Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘8’ê Adarê rojeke girîng û watedar e’

05/03/2025
in JIN
A A
‘8’ê Adarê rojeke girîng û watedar e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Rêveberiya Kongira Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan wek rojeke pîroz, xwedî wateyeke cûda û watedar e. Wefa Elî da zanîn ku azadiya jin bi parastina fikrê Rêber Apo pêkan e û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca jinên azadîxwaz e.

Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê xwepêşandan kirin. Jinan daxwaz kiribûn ku saetên wan yê kar dakevin 8 saetan û nirxê karê wan jî wekhev be û ne kêmtir be ji yên mêran. Lê belê di encama garavê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jinî jiyanan xwe ji dest dan. Ev bûyer muhra xwe li guhartina zihniyeta zilam xist û weke gavên destpêkê yên jinê ber bi bidestxistina mafê xwe ve bû.

Derbarê wateya 8’ê Adarê û hestên jinan piştî nameya Rêber Apo Rêveberiya Kongira Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî ji Rojameya me re axivî.

Şopandina xeta Rêber Apo

Wefa Elî da zanîn ku di demên borî de pergala mêrê serdest tu qedir nedidan hebûna jinê, ew tenê wek amûreke anîna zarok û karê malê didîtin û wiha domand: “Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo û piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî jin bû xwedî maf û xwedî helwest. Jin xwe naskir û karî bibe pêşeng ji civakê re. Her wiha jinê dest bi kar û xebatê kir û karî ji civakê re isbat bike ku ew jî dikare cihê xwe di hemû qadan de bigre û bibe pêşeng. Her sal 8’ê Adarê derbas dibe em dibêjin îsal ji ya borî xweştir bû, lê ji bo me îsal saleke pîroz bû ji ber ku ji 15’ê Sibatê heya roja îro bajarê Dêrikê bi heyecaneke mezintir tevger kirin, bi taybet piştî peyama Rêber Apo. Di heman demê de jî Rêber Apo silav ji Rojavayê Kurdistanê re rêkirbûn û bi taybet jî ji bo jinan. Ew kar û pirojeya ku Rêber Apo dest pê kirbû me dît wek erkekî li ser milê jinan ku berdewam bikin. Berdewamkirina vî karî jî bi riya şopandina xeta Rêber Apo û xeta jina azad e. Niha Rojava û giştî Sûriyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, li gorî pêvajoyê jî pêwêste jin têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

`Pêwîst e 8’ê Adarê bi coş were pêşewazî kirin`

Rêveberiya Kongira Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî axaftina xwe wiha qedand: “Jin tam azad nebûye û gelek kes hene çi jin çi zilam wateya azadiyê hîn fêm nekirine, pêwîste jin di hişmendî, kar, nasname û bi çanda xwe azad bibe. Azadiya me bi parastina fikrê Rêber Apo ye, azadiya me bi parastina rê û rêbazên ku Rêber Apo ji bo me deynaye. Piştî nameya Rêber Apo jin hestiyar bûn bi taybet dema wêneyê Rêber Apo dîtin her jineke ku xeyala dîtina wî dikir rondik ji çavên wan bariyan. Pêşwaziya 8’ê Adarê wê ji salên borî bi coştir bê. Wê bi dana semîner, perwerde, serlêdana saziyan û bi çalakiyên cûr bi cûr wê were pêşwazî kirin, niha hemû jin ketine kêferatê de û her jin ji bo vê roja pîroz xwe hazir dike ku bikaribin bi rengê xwe nameyê bighînin Rêber Apo ku li ser fikir û felsefeya wî ne û bi xeta şehîdan ve girêdayîne. Hêviya me wek jin azadiya Rêber Apo ye, ji ber ev xeyalê her jinekî ye, ji ber ku ew pêşengê me ye. Di heman demê de hêviya me ew e ku Sûriyeke demokrat û wekhev were avakirin.”

Post Views: 75
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.