Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye’

17/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş / Qamişlo

 Endamên Beşê Paqijiya Şaredariya Qamişlo Mihemed Silêman û Lazgîn Hesen diyar kirin ku paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye û wiha gotin: ” Pêwîste di baqijkirina bajêr de em û milet bi hev re alîkarbin.”

Paqijî tevgerek e ku bi çandê ve wekî yek ji nirxên girîng girêdayî ye û wekî parçeyek bingehîn a îmanê tê dîtin, nemaze paqijiya jîngehê û her weha paqijiya kesane. Parastina paqijiya jîngeha me çendîn aliyên xwe hene, ji wan: Mirovî, netewî, olî û exlaqî ye. Lewma divê ku miletên bajêr li paqijkirina bajêrên xwe xwedî derkevin ji ber ku paqijî exlaq û çanda civakê ye.

Derbarê paqijkirina bajêr û astengiyên di vî warî de, çavdêrê beşa baqijiya şaredariya Qamişlo Mihemed Silêman û karkerê paqijiyê Lazgîn Hesen ji Rojnameya me re axivîn.

 ‘Em ê bi hev re alîkarbin ji bo ku bajarê me her tim baqij be’

Çavdêrê beşê baqijiya şaredariya Qamişlo Mihemed Silêman anî ziman ku di paqijkirina taxan de gelek zehmetî bi wan re derbas nabin û wiha got: ” Taxin hene ku paqijkirina zêde ji wan re nave, ji ber miletên wê kêmin û çûn û hatin lê kêm e. Dema ku em dibînin ku kolanên me paqij kirine û miletê wê lê miqate dimînin, ev yek jî ji me re dibe cihê kêfxweşiyê. Lê Hin milet hene ku qirêjiyê li bajêr û taxên xwe belav dikin. Herwiha hin kes hene ku qirêja xwe di dema ku em li kolanan digerin dernaxînin e dibe astengî li ber karê me û ev kesên ku di nava qirêjiyê de li lekan digerin û wê qirêjiyê bela dikin, ev jî dibe astengî. Em bi hêvîne ku welatiyên bajêr li paqijiya taxên xwe miqatebin û bi me re bibin alîkar ji bo ku qirêjî li bajêr nemîne.”

‘Pêwîste em bi hev re alîkar bin’

Karkerê paqijiyê Lazgîn Hesen diyar kir ku xwesteka wî ew e ku milet bi wan re alîkarbin û wiha got: “Di paqijkirina Bajêr de hin astengî bi me re derdikevin pêş, ku kes in hene qirêjiyê li bajêr çêdikin û bi mer ne alîkarin ku ev jî dibe zehmetî li pêşiya karê me. Lê em karê xwe bi dilxweşî dikin û heta ji destê me tê, em nahêlin ku kolanên me qirêj bin. Herwiha Çawa ku welatî parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Banga min ji milet re ku pêwîste em bi hev re alîkarbin û ev kesên ku qirêjiyê çêdikin li hemberî wan derkevin û nehêlin ku qirêjiyê li bajêr bela bikin û em li her deverî çanda pagijiyê belav bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.