Esma Mistefa/ Qamişlo
Berpirsa Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Cûliya Xilo diyar kir ku zarok dibin qurbaniyên kiryarên dagirkeriya Tirk û got: “Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcên şer re rûbirû ne û li hember hedefgirtina zarokan hemû rêxistinên navnetewî bê deng in”.
Kiryarên dagirkeriya Tirk di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tenê di çarçoveya hedefgirtina gel û talankirina cografiya herêmê de sînordar neman. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dagirkeriya Tirkiyê komkûjiyan pêk tîne. Hedefgirtina zarokan di tavahî Sûriyê de bi awayekî bê lêpirsîn tê domandin. Hêjayî balkişandinê ye ku herî dawî li beravên Sûriyê bi hezaran zarok bê sûc û guneh li ser destê komên çekdar bi hinceta bermahiyên rêjîma Esed in hatin qetilkirin. Gelo çi gunehê ew zarokê 1 salî heye ku bibe qurbaniya siyaset û nijadperestiyê?
Bi taybet di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dagirkeriya Trikiyê bi hezaran komkujî derheqê zarokan de pêk aniye. Piştî banga Aştî û Demokrasiyê, êrişên faşîzma Tirkiyê li ser herêmê nehatin rawestandin. Herî dawî li bajarê Kobanê malbatek bi temamî hate hedefgirtin di encam de 7 zarok tevî dayîk û bav hatin şehêd xistin. Her wiha 2 zarokên malbatê bi giranî birîndar bûn. Ev kiryar di bin bêdengiyeke navnetewî û bê hesab xwestin tên domandin.
Navê Şehîdan ev in: Ahîn (15), Dijle (14), Dilovan (13), Yesêr (6), Salîhe (4), Fewaz (2), Evêste (8 meh) dayîk û bav Osman Berkel Ebdo (42) û Xezal Osman Ebdo (39). Kesên birîdar Ronîda (18) û Narîn (9).
Di Sûriyê de zarok ji mafê xwe yên rewa bê par in
Têkildarî vê mijarê Berpirsê Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafê Zarokan a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Culiye Xilo ji rojnameya me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi dagirkeriya Tirkiyê re li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û li ser Sûriyê bi giştî rewşa zarokan her ber bi xeteriyê ve çûye. Di Sûriyê de bi giştî zarok ji mafê xwe yên herî rewa bê par in û rojane rastî topbaranan tên. Her wiha bi milyonan zarok hatin koçber kirin û neçar man ku dev ji xwendina xwe berdin. Mafê parastina zarokan di giştî Sûriyê de nîn bû ev yek heyanî roja me îro jî berdewam dibe. ji lewra em heyanî niha jî ji qetilkirina zarokan di bin navên cuda de dibin şahid”.
Bi komkujiyekê 9 giyan bûn qurbanî
Culiye da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê dest ji komkujiyên xwe bernade û wiha pê de çû: “Di encama siyaset û
pilanên dagirkeriyê yên bê navber li ser gelê Kurd bi taybet bi hovîtiyeke dij mirovî faşîzma Tirkiyê sivîlên herêmê hedefdigre. Herî dawî me dît ku çawa li gundekî ya bajarê Kobanê malbatak bi temamî hate hedefgirtin, di wê malbatê de 7 zarok hatin şehîd xistin. Ma ev ne sûc û qurbaniyên şer in. Faşîzma Trikiyê di topbaran û êrişên xwe de tu carî gel, hêza leşkerî û zarok ji hev du cuda nekirine. Bi heman hovîtiyê giyanên pîroz yên benda jiyanên de hedef digrin. Her wiha divê em ji bîr nekin ku di herêmên dagirkirî de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên wê ve rojane zarok tên kuştin, revandin, îşkencekirin, tecawîzkirin û zewicandin.”
Bêdengiya cîhanî parastina berjewendiya ye
Culiye bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ewqas salin li pêşiya tavahî cîhanê û raya giştî dagirekriya Trikiyê sûcên dijmirovî li ser gelê Kurd û zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî pêk tîne. Lê rûxmî belgekirin û derxistina rastiya Tirkiyê ku çawa zarok bi kîmyasalê, çekên nûklerî û bi topbaranan têne hedefgirtin, mixabin raya giştî û rêxistinên têkildar bê dengin. Ev bêdengî di encama lihevkirin û berjewendiyên wan bi Tirkiyê re tê kirin. Ji lewra erka li ser me em di eşkerekirina heqîqet û parastina mafê zarokan de xebatên berfireh bimeşînin.”






