Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye

12/03/2025
in JIN
A A
Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya mirovahiyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe. Meseleya azadiya jinê hêj jî girîngiya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun be. Heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îsbatkirin, heya ku çanda serdest a mêr di kûrahiya civaka serdema nû de neyê fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekê re diyar bû. Kesekî ku nizanibe bi jinekê re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna mêrekî bi peywendiya wî ya bi jinekê re girêdayî ye.

Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Mêr jî gerestêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendî jî ya jinê ye. Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendayan di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yek xweda bi Babîlê destpêdikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di navbera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinê têkçûyîn destpêkir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan ve jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşopiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832’yan de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngilîzan dawî li vê çandê anîn.

Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evîn û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber peywendiya bi vî rengî întîhar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îhtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.

Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.

Bi silav û hezkirinên xwe yên dayîmî

Abdullah Ocalan

Post Views: 75
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.