Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Koka şoreşê çand û huner e’

10/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Koka şoreşê çand û huner e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Amûdê

Rêvebera Çand û Hunera bajarê Amûdê Bêrîvan Elî diyar kir ku gelek komên hêja di nava çand û hunerê de cihê xwe digirin. Herwiha ev kom amedekariyên xwe ji bo 8’ê Adarê û Cejna Newrozê dikin û got, “Em êrişên dewleta Tirk nakin kelem li pêşiya berdewamkirina xebatên xwe.”

Li her derê cîhanê mirov bi çand û hunera xwe tê naskirin û xuyakirin. Lê pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikirin, bi taybet gelê kurd ji ber qedexeya li ser çand û hunera xwe, ji xebatên çandî û hunerî hatibûn dûrxistin, xebatên ku dihatin kirin jî bi rengekî veşartî bû. Di heman demê de her çiqasî zextên desthilatdaran li ser çand û hunerê hebûn jî, lê gelê kurd heta astekê hebûna çand û hunera xwe parastin. Bi çirozka şoreşê êdî pêşketin di hemû daqan de hate kirin. Yek ji qadê herî bi bandor û xwedî rol di belavkirina ruhê şoreşgerî de çand û huner bû. Çand û huner êş, azar, koçberî, kêfxweşî û berxwedaniya gel kêlî bi kêlî bi rêya stran, şano, helbest, dîlan, wêne û hwd…dike berhem û belav dike. Herwiha dibe deng û rengê gel.

Derbarê kar û xebatên Çand û Hunera bajarê Amûdê, herwiha amedekariyên wan ji bo 8’ê Adarê û Cejna Newrozê, rêvebera Çand û Hunera bajarê Amûdê Bêrîvan Elî ji rojnameya me re axivî.

Bêrîvan Elî diyar kir ku çand û huner neynika civakê ye û wiha got: “Koka şoreşê vedigere çand û hunerê, ji ber ku yên herî zêde nêzî gel û civakê hunermendin ku bi riya berhemên xwe her tiştên di dilê gel de derdixîne pêş çavên cîhanê. Di heman demê de dibin dengê gelê xwe. Lê em weke gelê kurd berî şoreşê ji çanda xwe dihatin dûrxistin. Lê dema ku şoreş hate destpêkirin êdî navendên çand û hunerê hatin avakirin, ew jî destkeftiyên şoreşê ku bi berdêlên giranbuha hatin bidestxistin. Yek ji wan destkeftiyan vekirina Çand û Hunera bajarê Amûdê bû. Em weke çand û hunera Amûdê gelek xebatên pîroz didin meşandin û bi hemû şahiyên li bajarê Amûdê radibin û komên me pranî rolên xwe di van şahiyan de dilîzin.”

‘Gelek kom di nava çand û hunera Amûdê de cih digirin’

Bêrîvan Elî diyar kir ku gelek kom di nava çand û hunera Amûdê de cihê xwe digirin û wiha got: “Di nava Çand û Hunera bajarê Amûdê de gelek komên giranbuha û hêja cih digirin mîna Koma Şehîd Rîhan a dayikan. Di nava vê komê de nêzî 20 dayik cihê xwe digrin. Ev dayik da ku kevneşopiyên Amûdê û herêmê winda neçin, her li ber çavan derbas dikin. Koma şehîd Rîhan bi vê rolê dilîze û komeke xweser e. Koma Agirî komeke hêjaye duyemîn koma ku Rêber Apo avakiriye. Beşê yekem ê koma Agirî li Helebê ye û Koma Agirî ya Amûdê jî heye. Herwiha endamên koma şehîd Agirî ji destpêka şoreşê de ne û nêzî 13 endamên xwe hene. Ev kom her û her li pêş dikeve û di heman demê de bi stranên xwe navdarin. Koma Agirî di destpêka şoreşê de bi hemû rola xwe radibû, lê niha piraniya xwe di nava muzîkê de cih digirin, ji ber ku niha beş hatine berfirehkirin. Koma şehîd Delîla ya xweser jî, ji 10 heyanî 15 endama ye. Koma wêne jî 20 şagirtên xwe hene. Koma şehîd Yusra ya Şano ew jî xweser e, ev kom endamên xwe li gorî şanoyê dimînin, dema ku şano çiqas endaman hewcet bike, li gorî wê endam hene. Koma Şehîd Mizgîn a Dîlanê ya giştî jî cihê xwe di nava çand û hunera bajarê Amûdê de digir e. Ev kom jî, ji koma govendê pêk tê û 6 jin û 6 mêr cihê xwe têde digrin.”

‘Em ji bo 8’ê Adarê û Cejna Newrozê xwe amede dikin’

Bêrîvan Elî di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku ew di nava amedekariyên 8’ê Adarê û Cejna Newrozê dê ne û wiha got: “Em ji meha yekê de, di nava amedekariyên 8’ê Adarê û Cejna Newrozê de ne. Hemû kom bi boneya nêzîkbûna van cejnan xwe amede dikin. Koma wêne niha ji bo 8’ê Adarê tabloyan li ser jinan xêz dikin. Herwiha Koma şehîd Yusra amedekariyên şanoyan ji bo 8’ê Adarê û Newrozê dikin. Di nava vê şanoya ku wê were pêşkêşkirin de 5 lîstikvan cihê xwe digirin. Koma Şehîd Rîhan jî, ji bona van cejnan dixebite. Di heman demê de ji bo 8’ê Adarê her sal pêşengeheke jin, ji aliyê Desteya Çandê ve tê lidarixsitin û mamosteyên hemû bajaran beşdarî vê pêşengehê dibin, çand û hunera Amûdê jî cihê xwe di nav de digire. kom keç û xoran jî bi dîlanên şoreşgerî dadikevin festîval, şahî û Newrozan. Ji xwe Kilîpên me jî, ji bo sala nû hene. Koma Giştî li ser 2 kîlpan dixebitin û koma xweser li ser kilîpekê dixebite, ev kilîp me şandiyê istîdyo, dema bên hazkirin wê werin weşandin.”

‘Gava çand nemîne şoreş bê wate dibe’

Bêrîvan Elî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nabin kelem li pêşiya berdewamkirina xebatên wan û wiha got: “Civak rola çandê sereke dibîne. Lewra em êrişên dewleta Tirk nakin sedem ku em xebatên xwe rawestînin. Ji ber ku dijmine û her wê êrişan bike, dijmine û her dixwaze qirkirinê bike. Dijmin dixweze di qirkirina çandê, doza gelê kurd winda bike. Di heman demê de çand û huner rola sereke ya şoreşê ye, gava çand nemîne şoreş jî bê wate dibe. Tevî ku kesayetên me yên girabuha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin û şehîdxistin, mîna şehîd Rêber, Bavê Teyar û gelek xebatkatên din ên çand û hunerê şehîd bûn e, lê ew ji me re dibin hêza ku em bêtir li ser rêya wan xebatên xwe bidin meşandin û li pêş bixin. Çand û huner li pêşiya her kesî vekiriye û di hemû aliyan de em bi civakê re dibin alîkar. Armanca me ew e ku ciwanên pêşerojê pêş bikevin, xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Ji ber çand û huner wê bi ciwanên xwe were avakirin, bi pêş bikeve û bimîne.”

Post Views: 92
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.