Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jinên Azadîxwaz wê 8’ê Adarê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin’

06/03/2025
in JIN
A A
‘Jinên Azadîxwaz wê 8’ê Adarê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistanan çalakiyeke cûr be cûr li dar xistin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistanan çalakiyeke cûr be cûr, li hola Meclisa Werzîşê ya bajarê Qamişlo lidar xistin. Çalakî bi beşdariya xwendekar û malbatên wan, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Werzîşê, herwiha endamên tîma Asayîş û şêneyên bajêr pêk hat.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre maça goga Zembîlê (baskitbolê) di navbera tîma Asayîş û Dibistanan de, dest pê kir. Di heman demê de Ji aliyê jinan ve pêşkêşiyeke cil û bergên kurdî hate kirin. Piştre şampiyona keretê hate pêşandan.

Çalakî bi belavkirina xelatan û xwendina daxuyaniyê bidawî bû.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Kirîza ku niha modernîteya kapîtalîst tê de ye, encama wê de şerên dijwar rû didin, zirara herî mezin a vî şerî jî dighêje jinê. Di pêvajoyeke ku xeterî li ser hebûn û azadiya jinê heye, em jinên Rojava bi hêza xwe şoreşa jinê parast, lê belê xeterî û gef hîn jî berdewam e. Rejîma nû ya Colanî ku xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ye şoreşa jinê xistiye armaca xwe. Em bi boneya 8’ê Adarê didin diyarkirin ku em rêjîmeke li dijî hebûna jinê, herwiha li dijî hemû pêkhateyên netewî, olî û hizirî qebûl nakin.”

Daxuyanî wiha hate domandin: “Divê bê zanîn ku me ev şoreş bi keda hezarên şehîda, bi fedekarî û qehremantiya YPJ’ê ava kiriye, lewra têkbirina wê ne hêsane.”

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Bangewaziya Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk, ji bo jinan gelekî girîng e bi taybetî 4 nêrgizên ku Rêber Apo diyarî hemû jinan kir gelekî binrxe û cihê moralê ye.

Em bi heyacaneke mezin li benda peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê ne. Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di sala 2025’an de, hêviya hemû jinên bindest nû kiriye û bi banga Rêber Apo re rêya azadiyê vekiriye. Jinên Azadîxwaz wê 8’ê Adarê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.”

Post Views: 122
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.