Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi riya stranbêjiyê hewl didim êşa welatê xwe vebêj im’

10/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Bi riya stranbêjiyê hewl didim êşa welatê xwe vebêj im’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş / Qamişlo

Hunermendê kurd Alan Dirê`î diyar kir ku ew bi riya stranbêjiyê hezkirina xwe ji welatê xwe re diyar dike û wiha got: “Pêwîst e hunermendên êş, doz û berxwedana kurdan û hezkirina welat bighînin hemû cîhanê.”

Yek ji hunemendên Rojavayê Kurdistanê ku bi dengê xwe êşa welat ji cîhanê re dibêje, hunermend Alan Dirê`î ye.

Alan di sala 1997`an de li bajarê Amûdê jidayik bûye. Wî di temenê xwe yê 7 salî de dest bi fêrbûna muzîkê kiriye. Ji bo fêrkirinê ew tevlî perwerdeya fêrbûna muzîkê bû û gelek astên muzîkê derbas kirin.  Alan di gelek Fastevîlan û pêşbaziyên navneteweyî de beşdar bûye, di warê lêdana tembûrê de di 2009-2010 de li ser asta Sûriyê ew yê yekemîn derket.

Di derbarê muzîkjeniyê û stranbêjiyê de hunermend Alan Dirê`î ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Bandora Aram Dîkran li hunera min hebû’

Alan Dirê’î diyar kir ku ew ji temenk biçûk de bi muzîkê re mijûl bûye û wiha got: “Di aliyê muzîkê de bandora bavê min li min hebû û  piştgiriya min dikir. Wî dît ku ez ji muzîkê hez dikim û jêhatiya min tê de heye. Ji dema ku ez biçûk bûm, min her tişt ji xwe re dikr weke amûreke muzîkê û lê dida. Bandora herî mezin ku li min bû ji aliyê Aram Dîklan bû, hewiha bandora Mihemed Arif Cizrawî û Tehsîn Taha jî li min hebû. Ev asta ku ez gihiştimê heta dema niha tu astengiyên mezin bi min re derbas nebûne,  ji ber malabata min piştgiriya min dikin. Lê ji bo derxistina kilîpan zehmetî di ware aborî de derket pêş min.”

‘Muzîk riyeke ku tu karibe hestên xwe parve bike’

Hunermend Alan Dirê`î anî ziman ku muzîk nameyek ewê heye, ew jî xizmeta mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: “Min xwest ku vê nameyê bi kar bînim û ji bo min muzîk jiyan e û hezkirin e. Ev êş û zordariyên  ku di jiyanê de çêdibin, ez dikarim bi riya muzîkê û stranbêjiyê derxim holê. Herwiha mijarên girêdayî civaka me û êşên kurdan dikarim bi riya stranbêjiyê bêjim. Stranbêjî riyeke ku tu karibe êşên xwe û yên civaka xwe hem doza gelê kurd diyar bike ji cîhanê re.”

‘Di vê piştgiriya hunermendan were kirin’

Hunermend Alan Dirê`î axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji gelê kurd dixwazim  piştgiriya hunermendan bike. Herwiha ji tomargehên deng, kampaniyên montacê û kenalên kurdan daxawaz dikim ku piştgiriya hunermendên kurd bikin. Ji ber ku dema zehmetî nebin hunermend dikare tiştên pir binirix biafirîn e. Zehmetî û zordariya ku bi kurdan re derbas dibe  bi riya stranan hatiye gotin, lewma di vê piştgiriyekê bidin van stranbêjan ji bo ku berdewam bikin. Herwiha banga min ji hunermendên nûhatî  re ew e ku bi zimanê xwe stranan bibêji in,  ji ber ku hunermend dema ku bi zimanê xwe stran dibêje, civaka wî jê hez dike.”

Berhemên hunermend Alan Dirê`î ev in:

-Strana bi navê Keçko.

-Strana bi navê Çavgirtîng.

-Strana bi navê Te himêzkim.

-Strana bi navê Dûrbûn.

-Strana bi navê welatê min.

-Strana bi navê Şervanên Rûmetê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.