiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû’

Sema Begdaş da zanîn ku armanca civînê ew bû ku yekrêziya kurdî çêbibe û destkeftiyên gelê kurd bên parastin û wiha domand: “Ev pêvajoya ku Rojhilata Navîn, Sûriyê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe girîng e ku gelê kurd bi yeknêrîn, yekhelwestê û yekdengî ji bo çarenûsa xwe, çareserkirina doza kurdî têbikoşin û bibin yek. Bi dirêjahiya dîrokê re heta niha hêzên hegemon û dagirker xwestine gelê kurd parçe bikin, hem jî kurdan bixin qurbaniyên peymanên xwe. Lê îro di vê pêvajoyê de, kurd ne kurdên sedsala 20’an in, lê kurdên sedsala 21’emîn in, ew xwedî proje, têkoşîn, destkeftî û şehîd in. Îro jî dem dixwaze ku  yekrêziyeke kurdî di navbera partiyên kurdî de çêbibe û destkeftiyên kurdî biparêzin. Bi vê armancê jî civîn di navbera PYD’ê û ENKS’ê de hat lidarxistin.”

‘Piraniya xalên asteng, di civînê de çareser bûn’

Sema tekez kir ku mijara şande û belgeya hevbeş a doza kurdî herwiha piraniya xalên asteng di civînê de çareser bûn û wiha axivî: “Ji salên 2020’an ve diyalog hatibû rawistandin, armanca me ya civînê pêk hat. Tişta ku nedihişt hewldanên yekîtiyê çêbibe, hebûna ENKS’ê di Opisiyonê bû, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li dijî nêzbûna partiyên kurdî û yekîtiyê disekinî û qebûl nedikir. Atmosfera civînê gelekî erênî bû, tu xalên asteng di navbera her du aliyan de tune bû û wê ev civîn bibe bingehek ji bo lidarxistina kongreya netewî ya kurdî. Her du aliyan tekez kir li ser girîngiya yekîtiya netewî, avakirina şandeke hevbeş ji bo çûyîna Şamê û belgeyeke hevbeş ji bo yeknerîna hemû aliyên kurdî. Ev belge êdî ji milê herdu aliyan hate qebûlkirin û piraniya mijarên asten ên ku dibûn kelem li pêşiya yekrêziya kurdî rabûn, yek ji van astengiyan girêdana partiyan bi aliyên derve re.”

‘Wê kongreyeke netewî ji bo hemû partiyên siyasî li dar bikeve’

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat, Sema Begdaş eşkere kir ku wê kongreyeke netewî-kurdî bi beşdariya hemû partiyên kurdî bê lidarxistin û wiha rave kir: “Piştî lidarxistina vê civînê wê hin gavên girîng bên avêtin, di serî de wê bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî yên kurdî, were lidarxistin. Herwiha wê saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe û yên xwedî bandor di nava civakê de beşdar bibin. Di wê kongreyê de wê nerîna siyasî were ragihandin, piştre wê li ser vê nerînê nîqaş bên kirin da ku şandeyeke hevbeş bê avakirin. Ev şande jî wê nûnertiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bike, hem jî wê doza gelê kurd û çarenivîsa kurdan bi desthilata Şamê re diyalogê bike.”

Post Views: 147
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.