Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JIN TV; Deng û îradeya jinên azadîxwaz

10/03/2025
in JIN
A A
JIN TV; Deng û îradeya jinên azadîxwaz
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kenala JIN TV di 8’ê Adara 2018’an Roja Jinên Têkoşer a Cîhanî de dest bi weşana testê kir. Xebatkarên JIN TV bi kamîre û pênûsên xwe rastiya civakê û bi taybetî ya jinan derdixin holê. Herwiha li dijî medyaya sereke ya zayendîparêz xebatên girîng didin meşandin.

Ji aliyê Weqfa Newaya Jinê ve di 9’ê Çileya 2018’an de, di salvegera şehadeta her 3’ê jinên kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hat ragihandin ku wê kenaleke taybet bi jinan vebe. Kenala Jinan JIN TV di 8’ê Adara 2018’an roja jinên têkoşer a cîhanî de dest bi weşana testê kir û bi awayekî fermî di 30’ê Hezîrana 2018’an de bi dirûşma “Dengê jinê rûyê jiyanê” dest bi weşana fermî kir. Kenal JIN TV bernameyên xwe bi zimanê Erebî, Tirkî û hemû zaravayên Kurdî weşana xwe pêşkêş dike. Li Kurdistanê weşan dike û navenda wê li Ewropa (Holanda) ye. Jin TV weke yekemîn kenala li Kurdistan û duyemîn kenala li cîhanê ku bi destên jinan hatiye damezrandin. Jin TV ji bo bibe dengê resen ê hemû jinên Kurd, jinên herêmê û cîhanê xwe li welat û derveyî welat bi rêxistin kiriye. Herwiha xeyalên Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û hemû şehîdên jin ên Ragihandina Azad pêk tîne.

JIN TV li tevahî cîhanê dibe dengê jinê

Navenda sereke ya Kenala JIN TV li Holenda ye. Beşên wê jî li tevahî cîhanê hene. Herwiha navenda 2’emîn ku weşana zindî lê tê kirin li Rojava ye. Wekî din jî beş û ekîbên wê li her deverê hene. Li Rojava bi giştî beşê wê hene, li Mesir, Tûnis û Sûriyê jî nûçegehanên wê hene û xebatê didin meşand. Li cihên din jî bi rêka van nûçegehan ew xwe dighînin çalakî an mijarên taybet. Wekî din navendinên girêdayî beşa ekîbên kenalê li Reqa, Tebqa, Kobanê û ya bingehîn li kantona Cizîrê ye. li Bakur Kurdistanê ekîb û li Başûrê Kurdistanê jî navenda wê heye. Li navenda wê ya kantona Cizîrê beşa Erebî û Kurdî  lî hatiye zêdekirin. Herwiha li navenda wê ya sereke nûçeyên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Soranî tên pêşkêşkirin. Navenda Rojava jî weşana Erebî bi temamî dike û di nav re bernameyên kurdî ne. Ekîba Bakur jî ramyariya wê hinekî cûdayî ye ku nikare her tiştê li wir bînin ser ziman. Di heman demê de JIN TV li tevahî cîhanê dibe dengê jinê.

Jin TV bi hebûna jinê ye

Ragihandin û televîzyon li ser asta cîhanê ji aliyê pergala mêr û kapîtalîzmê ve tê meşandin. Herwiha rûyê ked, hebûn, dîrok û jiyana jinan heta niha li tu ragihandinê derneketiye pêşberî cîhanê. Lê JIN TV bi deng û rengê xwe dîrok, rastî, têkoşîn û hebûna jinan derxist holê û dengê tevahî jinan ji bo raya giştî belav kir. Yek ji wan cihan jî Rojavayê Kurdistanê ye ku şoreşa jinan lê pêk hat û jinên ku bi pêkhateyên cur be cur dijiyan ji desthilatdarî û tundiya heyî re gotin êdî bes e. Lewra rola JIN TV li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e ku bibe dengê tevahî jinan. Îro xebatkarên JIN TV bi kamîre û pênûsa xwe rastiya civakê û bi taybetî ya jinan derdixin holê.

JIN TV îradeya jinên azadîxwaz e

Ji dîrokê bigre heta roja îro her dem keda jinan tê xwarin, lê bi rêya kenala JIN TV keda jinan tê eşkerekirin. Heta niha jî tundî li ser jinan heye, lê xebatkarên JIN TV bi pênûs û kamîreyên xwe wan tundiyan derdixin holê û di ekranên xwe de teşhîr dikin. Di heman demê de hêz û vîna jinan jî di ekranên xwe de pêşkêş dikin. JIN TV îrade û kedeke mezin jêr divê, cûdayî kar giştî ye. Bi taybet kenaleke bi vî rengî ku jin bi tena serê xwe kar û xebatê rojnemevantiyê dide meşandin. Li pêşberî xebatên JIN TV de helbet wê zehemetî hebe, lê tevî van zehmetiya jî JIN TV gavên serkeftî avêtin û xebatên xwe roj biroj pîş dixe.

JIN TV bi avabûna xwe şoreşa ragihandina jin pêk anî

JIN TV ji destpêka avakirina xwe ve ji bo civaka ku her tim digotin jin nikare bi tena xwe kar bike û kar bi rêve bibe, bersiv da û got ez ê hemû jinên cîhanê hembêz bikim, kar bikim û ez ê bibim zimanê tevahî jinan. Ev gava yekemîn e ku li cîhanê kenaleke ji bo têkoşîn û berxwedaniya jinan hatiye avakirin. Di heman demê de hemû xebatkar û rêveberên wê jî, ji jinan pêk tên. Çawa tevahî jinên cîhanê îlhama xwe ya herî mezin ji şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê girtin, JIN TV jî bi avabûna xwe şoreşek pêk anî. Li kenala jinan JIN TV hemû beşên cûda yên ku jinan eleqedar dike hene. Herwiha dema ku li dîmen, nûçe, dosya ango bernameyan tê temaşekirin, mirov hîs dike ku bi dest û keda jinan hatiye çêkirin.

JIN TV li dijî medyaya sereke ya zayendîparêz e û nirxê jinê berbiçav dike. Kenalê jinan, bi wê îdîayê ye ku ji dinyaya jinê re bibe eyînik. JIN TV li dijî tundiya li ser jin û zarokan e, ên ku tundiyê dikin wan teşhîr dike.

Post Views: 99
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.