Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Hevseroka Koma Muzîkê Newroz Silêman diyar kir ku bi heyecaneke mezin ew amedekariya Newroza 2025`an de dikin, herwiha komên wan li gorî xwesteka gel li navçeyan werin belavkirin. Stranên ku ji bo wê rojê hatine hazirkirine stranên Şoreşgerîn e.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya îsal wê li 7 qadan bên lidarxistin. Di 14`ê Adarê de li kolanên bajaran dest bi xemilandinê hat kirin, ji bo tevlêbûna pîrozbahiyan dê komîteya amadekar serdana partiyên siyasî, rêxistin, rûspiyên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Ermen bike. Her wiha bi rêya komînan dê serdana malbatan bê kirin û ji bo bangê seyare li kolanan bigerin. Di heman demê de 15`ê Adarê li bajarên kantona Cizîrê dê tax bi tax agirê Newrozê bê vêxistin. Di 17`ê Adarê de Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bername û detayên der barê pîzobahiyên Newrozê, li Çerxerêya Efrîn a Qamişloyê ragihîne. Di 20`ê Adarê de şêniyên li bajaran û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê li hemû bajaran serdana gorên şehîdan bikin.
Wekî her sal bi hatina Cejna Newrozê endamên Tev-Çand, Çand û Huner ji bo pêşwazîkirina vê roja pîroz, amadekariyan dikin. Îsal jî Tev-Çand bi kelêcanek mezin amadekariyên pîrozkirina Newrozê dike.
Derbarê amadekarariyên Tev-Çand ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê, hevseroka Komîna Muzîkê Newroz Silêman ji Rojnameya me re axivî.
‘Îsal sala aştiyê ji tevahiya cîhanê re’
Newroz Silêman di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Bi heyecaneke mezin hemû endam û komên me amedekariya Cejna Newroza 2025`an dikin. Rojane endam, hunermend û komên me perwerdeyan dibin, herwiha em hewl didin ku hunermedên ku tucarî tevlî Newrozê nebûne, tevlî Newroza îsal bibin. Komên me yên hunerî ên bajaran di asteke baş de tên şopandin. Stranên ku me ji bo Newrozê amedekirine stranên Şoreşgerî ne.”
’Bi rihê berxwdana Kawayê Hesinkar, em ê agirê Newrozê geştir bikin’
Newroz Silêman anî ziman ku ew bi coşeke mezin hazirtiya Cejna Newroza îsal dikin û wiha berdewam kir: “Wekî tê zanînin em berî Newrozê bi çend mehan dest bi amedekariyên komên muzîk û şano dikin, herwiha komên şano û muzîkê li gorî xwesteka gel ji bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê tên belavkirin. Hunermendên me yên ku tevlî Newrozê bibin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di heman demê de em amedekariya komên xwe dikin ku tevlî pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Şamê û welatê cîran weke Libnan bibin. Bi hêviyê azadiyê û bi rihê berxwdana Kawayê Hesin Kar, em ê agirê Newrozê geştir bikin.”
‘Em ê Newroza 2025`an bikin Newroza azadiya Rêber Apo’
Hevseroka Komîna Muzîkê Newroz Silêman da zanîn ku Banga Rêber Apo a bi navê Aştî û Civaka Dîmokratîk banga azadiyê bû ji bo tevahiya cîhanê û wiha bi dawî kir: “Banga Rêber Apo ji bo tevahiya cîhanê û taybet gelê kurd tê wateya dîroke nû, herwiha bi riya vê banga Rêber Apo, gelê kurd wê Newroza 2025`an bi heyecaneke pir mezin were pîrozkirin. Di heman demê de em bi berxwedanî, Îradeyekî xurt û têkoşîneke mezin tev bigerin. Banga min ji tevahiya gelê kurd re heye ku asta têkoşîn û berxwedaniya xwe xurt bikin, herwiha pêwîst e Newroza îsal bi moral û heyecaneke pir xurt were pîrozkirin.”