Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi armanca şikandina Rêveberiya Xweser, îradeya gelan û hilwişandina aramiya herêmê, di 11`ê Adara 2014`an çeteyên DAIŞ`ê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kirin hedef û di encamê de 11 xebatkar û lêvegerînên li şaredariyê şehîd bûn.
Meha Adarê di nava gelê Kurd de hem meha xemgînî û hem jî ya kêfxweşiyê ye. Ev meh di nava xwe de gelek gelek dîrokên girîng ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de digre. Yek ji bûyerên bi êş ku beriya 11 salan li bajarê Qamişlo rû da, Komkujiya Şaredariya Qamişlo bû. Ev komkujî di 11`ê Adara 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û di nava gelê bajarê Qamişlo de êşeke mezin li pey xwe hişt.
Bi avakirina şoreşa Rojava re Şaredarî hatin avakirin. Wê demê şaredarî li herêmê saziyên sereke bûn ku gel bi rêxistin dikirin û pirsgirêkên wan çareser dikirin. Çeteyên DAIŞ`ê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kirin hedef û derdora 11 xebatkar û lêvegerên li şaredariyê şehîd xistin. Ji ber ku şaredarî nû hatibû avakirin hêzên parastinê lê tinebûn. Ji ber wê jî çeteyan bi hêsanî dikarîbûn derbasî avahiyê bibin.
Di sibeha 11`ê Adara 2014`an de saet derdora 12`an de komkujî li şaredariya Qamişlo hat kirin. Di şaredariyê de nivîsgehên xizmeguzarî hebûn, girêdayî Şaredariya Qamişlo ya navendî a Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê. Sê xwekujan ji çeteyên DAIŞ`ê ku çekên bombe li xwe kirbûn êriş pêk anîn, di encamê de xebatkarên şaredariyê û lêvegerên wê şehîd ketin û hejmareke ji wan birîndar bûn. Di wê demê de çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî fermî ev komkujî hilgirt ser xwe.
Bi çekan xebatkarên şaredariyê kirin hedef
Çeteyên DAIŞ’ê Berî ku debasî şaredariyê bibin, çavdêrê li ber derî şehîd xistin. Piştre derbasî şaredariyê bûn. Dema derbas dibin şehîd Fehed xwe dide pêşiya wan da ku wan bigre, çeteyek xwe diteqîne û fehed şehîd dikeve.
Çeteyên DAIŞ`ê ketin avahiyê û destpêkê bi çekan xebatkarên şaredariyê kirin hedef, bombe avêtin odeyan û mayînên li ser xwe teqandin. Di vê êrişa hovane de, Îbrehîm Ezîz ku di avakirina Şaredariya Qamişloyê de xwedî kedeke mezin bû, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebçe Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn.
12 sal li ser komkujiya Şaredariya Qamişlo derbas dibin lê heta niha jî êş û xemgîniya vê rojê di dilê endamên şaredariyê û gelê bajarê Qamişlo de weke roja bûyerê ye. Saziyên gel yên di 2012’an de hatin avakirin şaredarî bûn. Li ser bingeha pêwîstiyên gel ev sazî hatin avakirin û xizmeta gel dikirin. Şaredarî ne saziyeke leşkerî bû, saziyeke sivîl bû ku Kurd, Ereb û Suryan lê dixebitîn. Cara yekê bû ku çeteyên DAIŞ’ê saziyekê bi vî rengî dikirin hedef.
Bi armanca qelskirina projeya demokratîk komkujî pêk hate
Ji ber ku wê demê Rêveberiya Xweser nû hatibû îlankirin çeteya bi rêya êrişên xwe dixwestin rêveberiyê bişkînin û nehêlin kar û xebata wê dewam bike. Ev Rêveberî ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû. Êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê jî piştî ragihandina Rêveberiya Xweser bû. Armanca komkujiyê jî zelal bû, ji bo ku bawerî li herêmê nemîne, herwiha tirsê bikeve nava gel û destkeftiyên gel têk bibin. lê armanca wan pêk nehat.
Êrişên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên razayî heta niha nesekinîn û berdewam in, armanca van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya gelê li herêmê ye. Di dema dawî de jî me dît binesazî, navendên xizmetguzarî û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser herwiha mala birîndara şervanên ku li dijî DAIŞ`ê şerkirin ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatin hedefgirtin, tê tekezkirin ku Tirkiyê piştgiriyê dide DAIŞ`ê da ku armancên xwe li herêmê pêk bîne. Heta niha jî êrişên dagirkeriya Tirk berdewame dixwaze destkeftiyan pêk bîne û herêman dagir bike bi bikaranîna çeteyan ku niha li Bendava Tişrînê şer dikin.
Şaredariyê her salê di 11’ê Adarê de xebatkarên xwe yên ku di komkujiyê de şehîd bûn, bi bîr tîne. Herwihan ziyareta gorên wan dikin û mûman pê dixin.
Ji bo bîranîna şehîdan, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di 11`ê Nîsana 2014`an de li taxa Kornîş parkek bi navê Şehîd Helebçe vekir, di sala 2015`an de dayîngeha bi navê Şehîd Emîna hate vekirin, di 12`ê Nîsana 2016`an de baxçeyê zarokan bi navê Şehîd Awaz, parkek bi navê Şehîd Cîhan di 19`ê Nîsana 2016`an de hate vekirin û di 11`ê Adara 2019`an de navenda pêşxistina jinê bi navê Şehîd Rewşen hate vekirin.