Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye

16/03/2025
in JIN
A A
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku Rêber Apo beriya vê banga dîrokî 13 carên din banga aştiyê kiriye, lê cûdabûna vê bangê ew e ku dewleta Tirk gihişte wê encamê ku ew nikare gelê kurd vegerîne derveyî rûpelên dîrokê û bi şer ew naghê armancên xwe.

 Derbarê banga dîrokî ya ku di 27’ê  Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Perwîn Yûsif bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

1- Banga Rêber Apo ya dîrokî ji bo gelê Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangekî çawa hate dîtin?

Di serî de em vê banga Rêber Apo ya dîrokî pîroz dibînin, ji ber ku di Rojhilata Navîn de şer û pevçûn li her derê tê meşandin. Êdî zimanê çareseriyê bûye çek, komkujiya gelan, tunekirin, guhertin û veguhertina nexşeyan. Dema ku em vê qonaxê dibînin ku ewqasî asta şidetê bilind bûye. Li kêlekî wê bengewaziya ji bo aştî û demokratiyê ji bo gelan, gavekî gelekî pîroz e û dikarin jêre bêjin gavekî sedsalê ya tunekirina qonaxa şer, pevçûn û tunekirina inkarê li ser gelê kurd. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdisatnê dewleta Tirk bi sedsala li ser gelê kurd komkujiyên mezin dane meşandin. Lewra dema ku Tevgera Azadiyê û Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê rahişte çekê ew ji bo maf û hebûn gelê kurd bû, ji bo ku gelê kurd di dîrokê de di nava taritiyê de nemîne, rahişte çekê û parastina xwe kir û têkoşînê di bin sîwan şerê çekdarî da meşandin.

2- Ev ne cara yekê ye ku Rêber Apo ji bo demokrasî û aştiyê bang dike, lê cûdabûna vê bangê ji bangên din çi ye?

Di van salên dûrûdirêj de gelek caran Rêber Apo bangewaziya aştiyê kiriye. Armanca rahiştina çekê ji destpêkê ve ew bû ku mafê gelê kurd bê dayîn û parastin. Dema ku ev maf nayên dayîn, li kêlekê wê zindan ji siyasetmedar, welatparêz, nivîskar û heta hunermendekî ku bi zimanê kurdî stranê xwe digot werine dagirtin, ji bo wê jî rakirina çekê xweparastina rewa ye ku bikaribin gelê kurd biparêzin û nehêle ku armanca dewleta Tirk biser bikeve.

13 caran di van salê dirêj de Rêber Apo bengewaziya aştiyê kiriye, her carekî ji aliyekê ve dihat. Lê cûdabûna vê bangê ji carê din ew e ku êdî aliyên Tirkî bi xwe jî gihane wê qeneatê ku ne dikarin pirsgirêka kurd tune bikin, ne jî dikarin gelê kurd vegerîne ji derveyî ropelên dîrokê û bi şer, pevçûn, dîlgirtinê naghên armancên xwe. Herwiha hebûna gelê kurd a ku bi têkoşîn û berxwedana xwe isbat kirine, mayînde bûye, êdî nema dikarin ku tune bikin. Ji bo wê jî hem li aliyê Rêber Apo bangewaziya aştiyê, hem jî rayedarên dewleta Tirk, rayedarên partiyên siyasî yên li Tirkiyê kar û xebatên xwe dikin, her kes gihşt wê encamê şer û pevçûn ne rêya çareseriyê ye. Ji bo wê jî cûdabûna vê bangê ji bangê beriya wê ew e ku bangewazîkî raya giştî ew pejirand û zanî ku bersiva pêvajoyê ew e şer were rawestandin û bi rêya hiqûqî, destûrî an jî dadmendiyê pirsgirêk were çareserkirin.

3- Ji dema banga Rêber Apo hatî dayîn û heta roja îro dewleta Tirk çi gav avêtiye? Herwiha ji banga Rêber Apo heta niha êrişên dewleta Tirk li ser qadên berxwedanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye rawestandin, ev yek wê ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê çi bi xwe re bîne?

Çiqas ku em bêjin dewleta Tirk ev bangewazî erênî dît û gihane wê encama ku çareserî bi diyalogê ye. Lê heta niha tu gav navêtiye, berovajê vê şer nehatiye rawestandin çi li qadê berxwedanê, çi li sernaserî sînor, li Başûrê Kurdistanê. Herwiha li Bakurê Kurdistanê avêtina qeyûmên li ser şaredariyan hîn berdewam e, çalakiyên tên çêkirin, têne qedexekirin, ev hemû jî gavên ber bi xetmandinê ve ye. Dîsa dixwazin vê gavê wekî gavên din vala derbixin, dewleta Tirk ne cidiye ji bo rawestandin şer. Piştî axaftina û banga Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê jî gotin em şer radiwestînin û agirbest ragihandin, ev yek jî wek gava yekemîn a rawestandina şer e. Gavên din dema şer were rawestandin wê gav bi gav di aliyê qanûnî, destûrî û mafê gelê kurd bikeve giftigoyê de, herwiha kongr werin avakirin. Gelê kurd û partiyên kurdî bi erêniya xwe dest bi kar û xebatên ji bo xizmeta vê qonaxê bikin, kirine. Lê dewleta Tirk heta niha tu gav navêtiye û tê xuyakirin ku dewleta Tirk di diyalog û biryarên xwe de ne cidî ye. Ji bo wê em dibînin di nav dewleta Tirk bi xwe de hêzên tarî û veşartî hene ku li ser şerê tê kirin û berdewamkirina şer bisûdin.

Bandora vê gavê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, gavekî ku wê bandora xwe gelekî mezin li ser herêmê jî bike. Ji ber ku her tim behanê dewleta Tirk ew bû ku hêza QSD’ê hêzekî bi PKK’ê ve girêdayî ye û hêzekî ku ne Sûrî ye, ji bo wê jî dema ku şer were rawestandin wê bandora xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide çêkirin. Hem jî rêya diyalogê dema bi dewleta Tirk û PKK’ê re tê vekirin, wê Sûrî jî bighên wê encamê ku wê diyalog bi QSD’ê û hikumeta Şamê re jî were çêkirin, lewra bandora banga Rêber Apo li ser giştî Rojhilata Navîn heye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.