Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pîşeya çêkirina pîlavan ber bi tunebûnê ve diçe

09/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pîşeya çêkirina pîlavan ber bi tunebûnê ve diçe
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş / Qamişlo

Welatiyê bi navê Xelîl Hito ji beriya 46 salan û heta niha  bi heskirin di pîşeya çîkirin û tamîrkirina pîlavan de kar dike. Lê ji ber kêmbûna bikaranîna pîlavan karê wan kêm bûye û ew zehmetiyan dibînin.

Beriya pêşketina têknolojiyayê, karê çêkirin û temîrkirina pêlavan pîşeyeke girîng bû. Lê bi pêşketina ku di hemû aliyan de tê jiyan kirin, pîşeya çêkirina û tamîrkirina pêlavan ber bi hilandinê ve diçe. Lê bajarê Qamişlo jî tenê jimareke biçûk ji kesên ku di pîşeya çêkirin û tamîrkirina pîlavan de cihê xewe digirin, mane. Ew kes jî bi temamî xwedî temenên mezinin û ji bo debra jiyanê bînavber karê xwe dewam dikin. Yek ji wan kesan jî ku salên dûr û dirêj  vî karî dide meşandin, welatiyê ji bajaeê Qamişlo Xelîl Hito ye.

Derbarê pîşeya çêkirina pêlavan, welatiyê bi navê Xelîl Hito ku 46 sal in vî karî dide meşandin, Ji Rojnameya me re axivî.

Xelîl Hito anî ziman ku ew ji zaroktiya xwe ve bi çêkirina pêlavan mijûl bûye û wiha got: “Ez ji beriya 46 salan karê çêkirina pêlavan dikim, ev kar bû weke jêhatiyê ji min re û ez bi dilekî xweş û bi kêf pêlavan çêdikim. Min gelek karên din kirine beriya vî karî, lê dema min dest bi çêkirina pêlavan kir hezkirineke min ya mezin jê re çêbû û ji wê demê û heta niha ez karê xwe bi heskirin dikim. Ev kar bêhin firebûn jê re hewce dike û di vê tu jê hez bike, herwiha pêlav mûdelin pir kevnarin ku ji beriya sedê salan ve hebûn û mirovan ew bikar dianîn. Li navçeya me berê gelek kes ev kar dikirin, lê belê niha tenê çend kes mane. Lewma karê bi vî rengî hêdî hêdî dimrin û tên pişaftin. Ji ber pêşveçûna teknolojiyê hem pêlavên nesaxlem tên çêkirin hem jî karên bi vî rengî êdî li bazarê muşteriyên wan namînin.”

Xelîl Hito di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çêkirina pêlavan ku ji demên kevin ve heye di dema niha de pir kêm bûye, ji ber çanda lixwekirina pêlavan pir kêm bûye. Herwiha pêwistiyên çêkirina pêlavan ku ji Şam û Helebê tên buhaya wan zêdeye, sedema wê jî gumrik e. Ev sedem bi giştî dibe zehmetî li pêş karê me.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.