Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna jinan wê bi serketinê tacîdar bibe

05/03/2025
in JIN
A A
Rêber Apo bang kir, hemû cîhanê guhdar kir…
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Her kesî banga Rêber Apo bihîst, xwend û temaşe kir. Ev banga pîroz ji hêla tevahî gelê Kurd ve li çar parçeyên Kurdistanê bi dilekî fireh û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin. Li qadan dengê jin, ciwan, zarok, pîr û kalan bi dirûşmên, “Bijî Rêber Apo, jin jiyan azadî, bijî yekîtî, xwişk û biratiya gelan” bilind bû.

Her kes hêvî û baweriya xwe ya bi têkoşîn, berxwedan û keda Rêber Apo tîne ziman û dibêjin, “Em timî bi Rêber Apo re ne.” Ez jî bi mebesta banga Rêber Apo ya dawiya heyva Sibatê û bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, kelecan û coşa xwe tînim ziman û dibêjim, “Wê 8’ê Adarê bi banga Rêber Apo re bibe yekpare, ji jin û gelan re ronahiyê bîne.

Ez vê roja bi wate ya 8’ê Adarê di serî de li mirovê herî kedkar û azadîxwaz li pêşengê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikim û dibêjim, bi hêviya em bi Rêber Apo re 4’ê Nîsanê li ser keleha Amedê pîroz bikin, divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha vê roja pîroz li jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Tirk, Fars, Ermen, Suryan û tevahî jinên şoreşger ên cîhanê pîroz dikim.

Dem hatiye em jin û civak li her deverê serê xwe hildin, dawiyê li pergala desthilatdar bînin û civaka demokratîk ava bikin, pêş bixin. Pêwîst e hemû jin zanibin ku Rêber Apo pir ji jinan û têkoşîna wan yeqîn dike. Rêbertiya me ji bo jinan kedeke pir mezin daye. Divê em bibin layiqî keda Rêber Apo. Hewce ye em bersiva keda Rêber Apo û têkoşîna wî ya ji bo jinan û tevahî civakê bidin. Divê em wê têkoşînê bi serketina herî mezin tacîdar bikin.

Rêber Apo proja xwe ya ji bo çareseriya demokratîk daniye holê, di vê mijarê de rol û mîsyon daye her kesî. Ez jî dibêjim, werin em ji dil û can beşdarî têkoşînê bibin, di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêş bixin. Bi vê wesîlê ez tevahî jinên kedkar û şoreşger ên canê xwe ji bo azadiyê feda kirine bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim, soza bilindkirina têkoşînê ji wan re nû dikim.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.