Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi peyama Rêber Apo re erka jinê girantir bû

12/03/2025
in JIN
A A
Bi peyama Rêber Apo re erka jinê girantir bû
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Berpisiyara Komîteya Pêwendiyan ya Kongra Star Emîna Osê diyar kir ku heya azadiya Rêber Apo a fîzîkî pêk neyê, ew ê her asta tekoşînê bilind bikin û got, “Bi wesîleya 8’ê Adarê wê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê û hêzên hegomon, herwiha li hemberî hêzên desthilatdar mezintir û xurtir bibe.”

Peyama Rêber Apo a ku bi Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Rêber Apo di peyama xwe wiha got ‘jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdî ya nûjen silav dikim û 8’ê Adarê pîroz dikim.’ Di 8`ê Adarê de Roja Jinên Cîhanê yên kedkar, peyamên Rêber Apo hat xwendin. Lewma 8`ê Adara vê salê ji bo tevahî jinan û bi taybet jina kurd pir bi wate û girîng bû. her wiha jinan peyama Rêber Apo wekî pêşeroja jiyanê, têkoşîn, berxwedan û azadiyê dîtin. Ne tenê 8’ê Adarê, hemû rojan vediguherînin rojên têkoşîn, berxwedan û azadiyê.

Têkildarî coş û kelecana 8`ê Adarê, di heman demê de li ser peyama Rêber Apo a 8`ê Adarê Berpisiyara komîteyên Pêwendiyan a Kongra Star Emîna Osê ji Rojnameya me re axivî.

‘Peyama Rêber Apo coş û moralekî pir mezin da’

Emîna Osê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Roja 8`ê Adarê wekî ku tenê rojeke em dest nagirin, bi boneya cejina 8`ê Adarê li tevahî jinên kedkar, bi taybet yê kurd û jinên ku bi salane têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa ji bo azadî û mafê xwe şer dike, em li wan pîroz dikin. Bê guman coş û morala 8`ê Adara vê salê ji salên din cudatir bû, wek tê zanîn ku her 8`ê Adarê nêz dibe em wekî hemleyekî destpêdikin, her wiha ev hemle jî bi civîn, kom civîn û çalakiyan cur bi cur, hem civakî, siyasî û rêxistinî ji bo zanista jin hîn bihtir pêşbikeve, em li dar dixin. Di heman demê de li kêleka van çalakiyan û kar û xebatan, ev bi salaye bi hêviya mizgîniya ku ji Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bibhîsin e. Coş û morala 8`ê Adara vê salê bi peyama Rêber Apo hat xemilandin û bi kelecanekî pir mezin jin tevlî cejinê bûn, tenê xwestin bizanibin wê Rêber Apo çi bêje wan û ji niha û şûnde pêwîsta jin çi gavî bavêje.”

Pîrozbahiya Rêber Apo erka li ser jinê girantir kir

Emîna Osê di berdewamiya axaftina xwe de palkişand ser peyama Rêber Apo a ku di 8`ê Adarê de hat xwendin û wiha nerxand: “Rêber Apo di peyama xwe de got ku “pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga “Aştî û Civaka Azad” di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim”

Ev peyam jî bal kişand ser rola jin di nava civakê de û girîngiya wê çiye?, ji ber vê yekê jin civake û çiqas ew civak azad bibe ewqas sîstema demokiratîk bi hêz dibe û bandorekî mezin li ser civakê pêktîne. Her wiha gelek mijarên girêdayî sîstemên heyî yên ku çareseriyê ji pirsgirêkên jinê re nayên dîtin, wekî sîstemên netewdewlet li ser bingihê olî yan netewparestî ne, ev hemû di bin zehniyeta xwe de ya zayendparestî êriş li ser jinê didin meşandin, ev jî ji bo jinê xeteriyeke pir mezine. Ji ber vê yekê erka jin pêwîste ji wiha girantir be, di hemû aliyan de xwe pêşeng bibîne, asta tekoşîn û berxwedanê bilindtir bike.”

‘Bi biryardayinekî xurt em ê asta têkoşînê bilind bikin’  

Berpisiyara Komîteyên Pêwendiyan a Kongra Star Emîna Osê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste tevahî jin li bangewaziya Rêber Apo xwedî derkevin, di heman demê de pêwîste bi hemû hêza xwe ji bo demokrat kirina civakê hîn zêdetie bixebite. Ya esas ew e ku divê bi ferasetê şer bê kirin. pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, destdirêjiya zayendî heye û hwd.. Divê em bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Rêber Apo dibêjie ‘Di vî aliyê de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin’. Ji ber vê yekê pêwîste em xwe ji hemû nakokî û kêmasiyan qezanc bikin, ew jî bi hêza ku Rêber Apo dide me em xwe rizgar bikin û maf û azadiya tevhî jinan mesoger bikin.

Di herî dawiyê de dîsa em dibêjin ku 8`ê Adara vê salê ji bo tevahî jinan pir cuda bû û bi biryardayinekî pir xurt asta têkoşîna xwe wê bilindtir bikin. Her wiha heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe em ê vê têkoşînê nedin sekinandin. Bi wesîleya 8’ê Adarê wê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê û hêzên hegemon, li hemberî hêzên desthilatdar mezintir û xurtir bibe. Çiqas em têkoşîna xwe mezintir bikin em ê ewqas bikaribin hêzên beramberî xwe lawaztir bikin. Ev têkoşîn bi şêwaza perwerdekirina civakê wê pêk were. Divê em li şûna tiştên ku hêzên hegemon di nav civakê de dane rûniştandin, felsefeya Rêber Apo bidin bicihkirin û wê ev jî bi têkoşîna me ya jinan were misogerkirin.”

Post Views: 126
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.