Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Desteya Têkiliyên Dîplomasî a PYD`ê Îlham Mihemed diyar kir ku 8`ê Adarê qada têkoşîna jinan e û ew ê her roj li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind bikin û ji bo parastina destkeftiyên jinan li berxwe bidin.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav şoreşê de şoreşek din ava kirin. Di şoreşa ku bi şoreşa jin tê pênasekirin, ev 13 sal e berxwedanek bê hempa tê meşandin. Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê jin di qada leşkerî, dîplomasî, siyaset, çand û hûner û hwd de xwe rêxistin kiriye û sîstema xwe ya xweser dide meşandin. Jin li Bakur û rojhilatê Sûriyê ne tenê di 8’ê Adarê de, di tevahiya rojên salê de bi hemû hêza xwe li dijî sîstema mêlrê serdest têkoşînê dide meşandin.
Di vê çarçoveyê de endama Desteya Têkiliyên Dîplomasî a Partiya Yekîtiya Demokiratîk PYD`ê Îlham Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
‘Di dîrokê de mafê keda jinê hatiya xwarin’
Îlham Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 8`ê Adarê û wiha got: “Ez cejina 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û di heman demê de jinên tekoşer yên ku niha di çeperên şer de cihê xwe digirin, pîroz dikim. Roja 8`ê Adarê ji bo tevahî jinên cîhanê rojeke pîroz û bi nerx e. Bê guman ev roj jî ne ji xwe bûye rojekE cîhanî, helbet kedek û berxwedaniyekî pir mezin hatiya dayîn heta ku em gihîştin vê rojê. Ji ber ku jin di dîrokê de her hatibû windakirin û mafê wê hatibû xwarin. Jin di hemû aliyan de hatibû dûrxistin û dengê jinê hatibû qutkirin. Tenê ji bo ku jin dernekeve pêş û civakê bi rêve nebe, her cureyên şer li ser dihat meşandin. Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku çiqas mafê keda jin hatiye xwarin, jin her ked dide û zilam jî di dîrokê de digot ez û keda min, ew keda ku jin dide ne tanîn li ser ziman û di dîroka xwe de nenivîsandine. Tenê li gorî dîroka serdestan çend jin hene ku navên wan hatine nivîsandin, ji ber ku ew jî kedek pir mezin dan û di heman demê de tekoşîn kirine, mîna Zenûbiya, nefertîtî, Eştar û Şeceret El-Dur. Her wiha heya roja me ya îro jî jin her li hemberî vê zehniyetê û desthiledariyê şer û tekoşîn dike û roj bi roj asta tekoşîn û berxwedanê bilindtir dike, tenê ji bo ku mafê xwe yê azadî û demokrasiyê bidest bixe her li qadan e û têkoşîn dike.”
‘Bi saya felsefeya Rêber Apo jin ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû’
Îlham Mihemed da zanîn ku miha Adarê meha berxwedanî û tekoşînê ye û wiha pê de çû: “Miha Adarê meha guhertin û veguhertinê ye, mehek tijî êş û şahiye, meha tekoşîn û berxwedanê ye. Wek tê zanîn ku miha Adarê ji 8`ê Adrê ve dest pê dike, her tişt bi pêşengtiya jinê tê destpêkirin û ev jî di jiyan û rastiya heyî de xuya dike. Gelek bûyer di vê mihê de hatin qewmandin, mîna 8`ê Adarê, 12`ê Adarê, 16`ê Adarî û 21`ê Adarê ev roj hemî jî sembola berxwedanî, tekoşîn û serkeftinê dide diyar kirin. Lewma em her dibêjin miha Adarê bi deng û rengê jin dest pê dike. Ev keda ku îro jin bi hemû hêz û îradeya xwe dide meşandin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku herdem jin da pêş û wê ji tarîtiyê derbasî ronahiyê kir. Yê ku fikra azadiya jinê ava kiriye Rêber Apo ye. Jin jî hebûna xwe di nav vê rastiyê de dibîne. Divê em li ser esasê fikrên Rêber Apo li hemberî zîhniyeta mêr şer bikin û xwe azad bikin.”
‘Jin ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî wê her dengê xwe bilind bikin’
Îlham Mihemed bal kişand ser peyama Rêberê Abdullah Ocalan a ku di 27’ê Sibatê de hat dayîn û wiha got: “Em ji bo avakirina civaka demokratîk a li ser esasê jîneolojiyê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin û li bendê ne ku jin di 8’ê Adarê de bi me re vê kelecanê bijîn. Em wek jin ji aştiyê re amade ne. Em amade ne ku ji bo aştiyê her tiştî bikin. Em dizanin ku rola jinan di pêvajoya aştiyê de çiqasî girîng e. Em li bendê ne ku di van hemû pêvajoyên girîng de jin bi me re li qadên 8`ê Adarê bi tilîliyên xwe têkoşînê bilintir bikin. Têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna azadî û aştiyê ya gelan ji hev cuda nayê dîtin. Girtina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê polîtîkaya tecrîda ferdî ye, êrişeke bi zanebûn a li dijî vîna gelan, têkoşîna azadiyê ya jinan û bingeha çareseriya demokratîk e. Di dema ku pergala şer û mêtîngeriyê ya li Rojhilata Navîn bi serdestiya li ser beden, ked û nasnameya jinê tê xurtkirin, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî ji bo jiyana azad û wekhev tehdîd e. Ji ber vê yekê jin li qadên 8`ê Adarê ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo berfirehkirina vîna gel, avakirina aştiyê û têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî tundiya mêr-dewletê wê dengê xwe bilind bikin û biqîrin.”
‘Divê her roj em peymana xwe ya serxistina tekoşînê nû û bi hêz bikin’
Endama Desteya Têkiliyên Dîplomasî ya PYD`ê Îlham Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser vê bingehê, bi boneya roja 8’ê Adarê Roja Jinan Ya Cîhanî em bang li tevahî jinan dikin da ku vê rojê banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin. Divê rojê de cardin em peymana xwe ya serxistina tekoşînê nû û bi hêz bikin. Yekîtiya rih, rêxistin, fikir, tekoşîn û jiyanê ava bikin. Bi tekoşîna xwe ya hundirîn bighînin hebûna xwe ya rastîn û bi tekoşîna dijî pergala mêr cîhanek demoratîk ya jinan û galan ava bikin. Berpirsyariya ruhê 8’ê Adarê vê biryardariyê ji her demê zêdetir li ser me tevahî jinan ferz dike. Em careke din roja 8’ê Adarê li jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin, soza me daye şehîdan û tevahî tekoşînerên jin yê cîhanê nû dikin.”