Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ziyad Rustem: Ji ber êrişan kirîza elektirîk û avê tê jiyan kirin

10/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ziyad Rustem: Ji ber êrişan kirîza elektirîk û avê tê jiyan kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê Desteya Enerjiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ziyad Rustem diyar kir ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser stasyonên elktirîkê û bi tayîbet Bendava Tişrînê, bi hezaran welatî bê elktirîk jiyan dikin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziya herêmê, bi taybetî ji ber hedefgirtina stasyonên elktirîk û avê, bi hezran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji peydakirina av û elektirîkê de zihemetiyan dibînin.

Di derbarê êrişên li ser binesaziya herêmê Hevserokê Desteya Enerjiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zîyad Rustem ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji ber êrişên dewleta Tirk binesaziya herêmê ji kar ketiye’

Ziyad Rustem anî ziman ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîza elktirîkê tê jiyankirin û wiha got: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke berferihe û pêdiviya wê bi hezar û 340 MW’î ji elektirîkê heye. Bendavên herêmê ên sereke bendava Tişrîn, Firat, Azadî û Siwêdiyê ye. Hilbirîna elektirîkê ya van bendavan beriya êrişên dewleta Tirk digihişt nêzî 300 MW’î. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2024`an de bi belafirên xwe yên bêmirov êrişî stasyona Siwêdiyê û Bendava Tişrînê kir. Di encama van êrişan 12`ê torbîn li Siwêdiyê ji kar derketin û bi sedema êrişên li ser Bendava Tişrînê bendav ji kar derket. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê elktirîka ku tê hilbirandin tenê  100`MW’e. Bêguman ev bandorê li her tiştî dike, niha divê demê de stasyona Siwêdiyê kar nake û bendava Azadî 15`MW’î hildibrîne, herwiha bendava Firatê 100 MW`î hildibrîne. Ev eletirîk ji bo navendên xizmetguzariyê weke nexweşxane û nangehan tê şandin. Lê gelên herêmê bê elektirîk dimînin.”

 ‘Êrişên li ser stasyonên elktirîk û avê sucekî dijmirovî ye’

Ziyad Rustem da zanîn ku stasyona Elok ya avê ji sala 2019`an ve ji kar ketiye û wiha domanid: “Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê stasoyona Elok a avê dagir kirin, stasyon ji kar ket. Ji ber vê yekê tevahiya welatiyên bajarê Hesekê bê av dimînin. Çend caran Rûsya û  UNCF hewl dan ku çareserkiyê ji stasyona Elok re bibînin, lê mixabin heta dema niha ev pirsgirêk nehatiye çaresekirin. Ji ber êrişên li ser bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bendav ji kar ketiye. Ji 7`ê Çileyê û heta îro Rêxistina UNCF û  Xaça Sor hewldan ku derbasî bendavê bibin, da ku girûpên karmendên bendavê bugherin, lê mixanbin nikarîbûn derbas bibin. Ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve erêkirin nehate kirin, ji ber ku êrişên li ser bendavê nehatin rawestandin. Pêwîste dewletên navnetewî û saziyên mafê mirovan bi karê xwe rabin û rê li ber êrişên dewleta Tirk a bigirin. Êrişên li ser stasyonên elktirîk û avê sûcekî dijmirovî ye.”

 ‘Pêwîste saziyên navnetewî bi me re bibin alîkar’

Ziyad Rustem axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber êrişên li ser bendavê xeteriyeke mezin li ser bendavê heye. Dema ku dagirkeriya tirk êrişî bendavê dike bendav bi tavahî zirarê dibîne. Herwiha Bendava Tişrînê  2`milyar m3 av dihewîne. Eger hat û hilweşiya wê karîseteke mezin pêk bîne. Ji ber vê yekê pêwîste saziyên navdewletî alîkariya me bikin, ji bo ku em pirsgirêka elktirîk û avê çareserbikin. Di heman demê de em dixwazin bi riya saziyên navnetewî, Rêxistina UNCF û Xaça Sor girûpên çeksaziyê derbasî bendavê bibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.