Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û spor

10/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Jin û spor
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî keleş /Qamişlo

Bi saya şoreşa Rojava jin karî di hemû qadan de cihê xwe bigire, yek ji wan qadan jî spor bû. Jin karî xwe di vî warî de jî îsbat bike û roleke girîng bilîze.

Tevî şer, şert û mercên dijwar di hemû waran de, di sala 2015’an de li bajarê Qamişlo tîm ji bo fitbola jinan dest pê kir û piştî wê pêngav bi fermî bi lîsansa ku Klûba Qamişlo di sala 2016’an de ji Desteya Werzîşê ya parêzgeha Cizîrê wergirtibû dest pê kir, di sala 2017’an de yekemîn lîga bajarê Qamîşlo di goka jinan de pêk hat. Ji wê demê û şûn ve gelek tîmên jinan hatin vekirin.

Di derbarê fêrbûna jinan ji sporê re lîstikvanên yaneya Stêrk Sîma Bazîr, Sîhavîn Bîjo û Robîn Ibrahîm ji Rojnameya me re axivîn.

Sîma Bazîr diyar kir ku spor gelekî sûda wê li bedena mirov heye û wiha got: “Spor laş xurt dike û enerjiyê dide. Nîvê roja xwe bi fêrbûna gogê re derbas dikim, ev saleke min e ku ez xwe fêr dikim, bûye tiştekê bingehîn di jiyana min de ku ez nikarim roja xwe derbas bikim bêyî ku ez gokê bileyzim. Topa lingan lîstikeke cîhaniye, ku gelek kes pê mijûl bûne û hezkirina wan ji fêrbûna wê re heye, yek ji van kesên ku hezkirina wan ji goka lingan re heye ku bi dilek kêfxweş ez gokê dileyîzim û di leystika wê de pêş dikevim. Wek jin astengiya ku bi min re derbas dibe ji aliyê bedena min e ku laşê jinan ne wek yê xortan xurte, masûlkeyên laşê me radewestin. Lê ev nabe astengiyek mezin li ber me ku em hobiya xwe ya fêrbûna gogê bikin.”

Di heman demê de Sîhavîn Bîjo da zanîn dema ku ew bi gogê dilîze kêfxweş dibe û wiha got: “Dema ku ez berê xwe didim lîstikgehê, ez li wir ez her tiştî ji bîr dikim û bi hevalên xwe re bi gogê dilîzim. Kesên werzîşvan hertim di nav civakê de bandora wan heye. Herwiha Divê kesên ku bi sporê ve mijûl bibe, îradeya wan xurt be û li du hopiya xwe ve herin.  Zehmetiyên ku bi me re derbas dibin dema ku em bi gogê dilîzin, em gelek caran birîn dibin, lê ev nabe astengiyek mezin li pêşiya lîstika me ya bi gogê. Xwesteka min heye ji jinên ku dixwazin fêrî gokê bibin ew e ku bila nehêlin tu tişt li ber xwestekên wan bisekine ji ber di pêşerojê de wê rola wan di pêşxistina civakê de hebe.”

Di heman çarçoveyê de Robîn Ibrahîm balkişand ser girîngiya sporê û wiha got: “Min ji nav sporê lîsteka gogê hilbijart ji ber hezkirina wê di dilê min de heye, herwiha di cîhanê de ji aliyê sporê ve goga lingan ya herî bi nav û denge. Ji zaroktiya xwe ve min ji goka lingan hez dikir û hopiya min bû, ev bû sedem ku ez pê mijûl bûm. Di vê mirov cesareta wî hebe û îradeya wî xurt be ji bo ku li dû xewnên xwe be. Astengiyê bi min re derbas bûn di demên pêşî dema ku min dest bi lîstika gogê kir, ji aliyê civakê ve bû ku digotin tu jinî û bi van karan mijûl nebe, lê bi demê re min nema êdî ev gotin dibhêstin. Ji ber min dest ji hopiya xwe berneda û hertim hewil didim ku xwe pêşbêxim. Herwiha gotina min ji jinên ku dixwazin bi sporê ve mijûl bibin ew e, ku xwe pêşbêxin û li benda kesî nemînin.”

 

Post Views: 87
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.