Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

8’Ê ADARA 2025’AN WÊ BI AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK MISOGER BIBE

06/03/2025
in JIN
A A
8’Ê ADARA 2025’AN WÊ BI AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK MISOGER BIBE
Share on FacebookShare on Twitter

 Bi wesîleya  salvegera roja jinên  kedkar ên cîhanê  ya sala 2025’an em tevahî jinên kedkar, jinên berxwedêr ên di girtîgehan de û jinên têkoşer li çiyayên azad ku bê navber, di tevahî qadên jiyanê de têkoşîn dikin û xebatên zanistî û xweparastinê didin meşandin silav dikin û li teva pîroz dikin. Em berxwedana rûmetê ya bendava tişrîn ku ji nûve li bendavê dîrok nivîsandin bi coşa 8 adarê silav dikin.

Meclisa kongra star bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û naveroka daxuyaniyê weha bû:

Têkoşîna me ya jina azad  ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji  ROSA LUXSEMBURG, heya SAKÎNA CANSIZ, ji VIYAN SORAN heya ji  JÎNA EMÎNÎ, ŞÊRÎN ELEMHÛRÎ  heya HÊVA ERBO têkoşîn  berdewam dike.

Li Rojava Bakûr û Rojhilatê Sûrî dema ku em pêşengiya şoreşa jinan û xweparastina şoreşa xwe dikin hevalên pêşengtiya şoreşa azadî û wekheviyê dikin mîna Kerem Şihab,Menîce Heyder Cîhan Bilgîn, Zozan Hemo,Hezna Ebdî,Mizgîn Qamşilo,Qemer,Hêza Kobanê,Ronahî Yekta,Jînda Kobanê, Dîlan Şoreş û fermandar Arjîn Kobanê di êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wan de hatin hedefgirtin. Di şexsê rêhevalên me yên  dozê em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye  bi cîh bînin.

Sedsala 21 an bi Rêber APO RE

Em bi hezkirin û hesret Rêber APO silav dikin, bi coş û kelecana 8’ê Aderê careke din ji qadên şoreşa jin li Rêber APO pîroz bikin. Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevlî banga dîrokî ya Rêber APO  ya Aşitî û Civaka Demokratîk dibin.

Em weke rêxistina kongra star tekez dikin ji bo çareseriyê divê Rêber APO di aliyê fîzîkî de azad bibe, her wiha peyama ku  Rêber APO  di 27’ê Şibatê de banga dîrokî a Aştî û Civaka Demokratîk kir ji bo me esase, her kes şahidiya vê kêliya dîrokî kirin. Rêber APO bi banga xwe ya aştî û demokrasiya li kurdistanê û Rojhilata navîn heta dawî derî vekir, deriyê li hemberî şerê cîhanê yê 3 mîn, li hember qetilkirina jina  ev banga dîrokî  bû zemûna herî xurt ya çareseriya sedsalê her wiha  pirsgirêka azadiya jinan misoger dike, xwedî derketina jinan a li pêvajoyê mijarê hebûnê ye.

Ev meşa dirêj ya têkoşînê îro şax berdaya her aliyê cîhanê Rêber APO bi diyarkirina pîvanên azadiyê re li cîhaneke ji dervî cîhan û hişmendiya olperst,netewperest,cinsiyetperest ji bo jinan û gelan her wiha ji bo mirovahiyê afirandiye. Dibin şert û mercên giran de Rêber APO li girtîgeha îmraliyê de paradîgmaya demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê pêş xist, ev paradîgma êdî ne teorî ne jî tenê gotin, bi jiyanî,civakî, siyasî, bi modêla îradeya azad hemû rengên civakê xwe bi xwe rêxistin dike, jiyana azad û wekhev di nava jinan û gelan de bi alternatîf pêk hat.

Dixwazin hebûna jinan tune bikin

Di vê pêvajoyê de ya ku em têde derbas dibin li seranserî qadên têkoşîna jina azad em dibînin ku şer,dagirkerî,koçberî, şîdet,hejarî, qirkirina xwezayê li her derê  derdikeve pêşberî me. Li kurdistanê ev rastî bi sûîkastî, polîtîkayên qirkirina siyasî, qirkirina jinan,tacîz û tecawizê  her wiha darvekirina jinan û zewaca temen biçûk li ser jinan xwe dide der. Ev pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, bi hişmendiya pîlanên dewleta tirk ya dagirker têye kirin. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hember serdestiya mêr û pergala desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin.

Her ku asta têkoşîna jinan bilind dibe, asta zanebûna bi zanista jin xort dibe,çanda felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ li her derê têye runiştandin,şiyarbûn û zanebûna jinan her ku pêşdikeve civak jî pêre şiyar û zane dibe ev bi pêşengitiya şoreşa jin bandora xwe li tevahî civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku bandora têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî JIN, JIYAN AZADÎ bi serdikeve.

Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi têkoşîneke zanistî, rêxistinkirî,hevgirtî û parastina jinan û mirovahiyê heye.

ji nû ve avakirina sûriyeyê di rojevê deye,nexşeya Rojhilata navîn ji nû ve tên xêzkirin, di vê pêvajoyê de komara sûrî bi rengekî îradeya jinê nebîne hate avakirin, niha jî bi HTŞ’ê re tabloyek hîn xetertir derdikeve holê. Em dibînin ji aliyekî  sûcên giran weke girtin lêdan kuştin, bi paçê reş li jinan ferzkirin rêbazên ku nefesê li jinan teng dikin didin meşandin, her wiha li aliyê din  li ser jinan û malbaten di heremên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ye mîna Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Sipî ,Bab, Cereblûs  kiryarên şer pêk tînin.

Ji bo şoreşê û bihara azadiyê

Jin bi vîn xwe, bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanebûna jiyana azad û bi konfedralîzma demokratîk ya jin modêla çareseriyê ji bo jinan û gelan avakirina wê re jiyanê mîna biharê zindî û rûnî dike. Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinên bi cesaret dikin ku dengên xwe li qadên azadiyê bilind bikin her wiha bang li jinên dildarên azadiyê li tevahî bajarê sûrî dikin ku ji bo pêkhatina sûriyeke demokratîk, nenavendî ku tê de jin di avakirina paşerojê û biryargirtinê de hevkarên bingehîn bin, bi hev re rêz û têkoşîna hevpar pêk bînin.

Em bang li hemû jinan dikin bi coşa 8’ê Adarê bi hêza xwe em tevlî banga Rêber APO  ya Aştî û Civaka Demokratîk ya xwe dispêre azadiya jinan bibin, werin em bi yekîtî û hevgirtina xwe  8’ê Adarê li qadên jina azad pîroz bikin.

Em weke kongra star û li ser bingeha baweriya me bi mafên jinan û pêwîstiya beşdarbûna wê di avakirina pêşeroja sûriyê de, em tekezî li ser van xalan dikin bi boneya 8’ê Adarê.

  • Li ser banga dîrokî ya Rêber APO ya Aştî û civaka demokratîk em ê di Rojava û Sûrî de têkoşîna xwe xort bikin û ji bo banga dîrokî pêşengtî bikin.
  • Bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya hemû jinên sûriyê.
  • Ji nûde avakirina sûrî de, sûriyek demokratîk pir rengî ne navendî û cihêrengiya çandî, zimanî û olî berz bike,bi awayekî ku hevsengiyê di navbera herêmên cuda û civakên xwecihî de pêk bîne, bi destên jinan bê avakirin.
  • Di destûrê de misogerkirina mafê jinan em daxwaza nivîsandina destûreke nû ji bo sûriyê dikin ku mafên jinan bi awayekî zelal û eşkere garantî bike û wekheviya maf û erkên wan bê cudahî misoger bike.
  • Ji bo avakirina civakek demokratî wekhev li ser esasê pergala konfederal a jinan xwe birêxstin bikin.
  • Em bang dikin ku sîstemeke ku di hemû saziyên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî de ji sedî 50 beşdarbûna jinan misoger bike bê qebûlkirin.
  • Tevlîbûna jinan di pêvajoya siyasî de, pêvajoyên siyasî yên ku tevlîbûna jin ya aktîf di nava xwe de nehewîne bi rengekî bandor wê pêvajoyek iflaskirî be beriya ku destpê bike, lewma em tekez dikin li ser giringiya temsîl kirineke jin di tevahî qonaxên siyasî de, ji danûstandin heta pêkanînê û misogerkirina hebûna deng daxwazên jinan beşeke bingehîn a çareseriya siyasî bin.
  • Di parastina destkeftiyan de xurtkirina rola jinan, mafê wan e ku destkeftiyên bi dest ketine biparêzin em banga piştgiriyê ji bo Yekîneyên Parastina Jin/YPJ / ên parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin.
  • Divê gelên sûrî biryara pêşeroja sûriyê bidin, îradeya ku jin çawa dixwazin jiyan bikin girêdayî jinan be.
  • Pergala xweseriya demokratîk a di çarçoveya konfedralîzma demokratîk de sîstema Hevserokatî yek ji mekanîzama esasî ya avakirina wekhevî û çareseriyê, lewma ji bo sîstemeke demokratîk modêla herî guncave ji bo jin û civak bibin xwedî vîn û biryar di tevahî Sûriye de sîstema Hevserokatiye.

 

Bijî tekoşîna jinên azad

Meclisa kongra star

 

Post Views: 93
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.