Birûc Resûl/Qamişlo
Rojnemevanên jin diyar kirin ku bi şoreşa jinê re serkeftinên pir mezin bi destê jinan hat bidestxistin û wiha gotin: “Em ê 8`ê Adarê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin, ne tenê rojek em ê her roj bikin 8`ê Adarê.”
Jinên cîhanê roja 8’ê Adarê weke roja berxwedan û têkoşînê pêşwazî dikin. Di dîrokê de jin ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve rastî neheqî û koletiyê hatiye. Zîhniyeta paşverû hewl dide jinan bixe bin kontrola xwe da ku jin nikaribin daxwaza mafên xwe bikin jin tevî van hemû entrîka û astengiyan jî bê tirs berxwedana xwe didomînin. Di vê çaçoveyê de Nûçegihana Ajansa NÛJÎNHA Şêrîn Mihemed û Rêveberiya radiyoye Star FM Lîlav Hesen ji Rojnemeya me re axivîn.
Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye
Şêrîn Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev destkeftiyên niha hatine bidestxistin ancamê wê tekoşîna jinê ye û wiha got: “Her rojekî ku di jiyana me de tê pêşxstin ango serkeftinên mezin tên bi destxistin, helbet ev ne bi rehetî tê bi ser xistin, ev hemî encama keda tekoşîne jinê ye. bê guman her jinek ji me bi hatine şoreşa Rojava re xwe naskir, her wiha ne ji tekoşîn û berxwedaniya ku jin da raberkirin wê niha gelek jin di malên xwe de bûn û nikarîbûn karê derve bi rêve bibin ya jî derketina jin ji male de bi serê xwe şermek dihat dîtin. Bê guman tekoşîn û berxwedaniya jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gihîşte encamekê ku niha jin bi rehetî kar û xebatên civakê didin meşandin û asta rêveberiyê jî dikin, êdî her kes ketiya wê qenatê ku jin bingiha civaka azade, ji ber ku azadiya civakê bi azadiye jinê ve girêdayî ye. lewma tenê em roja 8`ê Adarê wekî roja jinê nebînin, ji ber her gav û kêlliyê me bi tekoşîn û berxwedaniyê tê meşandin, pêwîste her roj roja jinan be û di civakê de pêroz lê were dîtin.”
Zext û êrişên li ser çapameniya jin
Nûçegihana Ajansa NÛJÎNHA Şêrîn Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Encamên têkoşîna 50 salî balkêş e. Pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengiya jinê, ronîbûna jinê ya bê navber, rêxistiniya wê û dînamîka têkoşînê her roj kir 8`ê Adarê. Em roja nû, jiyana nû, rojên Newrozê ku bihar e, bi rastiya têkoşîneke bi rêbaza bêhma pêşwazî dikin. Ne gelê me, ne jî tevgera me wê bi ti hincetê dest ji vê jiyanê bernede. Ev dilxwaziya azadiyê ya mezin wê ti carî bi me re kêm nebe. Belê zextên ku li ser çapemeniya Kurd a azad û bi taybet a li ser jinê tê kirinm, ne bombe û ne girtîgeh nikarin bi heqîqetê. Ew heqîqet di kenê Nazim û Cîhan de, di çavên Hêro û Gulistan de, di pênûsa Nagîhan û Azîz de, herî dawî jî di peyama dawî ya Egîd roj de mîna şahidiya ji dîrokê re diherike. Wê dagirkerî tu care nikar bin ku dengê heqîqetê bidin qut kirin, her ku zext û êrişên xwe li ser Rojnemevanan bi de meşandin, ewqas em xurt dibin. Jina îro ne jina berê ye ku îro jin li hemberî ewqas çeteyên xetir mîna DAIŞ`ê şer kir û hew.. ji ber vê yekê tu tişt tuneye ku çavê wê bişkîne. Di herî dawî de em cejina cîhanî a 8`î Adarê li tevahî jinan pîroz dikin û di vê rojê de en soze xwe ya tekoşîn û berxwedanê nûtir dikin.”
Tekoşîn û berxwedaniya jinan
Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Radiyoye Star FM Lîlav Hesen da zanîn ku dewlet her xwest ku di bin navê kevneşopiyên civakê û şeref û namûsê jinê bidin girêdan di heman demê de wê ji cewherê wê dûr bixin û wiha pê de çû: “Di destpêkê de em 8`ê Adarê li jinên qehreman, jinên ku niha di çeperên şer de ne, jinên azadîxwaz û dayikên şehîdan em pîroz dikin. Her wiha dema mijar dibe 8`ê Adarê mirov heycan digire, ji ber ku miha Adarê bi taybet ji bo kurdan xwedî ciheke bi taybet û girîng e, rastî gelê kurd rastî gelek êş û azaran bûn di heman demê de gelek komkujî li ser wan pêk hat, li kêleka wê jî rojên nû û pîroz hene ku tekoşîna û berxwedaniya van roja ji me re dide îfade kirin. bê guman 8`ê Adarê bi xemla xwe, 12`ê Adarê bi serhildan, 16`ê Adarê bi êşa helbçayê, 21`ê Adarê bi newroza xwe tê nasîn. Lewma em çiqas nerxandin li ser mih ango 8`ê Adarê bikin wê kêm be, ji ber ku ewqas miha Adarê ewqas binirxe. Lê eger em bias dîroka jin bikin û heya roja me ye îro ku bi sedî salan derbas bûye, dema xwestin jinan ji mafên wan bê par bihêlin û wan bidin pişaftin. Her wiha dewlet gelek êrişên cur bi cûr li ser jinan dan meşandin û gihîşta asta ku jinan dan şewtandin, dewlet difikirîn ku êdî jin nema ser dirake û wê bê deng kir. Lê na berovajî wê asta tekoşîn û berxwedanê bilindtir bû, jin ji bo hebûn û mafê xwe heya roja me ya îro bê navber teşînekî bê hempa dide meşandin, belê dewlet her xwest ku di bin navê kevneşopiyên civakê û şeref û namûsê jinê bidin girêdan di heman demê de wê ji cewherê wê dûr bixin.”
Şoreşa jinê
Lîlav di berdewamiya axaftina xwe de wiha go: “Em balê bikşînin li ser qada ragihandina jin ku çawa dewleta jin tenê ji bo rêklama bi kar tanî, her li pişt perdê jin hemî kar bi rêve dibir, lê mixabin li pêşiya ekranan ango kamîreyan tenê zilam dihat nîşandan dixwestin ji civakê re bidin diyar kirin ku tenê zilam dikare kar bike. yanî ewqas maf û keda jinê dihat binpêkirin. Lê ku em îro li Rojavayê Kurdistanê binêrin; bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a ku pêşkêşî jinan kir, her wiha şoreşa Rojava bi şoreşa jinan bi nav kir û jin jî xwedî li wê felsefê û erkê derket. Belê êdî jin xwe dinava her qadî de cih girt û bû xwedî rol û misyonekî girîng di civakê de û di qadên şer de, di nava vê şoreşê de jî gelek jin ji bo azadiya mafê jinê û civakê bedelên giran dan. Sîstema şoreşa Rojava bû numune ji tevahî cîhanê re.”
Rojnemavantî û jin
Rêveberiya Radiyoye Star FM Lîlav Hesen di dawiya axaftina xwe wiha got: “Îro em wekî Rojnemevan ku em binerxînin, rojnemevantî ne tenê tu li xwe binêrê, yan jî em çalakiyekî bişopînin, ne tenê eve. Rojnemavantî ew e k utu bibe deng û çavê civaka xwe ku tu çawa karibe ew êşên wan derbixe û xwedî li wan derkeve. Bê guman tişta herî êş ji bo me ew e ku heya niha em jinekî di bin destê zilamekî de bibînin û rastî tundiyê tê an jî di bin zehniyeta zilam- dewleta de jiyan dike. Pêwîste di vê aliyê de lêpirsînê ji xwe bikin, çima me nekarî bû xwe bihînin van jinan û wan ji tarîtiyê derbixin. Dema em buyerên kuştina jinan dibînin an jî dema ku tundî li ser tê meşandin, pêwîste em xwe lêpirsîn bike û xwe sucdar derbixin. Îro em berpisiyarê hevin, ji ber vê yekê hîn kêmanî tên jiyan kirin, ji îro û şûnda pêwîste em gavên hîn mezintir û xurtir pavêjin pêş û xwedî li mafê jinan derbikevin.”