Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji 7’emîn Mihrîcana Osman Sebrî 6 dîwan hatin îmzekirin

10/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji 7’emîn Mihrîcana Osman Sebrî 6 dîwan hatin îmzekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Desteya Çandê û Dîwana Wêje, 6 dîwanên ku di pêşbirka 7’emîn a Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de xelat wergirtibûn, bi ahengekê û bi tevlîbûna gelek rewşenbîran li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo îmze kir.

Di 2’ê Mijdara sala 2023’an de Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê bi beşdarbûna gelek helbestvanên Rojava, Sûriyê û kurdên li derve dest pê kir. Di encamê de 6 helbestvanî xelat wergirtin û berhemên wan hatin çapkirin, îro jî her 6 dîwan bi ahengekê hatin îmzekirin.

Dîwanên ku îmze bûn jî ev in: Dîwana ‘Çil û Çar Kêlî’ ya helbestvan Mîdiya Berekat, bi kurdî bû, dîwana ‘Sebra Gamasî’ ya Kamiran Hedilî, bi zimanê kurdî bû, Dîwana ‘Pêlname’ ya helbestvan Ebûd Mexso, bi zimanê kurdî bû. Dîwana Cîdariyat Elmaa Welremil a Mehmûd Ebdo, bi zimanê erebî bû, dîwana ‘Ercûkim Qebl En Emût’ a helbestvan Diyaa Iskender, bi zimanê erebî bû û dîwana ‘Ehras Lîdefair Jîna’ ya Ebdilbarî Ehmê bi zimanê erebî bû.

Ev berhem ji hêla Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve îmze bûn, herwih gelek rewşenbîr, nivîskar û helbestvan amade bûn.

Berî ku ahenga îmzekirinê dest pê bike, hemû kesên amade tevlî xuleka bêdengiyê bûn.

Piştî wê bi navê Desteya Çandê Ebdilmecîd Xelef derbarê lidarixstina ahenga îmzekirinê wiha got: “Em spasiya hemû endamên Dîwana Wêjeyê û Desteya Çandê dikin ku ev saleke hewil didin ku van berheman çap bikin. Herwiha helbestvanên ku di pêşbirka mihrîcanê de bi ser ketin, kedeke mezin dan, em wan pîroz dikin û hêvî dikin ku her û her ew berhemdar bin.”

Piştre bi navê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Narîman Evdikê wiha anî ser ziman: “Wekî em dizanin berê Mihrîcana Apê Osman salane bû, lê bû her du salan salekê li dar dileve. Salekê mihrîcan li dar dikeve û sala din jî pirtûk tên çapkirin. Lewma jî me bi navê Apê Osman Sebrî pirtûkxanek vekir ji bo berhemên ku ji mihrîcanê derketine, kom bibin û pirtûkxaneya kurdî dewlemend bibe. Herwiha me xwest ku hemû cureyên wêjeyî tevlî mihrîcanê bikin. Ji ber vê yekê jî wê pêşbirka îsal wê derbarê deqên şanoyê be, em ê di xemeke nêz de şertûmercên pêşbirkê ragihînin, pêwîst e şanonivîsên me jê re amade bin.”

Piştî wê jî hunermend Behaa Şêxo çend stran gotin.

Herwiha helbestvan Diyaa Iskender derbarê naveroka pirtûka xwe de wiha rave kir: “Dîwana min a bi navê ‘Ercûkim Qebl En Emût’ ango bi hêvî me sê hêviyên pêk werin berî ku ez bimirim. Hêviya min a yekem ew bû ku ez bi çavê xwe hilweşandina rêjîma Beisê bibînim, ev hêvî pêk hat, lê rêjîmeke din a xirab kete cihê wê. Hêviya din pêkanîna xewn û xeyalên kurdan ji bo doza wan, banga Rêber Apo ji bo gelê kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyê û Sûriyê riya çareseriyê ye, ji bo wê jî dixwazim rêbertî azad bibe. Herwiha xewn û hêviya din ku doza gelê Filestînê çareser bibe.”

Herî dawî dîwan ji hêla helbestvanan ve hatin îmzekirin û li hemû kesên amade belav bûn.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.