Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîranîna salvegera dilovaniya Hunermendê Nemir Mihemed Şêxo

09/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Bîranîna salvegera dilovaniya Hunermendê Nemir Mihemed Şêxo
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, bi dirûşmeya “Huner rihê civakê ye” hunermendê Kurd Mihemed Şêxo bi salvegera dilovaniya wî ya 36’emîn de bibîranî.

Mihemed Şêxo ku navê wî yê rast Mihemed Salih Şêxmûs Ehmed e, bi navê “Bavê Bext” jî tê naskirin. Di Sibata 1948’an de, li gundê Xecokê yê Qamişloyê, weke mezinê 11 xwişk û birayan, ji dayîk bûye. Beriya ku biçe dibistanê li cem melayê gund fêrî xwendina Erebî û Quranê dibe, lê ji ber astengiyên aborî yên malbata xwe dereng dest bi dibistanê dike. Di sala 1967’an de ji ber şerê navbera Sûriye û Îsraîlê, li Sûriyeyê perwerde rawestiya û jiyana aborî têk çû. Di wê serdemê de neçar ma ku dev ji xwendina xwe berda û debara malbata xwe ya jiyanî bidomîne. Mihemed Şêxo di hemû jiyana xwe de rastî belengazî û hêjariyê hat. Di 9’ê Adara 1989’an de di 41 saliya xwe de bi hesreta Kurdistanê koça dawî kir.

Di boneya salvegera dilovaniya hunermendê navdar Mihemed Şêxo ya 36’emîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo TEV-ÇAND û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi bernameyekê hunerî hunermend Mihemed Şêxo bîranî. Bi amadebûyina saziyên Rêveberiya Xweser welatî û malbata hunermend Mihemed Şêxo demijmêr 14:00 de, bi xuleya rêzgirtinê destpêkir û axaftinên mêvanan berdewam kir. Pêşkeşvaniya bernamê jî di aliyê Delîl Doxan ve hate kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê Hesen Şêro got ku nemirin weke Mihemed Şêxo nirxên civakî ne û wiha got: ” Em di salvegera dilovaniya hunermendê dildar Mihemed Şêxo ya 36’emîn de bibîrtinin û bejna xwe li ber wî tewînin. Mihemed Şêxo bi hunera xwe şoreş ava kir û ev mîrate ji mere hişt. Divê em wê mîratê biparêzin û bigihînin lûtkeya dawiy ê. Dîsa em dibêjin Mihemed Şêxo navê nişaneya Kurdistanê ya hunera resen e.”

Li ser navê malbata Mihemed Şêxo birayê wî Hecî Hemîd Şêxo axifî û wiha anî li ser ziman “Mihemed Şexo ne tenê birayê me bû, di heman demê de palpişta me bû. Xwe oxira Kurdistanê de kiribû navnîşan û sembolekê azadi yê. Demê rejîma Baas ya ku hatiye hilweşandin pir zext û zordarî dît û dîsa jî li berxwe da. Em ê weke malbata wî hertim li ser şopa wî bin û doza wî ya Kurdistanî û hunerî bişopînin.”

Piştî axaftinan hunermend Bengî Adem, Amir Remo û hunermend Şahî bi stranên Mihemed Şexo rojekê têr û tijî li tameşevanan da jiyankirin û bîranina hunermend Mihemed Şêxo bidawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.