Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî, Ibrahîm Heftaro anî ziman ku gelê Efrînê bi peymana QSD’ê û Şamê şadwer in û got: “Da ku vegereke bi ewle pêk were divê welatiyên Efrîn ê di zindanên dagirkeriya Tirk de azad bibin, komên çete û dagirkerî ji axa Efrînê derkevin.”
Peymana ku di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hate îmzekirin bû cihê kêfxweşiya piraniya aliyên Sûrî weke gaveke destpêkê ji pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî re, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Yek ji van pirsgirêkan, dosiya herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî, pê re jî vegera penaberan li cih û warên wan.
Derbarê mijarê de rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî, Ibrahîm Heftaro ji rojnameya me re axivî.
‘Gelê Efrînê bi peymanê şadwer in’
Heftaro da zanîn ku gelê Efrînê bi peymana QSD’ê û Şamê şadwer in û wiha got: “Em ji peymana ku di navbera fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed Elcolanî de îmze bû, pir kêfxweş in. Ev peyman bû bingehek ku çawa gelên Sûriyê bi hev re li ser esasê wekhevî, nenavendî, pirrengî û aştiyê bijîn. Herwiha weke gelê kurd maf û nasnameya xwe di destûrê Sûriyaya siberojê de dibînin. Lê ev peyman bi taybet ji bo gelê Efrînê û hemû gelên din ê herêmên dagirkirî cihê şadweriyê bû û em xwe tê de dibînin ku çawa vegerin cih û warê xwe û li ser xaka xwe bi aramî bijîn. Vê peymanê hêviyeke mezin da me tevan. Dema ku Cenêral Mezlûm Ebdî peymanek wiha îmze kiribe helbet em pê re ne û em ji cenêralê xwe bi bawer in.”
‘Gelê Efrînê bendewarên vegera cih û warê xwe ne’
Ibrahîm Heftaro destnîşan kir ku welatiyên Efrînê bendewarên vegera warê xwe ne û wiha domand: “Piştî ketina rêjîmê, da ku gelên Efrînê vegerin bajarê xwe, xwepêşand li Qamişlo li dar xistin. Gelên Efrînê yên ku li kantona Cizîrê bi cih bûne bi girseyî meşek li Qamişloyê li dar xistin. Herwiha me li pêşiya Navenda Netewên Yekbûyî mîtîngek li dar xist. Gel daxwaza vegerek bi rûmet li warê xwe kir, hem jî efrîniyan bang li hemû saziyên navnetewî, desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser kir. Ji wê rojê ve Rêveberiya Xweser kete tevgerê, berî peyman bê îmzekirin hevseroka Desteya Têkiliyên Derva Ilham Ehmed civînek bi me re li dar xist. Ilham Ehmed ji me re diyar ku ji bo vegera penaberan û derxistina çeteyan xebat tên kirin û wê di demeke nêz de hemû penaber vegerin warê xwe Piştî ku peyman hat îmzekirin êdî sebr û hedana gelê Efrînê ji bo vegera li cih û warê wan nemaye. Îroj gelê Efrînê ne ku rojan dihejmêrin, ew seet û kêliyan dijmêrin ku kengî vegerin warê xwe yê resen. Hêviya me ew e ku di piratîkê de xalên peymanê pêk werin û gavên bi lez li ser rûyê erdê bên avêtin da ku em vegerin Efrînê.”
‘Hîna li ser rûyê erdê xalên peymanê pêk nehatine’
Ibrahîm diyar kir ku xalên peymanê li ser rûyê erdê ji bo vegera efrîniyan pêk nehatine û wiha bi lêv kir: “Îro piraniya welatiyên Efrînê dûrî warê xwe li gelek deverên Rêveberiya Xweser dijîn, derfetên penaberên Efrînê kêm in û rêxistinên mirovî yên cîhanî jî destekê nadin wan, tenê rêxistinên xwecihî piştgiriyê dikin. Ev piştgirî têrê nake, piştî îmzekirina peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê re îro penaber li benda vegerê ne. Lê hîna li ser rûyê erdê tu gavên ji bo pêkanîna xalên wê hevpeymanê li ser rûyê erdê têkildarî vegera efrîniyan nehatine evêtin.”
‘Divê girtî azad bin, komên çete û dagirkerî derkevin’
Rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî, Ibrahîm Heftaro anî ziman ku divê welatiyên Efrîn ê di zindanên dagirkeriya Tirk de azad bibin, komên çete û dagirkerî ji axa Efrînê derkevin û wiha axivî: “Piştî îmzekirina peymanê daxwazên gelê Efrînê ew in ku komên çete û dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkevin, ji ber ku derketina dagirkeriyê mercekî sereke ye ji bo vegereke bi rûmet û ewle. Daxwaza din ew e ku Hêzên me yên Rizgarkirina Efrînê bi me re vegerin Efrînê, ev yek jî ji bo welatiyên Efrînê parastina xwe bikin. Di heman demê de pêwîst e sûcdarên binpêkirinan di dadgehên navnetewî de bên cezakirin.”