Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi berxwedanê wê agirê Newrozê geştir bibe’

19/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Bi berxwedanê wê agirê Newrozê geştir bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka TEV-ÇAND`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed tekez kir ku agirê azadiyê wê her bilin bimîne û wiha got: “Gereke em Newrozê bikin Newroza aştî û azadiyê. Bi saya berxwedan û hevgirtina gelan wê agirêNewrozê geştir bibe.” 

Newroz cejneke neteweyî ye û nîşana serhildana Kurdan li dijî dijminan û têkbirina zilmê ye, 21`ê Adarê weke her kes dizane roja nû ye, gel hêviyên xwe nû dikin. Çîroka Newrozê vedigere li qehremanê Kurd “Kawayê Hesinkar” tê naskirin ku li dijî qiralê bi navê “Dehak”dest bi serhildanekê dike û bi ser dikeve. Rêber Apo jî mîraseya Kawayê Hesinkar e ku bi fikir û feslefeya xwe agirê Newrozê gurtir kir. Gelê kurd bi hêvîne ku bi pêşandana dîmenên Rêber Apo di Newrozê de kêfxweşiya xwe temam bikin.

Derbarê Cejna Newrozê de, hevseroka TEV-ÇAND`ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî..

‘Peyama Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê bû’  

Sumeya Mihemed di destpêka axaftinên xwe de behsa pêşketin û geşdanên dawî ku li herêmê diqewime kir û wiha got: “27`ê meha Sibatê rojeke hêviya gelê kurd nû kir, ji ber ku peyama Rêber Apo hate raghandin û bi dîrokî hate binavkirin, ji ber ku di peyama xwe de aştî raghand. Gelê kurd peyama Dîrokî bi coşeke mezin pêşwazî kir. Bi taybet piştî zêdetirî sê salan ku tu agahî ji Rêber Apo nedihat girtin.Gelê kurd ji zarokên 7 salî heya kesên bi temen mezin li benda agahiyekê bûn, peyama rêber Apo cihê kêfxweşiyê bû ji bo her kesî bû hêzeke mezin, gelê kurd bi raghandina peyamê diha zêdetir berxwedana xwe berdewam kirin.”

‘Peyamên Rêber Apo her dem ji bo aştiyê ne’

Sumeya Mihemed wiha berdewam kir: “Ev zêdetirî 50`î sal in ku gelê kurd di bin îşkence, qetilkirin, dûrxistin û paşguhkirina ji tevahî qadên jiyanê de ne, Kurdistan di nava çar dewletan de hate dagîrkirin, lê gelê kurd  tu carî bêdeng nema her dem li qadan bû da ku mafê xwe bidest bixe serî hilda, êdî di her çar perçeyan de şoreş û serhildan hatin destpêkirin û li hemberî wan ji hovtrîn awayên îşkenceyê hate pêkanîn. Bi taybet li Rojavayê Kurdisatê ku ev zêdtirî 14 sal şoreş tê kirin li dijî dethilatdariyê, gelê kurd ne tenê ji bo mafê xwe şoreş kir, lê ji bo tevahî gelên herêmê yên din da ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya Netewa Demokratîk û biratya gelan pêk bînin. Ji ber vê yekê peyama Rêber Apo ji bo tevahî gelan bû, peyam her dem aştî, aramî û li dijî kuştinê bû. Rêber Apo bang kir da ku bi riya siyasetê pirsgirêkê bên çareser kirin, ji ber ku gelê kurd ne aşiqê çekê ye, lê di heman demê de ne bi hêsanî wê çekê deynin, divê misogerkirina mafê gelê kurd di destûran de bê kirin. Dewleta Tirk bi hezarê salan dijminatiya gelê kurd dike, qet yekîtiya kurdan naxwaze û her dem hewil dide ku parçebûn di nava refên kurdî de çêbike.”

‘Agirê azadiyê wê her bilind bibe’

Sumeya Mihemed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di seranserî demên dirêj de, gelê kurd li hember siyasetên qirêj ji hêla dewletên ku xaka Kurdistanê dagir kir hate, ku bi hemû wesîleyan dixwestin wateya Newroz, berxwedan û îradeya gelan berovajî bikin. Mîraseya rasteqîn û dîrokî ya vê rojê Rêber Abdullah Ocalan zindî kir. Cejna Newrozê dîrokî û çandî ye, agirê ku Kawayê Hesinkar pêxist Rêber Apo şopand, ji ber vê yekê em vê rojê pîroz dikin da ku vê mîraseyê bi ruhê hevgirtina gelan zindî bikin.”

Di dawî wî de Sumeya Mihemed wiha anî ziman: “Bi heman coş û kelecana ku me 8`ê Adarê pîroz kir bi peyama Rêber Apo, em ê Newrozê jî bi îrade û vîneke xurt pîroz bikin, bi regenkî cuda Newroza îsal cuda bikin, kêfxweşiya şahiyên xwe bi peyama rêber Apo temam bikin. Gereke em Newrozê bikin Newroza aştiyê û azadiyê. Agirê azadiyê wê her bilind bibe û bi saya berxwedan û hevgirtina gelan wê venemre heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.