Amara Baran/Qamişlo
Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Suzan Akîpa diyar kir ku di mitînga 8’ê Adarê a Amade de peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan şandibû gelek girîng bû, moral û hêz da tevahiya jinan.
Derbarê girîngiya peyama Rêber Abdullah Ocalan ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê şandibû, parêzera Rêber Abdullah Ocalan Suzan Akîpa bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
-Bi destpêkirina pêvajoya aşitî û civaka demokratîk re Rêber Apo ji gelek aliyan re name şand, bi boneya 8’ê Adarê jî ji bo jinan name şand, nameya ku Rêber Apo şandibû bû cihê moral û keyfxweşiyê. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê, wek we jî got moral bilind kir. Ji ber ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ku têkoşîna azadiya jinê bi leztir dike hene. Jin jî li van fikran xwedî derdikevin û pêk tînin. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de jî dibêje; Jiyaneke balkêş a bi jinan re, wekî prensîba herî girîng E. Ew ji bo çand, dîrok û azadiya jinê gelek xebatan dike. Teorî pêş xist. Moralê jinan ji ber vê yekê ye. Ji ber ku jin azadiya Rêber Apo, bi azadiya xwe re wekhev dibînin. Ew peyama ku ji sînorên Girava Îmraliyê derbas bû û li qadan deng veda, banga azadiyê ye ji bo jinan.
Rêber Apo di peyama xwe de behsa Pergala civakî ya zilamên serdest ku her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne, dike. Li ser wê hûn dikarin çi bijin?
Pergala serdest a mêr, bi tunekirina hebûna jinê pergala xwe afirandiye. Pergalek li ser tunebûna jinê ye. Serhildana jinê, jixwe vê bingehê dihejîne. Vê pergalê, li dijî jinan şer îlan kiriye. Li dijî jinê, şerê îdeolojîk û fizîkî heye. Krîzên aborî, şer, girtin û nexweşî herî zêde bandorê li ser jinan dike. Lewma ji bo azadiya jinê sedemên me yên pir mafdar hene. Helbet vê pergala serdest a mêr herî zêde di zihniyet, ango bîrdozî de xwe bi cih kiriye. Rêber Abdullah Ocalan jî di peyama xwe de balê dikişîne ser vê xalê. Ji bo em li dijî vê zîhniyetê têbikoşin, divê em xeta azadiya jinê baş analîz bikin, dîroka windakirina jinê baş bixwînin, nirxên jinê ji nû ve pênase bikin û bi cih bînin.
-Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan jî Ronesans e. Pêwîst e jin di vî pêvajoy de çawa beşdar bibin û ronesansê çawa pêk bînin?
Ez bawer im peyva “aşt” di zimanê Hûrî de tê wateya “jin”. Ji aliyê din ve dema em îro lê dinêrin slogana “Jin jiyan azadî” gihîştiye asteke gerdûnî. Rêber Apo , mîmarê ve sloganê ye. Tene jinên Kurd na, tevahî jinên cihanê xwedî li vê sloganê derketin. Ev slogan, jinê bi azadîyê pênase dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku jin di avakirina aştî û azadiyê de û pê re jî di avakirina civaka demokratîk de hêza bingehîn a damezrîner e. Formula aşitî û azadîye, di çanda jinê de heye. Jin dikarin vê bikin. Ger di şer de a ku herî zede wenda kiriye jin be, wî çaxî wê jin herî zêde di aştiyê de bi dest bixin. Rêber Apo dibêje ev ê bibe ronesans. Di ve pevajoyê de, wekî jin em dikarin bi avakirina tor, platform û inisiyatifên aştiyê, qada aştiye geş bikin. Li dijî zimanê zayendperest û zimanê şer, zimanê jinê û zimanê aştiyê ava bikin. Ji hemû civakê re em bêjin aştî pêwîst e. Bi awayekî aktîftir beşdarî siyaseta demokratîk bibin, ji bo avakirina aştiyê zemînên qanûnî biafirînin, zextê li ser parlamento bikin û hikûmetê neçar bikin. Û a herî girîng jî ev e. Di ve pevajoyê de wekî aktorek û wekî aktorek xwedî paradigma, azadîya fizikî a Rêber Apo , garantor e ji bo aştî û demokrasî ye. Ji ber vê yeke, jin hem di hela siyasî û civakî de hem jî di hela hukukî de, bi rê û rebazên cuda cuda tebikoşin, em di wî baweriyê de ne ku azadiya Rêber Apo nêz bûye.
-Rêber Apo di dawiya peyama xwe de jinan bi êşqa Mem û Zîn û Derweş û Edûlê silav dike. Rêber Apo eşq û evînê çawa dinirxîne û hun ji bo vî dikarin çi bejin?
Rêber Apo pir caran got ku, “Haqiqat evîn e, evîn jî jiyanêke azad e.” Bi rastî hem di Mem û Zîn hem jî di Derweş û Edûlê de a ku derket holê ev bû. Evînek ku hevdû fetisandin na; samîmîyet, azadî û azadîya gel armanc dikir hebû.
Evîn, tenê di navbera jinekê û merekî de nîne. Modelên jin û mêr ên bi hezaran salan hatine inşakirin, di vê yekê de bi bandor in. Rêber Apo dibêje, bi zilamê serdest ê ku komkujî, qirkirin, îstîsmar, feqîrî û kuştinê tîne, hezkirin nabe. Ew, evîn û kuştinê bi tevahî dijberî hev dibîne. Ya sereke ew têkilî ye ku hevdû mezinkirin, hevdû zindîkirin hebe. Ev nirxên evînê biherikin nav civakê ku geş bibe û wekî çandek şîn bibe.






