Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi keda jinê jiyana azad tê afirandin’

12/03/2025
in JIN
A A
‘Bi keda jinê jiyana azad tê afirandin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş / Qamişlo

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûsyar Mezlûm diyar kir ku bi keda jinê jiyana azad tê afirandin û got: “Divê em ji her demê bêhtir xwe di bîrdoziya azadiya jin de kûr bikin û vê fikrê di kesayeta xwe de bi cih bikin.”

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye bi taybet ji bo jinên kedkar û şoreşger xwedî wateyeke pir girîng e, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jinên ji hemû gel û pêkhateyên herêmê her sal vê rojê bi coş û wateyeke pir cuda pêşwazî dikin.

Derbarê 8’ê Adarê endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûsyar Mazlûm ji Rojnameya me re axivî.

‘129 jınên ku li mafê xwe digeriyan hatin şewtandin’

Rûsyar Mezlûm anî ziman ku  129 jinên 8’ê Adara 1857’an li New York a Amerîkayê ku li mafên xwe digeriyan, bi hovîtî hatin şewitandin û wiha got: “Ji bo mirov karibe behsa 8’ê Adarê bike pêwîst e pêşî dîroka wê zanibe. Jinên li bajarê New York ê Amerîkayê li kargehê dixebitîn ji bo şert û mercên wan ên xebatê werin sererastkirin çalakiyek li dar xistin. Lê ew jinên kedkar rastî êrîşên tund ên polîsan hatin û ew jin di kargehê de rehîn girtin. Piştre jî di şewata derket 129 jinên kedkar jiyana xwe ji dest dan. Li dû wê komkujiyê bi salan, 26-27’ê Tebaxa 1910’an di Enternasyonela Duyemîn a Konferansa Jinên Sosyalîst de bi pêşniyara yek ji pêşenga jinan Clara Zetkîn 8’ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê hat qebûlkirin. Piştre jî 1921’ê di Konferansa Jinan de hat qebûlkirin ku 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bê pîrozkirin.”

‘Xeta jinê xeta jiyanê ye’

Rûsyar Mazlûm diyar kir ku jin bi îrade û rêxistinbûnê azad dibe û wiha domand û got: “Divê em ji her demê bêhtir xwe di bîrdoziya azadiya jin de kûr bikin û vê fikrê di kesayeta xwe de bi cih bikin. Divê em têkoşînê hîn zêde bilind bikin û li giştî cîhanê belav bikin. Em weke jin û pêşengên civakê bi sekna herî rast divê bi gelê xwe re berxwedana xwe bi azadiyê tacîdar bikin. Xeta jin xeta jîyanê ye. Hêza herî dînamîk a civakê jin in. Dîroka civakan û jinan ji aliyê deshilatdaran ve hatiye nivîsandin. Hewce ye jin û ciwan dîrokê baş lêkolîn bikin. Hişmendiya kapîtalîst dibêje, destpêkê jinê bixîne. Rêberê gelan Rêber Apo ku pergala kapîtalîst û desthilatdariya bi serweriya mêr pir baş tehlîl kiriye, li hemberî wan divê em çawa têkoşîn bikin, bi awayekî eşkere daye xuyakirin. Divê em parêznameyên Rêber Apo bixwînin û bidin xwendin.”

‘Jin di hemû qadan de dikarî bi rola xwe rabe’

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûsyar Mazlûm di dawiya axaftina xwe  de wiha got: “Di nav pergaleke ku  bi hezarê salan bi hişmendiya mêrê serwer didome tenê bi têkoşîn û berxwedanê mirov dikare mafên xwe bi dest bixe. Rêber Apo bi têkoşîna ku bi salan li pêş xist, jina azad derxist holê. Îro em di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibînin bê jin çawa di hemû qadan de bi rola xwe radibe. Ev hemû bi saya Rêbertî û şehîdên me yên pîroz çêbûne.”Divê em ji bo îsal bibe azadiya fizîkî ya Rêber Apo li hemû qadan di pêşengiya jinan de têkoşînê xurt bikin. Ez 8’ê Adarê li mîmarê jina azad Rêber Apo, tevahî şehîdên me û gelên herêmê pîroz dikim.”

Post Views: 154
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.