Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jin wê bi tekoşîna xwe mafê xwe misoger bike’

16/03/2025
in JIN
A A
‘Jin wê bi tekoşîna xwe mafê xwe misoger bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endama Koordînasiyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Umer diyar kir ku pêwîst e jin asta  berxwedanê bilind bikin û parastina cewherî xurt bikin û got: “Pêwîst e jin di avakirina Sûriya nû de hebin û mafên wan bên misogerkirin.”

Piştî helwişîna Rêjîma Eseed gelek buyer hatin qewmandin, di nav de rewş û pêşerojê jinê ye. Pirsa ka wê siberoja jinê di Sûriya nû de çawa be, di serê her kesê de ye. Li gorî tê dîtin,  desthilatdariya Şamê ya nû dixwaze jinê ji holê rake û wê bê maf bihêle. Lê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêşengiya şoreşa gelan kirin bi tu awayî nêzîçkatiyên desthilatdariya Şamê qebûl nakin û herdem ew tekez dikin ku wê têkoşînê dewam bikin da ku mafê jinê di Sûriya nû de misoger bikin.

Derbarê rewşa Sûriyê de û bi taybet siberoja jinê, endama Koordînasiyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Umer ji Rojnameya me re axivî.

Emîne Umer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di nava sê mehan de gelek guhertin di Sûriyê de pêk hatin. Colanî û hevkarên wî destpêkê kongireyek ji xwe li dar xistin û Colanî wekî serokê Sûriyê ji aliyê wê kongreyê ve hat destnîşankirin. Aliyek tenê li Şamê ye û bi xwe biryaran dide û ji bo  berjewndiyên xwe yê desthilatdariyê kar dike. Ev yek dide xuyakirin ku tu guhertineke erênî di Sûriyê de pêk nehatiye. Raste rêjîma Bass hat helweşandin, lê yên hatin şûna Bass wekî wê ne. Belê em dibînin ku çawa Colanî di daxuyaniyên xwe de herddem behsa pirrengiya Sûriyê û yekîtiya pêkhateyan dike, lê tenê axaftinin, heya niha di pratîk de ew berovajî axaftina xwe dike. Ji ber wê di vir de nakokî tê avakirin. Em balê bikşînin ser mijara jin di hundirê Sûriyê de ku hebûna wê dixwazin bidin winda kirin, heya niha her nîqaş û kongirên ku tên lidarxistin hikumeta Şamê jin tevlî nekiriya. Ev bi serê xwe xeteriyekî bi xwe re tîne. Cihê ku jin tê de tune be ew cih tê hilwişandin ango ne bi awayekî adalet û aşîtî tê meşandin.”

Hebûna jinê di Sûriya nû de  

Emîne da zanîn ku gelê Sûriyê di gelek şer, pevçûn û qirkirinan re derbas bûn, ji ber vê yekê ew cudakirina di navbera pêkhate û mezhebên herêmê de tu carî qebûl nakin û wiha pê de çû: “Divê em yekrêziya xwe ava bikin da ku bikaribin Sûriya nû jî ava bikin. Di heman demê de daxwaza me ew e ku sîstema nû ya rêveberiyê jî hevpar be, rola jinan tê de hebe ku hebûnên xwe nîşan bidin û beşdarî cihên biryardayînê bibin. Gelek jinên xwenda, zana û pêşketî di nava civakê de hene, dikarin nûnertiya gelê xwe bikin. Îro jin di Sûriyê de tekoşînekî pir mezin daye meşandin û heya roja îro jî berxwedanî û tekoşîna xwe didomîne, ne mumkine ku piştî ewqas ked û berdêlên giran yê di şoreşê de hatin dayîn, bi destî were qebûlkirin, em ê heya dawê li ser piya bin û dengê xwe bilind bikin tenê ji bo mafê me neye xwarin.”

‘Jin dayîk e, mamoste ye, xwişk û hevjîn e’

Emîne Umer diyar kir ku divê di avakirina Sûriya nû de rol û hebûna jinan bê misogerkirin û wiha domand: “Pêwîst e Sûriya azad û demokratîk a ku tê de hemû mezheb û pêkhate bi azadiya xwe bijîn, werê avakirin. Rola jin û ciwanan jî di avakirina Sûriya nû de gelek girîng e û divê dengê xwe bi awayekî azad ragihînin. Em dixwazin rola wan di nava civakê de aktîv be û mafên jinan di avakirinê de misoger bikin. Jin dayîk e, mamoste ye, xwişk û hevjîn e, ew bi destên xwe nifşan ava dike. Gelek xwedawendên jin di dîrokê de hene, rolên siyasî, civakî û leşkerî lîstine. Rola wan rolek bingehîn e di civakan de. Divê em balê bikşînin ser rola jinan a zêde. Rola wan ji ya mêran mezintir e, ji ber ku ew wan xwedî dike û mezin dike. Bi saya jinan mêr dighîjin cîhên rêvebirinê.”

‘Pêwîste Sûriyê hemû pêkhateyên xwe hembêz bike’

Endama Koordînasiyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Umer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Sûriya bi aştî û azad hêvî dikin. Di heman demê de em Sûriya azad ji hemû pêkhate û neteweyên Sûriyê re dixwazin. Dema ku Sûriye hemû pêkhateyên xwe hembêz bike, wê demê welatek demokratîk û azad jî dê bê avakirin. Her kes wê bi reng û çanda xwe bijî û wê ji çand, hebûna û zimanê xwe mehrûm nemîne.”

Post Views: 130
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.