Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Berxwedana li bendavê berxwedana rûmetê ye’

19/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Berxwedana li bendavê berxwedana rûmetê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Nûçegîhana Rojava TV a kantona Firatê Îvana Misto diyar kir ku heya vê kêliyê dagirkeriya Tirk Bendava Tişrîn û gel dike armanc û wiha got: “Bendava Tişrîn ji bo gelê herêmê bendava rumetê ye û rumeta gel jî ji her tiştî buhatir e.”

Li Bendava Tişrînê berxwedana gel dewam dike, her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Bi taybet li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrişên pir dijwar tên kirin. Wek ku tê zanîn Bendava Tişrîn ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniyek jiyanê ye ku pê ava xwe tînin û jêdera elekitrîkê ye. Gelê Herêmê ji bo ku av û elektrîka xwe biparêzin ev 71 rojin bi kerwanên bajar bajar diçin bendavê û nobet digrin. Di vê çarçoveyê de Nûçegîhana Rojava TV a kantona Firatê Îvana Misto

Îvana Misto di destpêka axaftina xwe de balkişand ser rewşa dawî ya Berxwedna Bendava Tişrîn û wiha got: “Wek tê zanîn ku ev 70`ê roj derbas dibe ji berxwedana benava Tişrîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dide bendavê, bê guman êdî bi navê berxwedana Bendava berxwedanê û Şehîdan tê nasîn. Helbet hebûne gelê herêmê li bendavê ji bo parastina av, elektirîk û axa xwe dikin, wek tê gotin nobeta parastinê. Belê ki kêleka vê nobetê jî dagirkeriya Tirk êrişên xwe bi awayekî bê navber dewam dike, rojan e bendav û gelê ku nobeta parastinê digirin dibin armanc, heta gihîşte asta ku komujî pêk anîn. Lê ruxmî ewqas êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe nobeta parastina bendavê bi coş û hêzekî pir mezin dewam dikin. Tişta ku bala mirov dikşîne û hêz jê digre ew e ku israra gel ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintirin, her wiha gel her di peyamên xwe de dibêjin ku “Çi bibe bila bibe, lê em dest ji bendava xwe bernadin û çi berdêlên giran werin dayîn em hazirin, ji ber ku bendav bûya qubleya me û cihê herî pîroz. Îro xwîna bi dihan zarokên me li ser rijiya ye, ev jî pîroz e ji bo me.”

‘Îradeya gel ji êrişên dagirkeriya Tirk mezintir e’

Îvana Misto da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî diwar li ser bendavê dewam dikin û wiha pê de çû: “Heya vê kêliyê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser bendava tişrînê didomîne, her wiha bi belafirên bê mirov, dironan û çekên giran bendav û gel dike armanc, di nav van êrişên hovane de dagirkeriya Tirk bi sûcên şer gelek komkujiyan pêk tîne, êdî armanca wê ya herî sereke ew e ku îradeya gelê herêmê bide şikandin û hêza wan têk bibe, lê di rastiya heyî de berovajî wê çêdibe ku gelê herêmê kêlî bi kêlî heza xwe xutir dikin û di heman demê de soza rakirina tola şehîdan nû û mezintir dikin. Êdî dewleta Tirk bila ne fikirê gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ji êrişên wî bitrsin ango ji berxwedaniyê rawistin. Gelê herma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê heya dawê li ser piyan bin û her wê asta tekoşîn û berxwedanê bilinditir bikin.”

‘Bendava Tişrînê ji bo gelên herêmê bendava rûmetê ye’

Îvana Misto di berdewamiya axaftina xwe de tekiz kir ku wê bi coş û morala gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendav bi ser bikeve û dewam kir: “Gel niha li bendava berxwedanê, bendava şehîdan a Tişrînê bi coş û moralekî pir mezin nobeta parastinê digirin. Dewleta Tirk a dagirker êriş dike, ew jî govend û dîlanê digerînin, ev jî bersiVeke herî mezine ku gel ji êrişên dagirkeriyê nakin û ti kes nikare moral û îradeya wan têk bibe. Li bendavê ji 7 salî heya 70 salî nobet digirin, her wiha bi stran û pêxistina agirê azadiyê bi siloganên ‘Bijî berxwedana QSD`ê, Tişrînê bi te re heya mirinê’ tên bilindkirin. Yanî diyare û tekize ku gel tev ji bendavê na berdin ku çi bibe bila bila bibe, gel ji her tiştî re xwe amede kirine, ne mumkine ku paş vegera ew ê berdêlên giran jî bimînin, lê ew bê rûmet jiyan nakin. Bendava Tişrînê ji bo gelê herêmê bendava rûmetê ye û rûmeta gel jî ji her tiştî buhatire.”

‘Em ê şopdarên rêya Egîd, Nazim û Cîhan bin’

Nûçegîhana Rojava TV a kantona Firatê Îvana Misto di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nameya me ji bo berxwedana gelê herêmê yê ku heya vê kêliyê didome li Bendava Tişrînê, em dibêkjin ku em li pişte wene û emê ê her şopdarên riya rastiyê bin ku em xwedî li we û li dengê we derkevin. Her wiha em ê van kiryar û sûcên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê dide meşandin, em ji raya giştî re parvekin ku em xwedî li berxwedanî û serkeftinên gelê xwe derkevin. em soza xwe nû dikin ku em şopdarên riya Egîd, Nazim û Cîhan bin, bi rihê wan yê zindî tekoşîna xwe dewam bikin.”

Post Views: 261
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.