Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Nabe kesê sûcdar cihê xwe di siberoj a Sûriyê de bigire`

05/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
`Nabe kesê sûcdar cihê xwe di siberoj a Sûriyê de bigire`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Di zindanên Ebû Hatim El-Şeqra yê ku niha cihê xwe di nava deshiladariya nû ya Şamê de digire, du ciwanên ji bajarê Qamişlo girtî ne û ev şeş sal in çarenûsa wan ne diyar e.

Roja 12`ê Cotmeha 2019 çeteyên Ehrar Alşerqiyê bi serweriya Ebû Hatim El-Şeqra yên girêdayî dewleta Tirk ya dagîrker, rêbenda Tirwaziyê ya rêya M4 kontrol kiribû. Di encama kontrolkirina wan de gelek kesên sivîl yên ku di wê riyê re derbas dibûn, bê sûc didan girtin û şehîd xistin. Ji kesê ku di nav destê çeteyên Ehrar Alşerqiyê de ne, Azad Osman ku bavê sê zaroka ne û Mihemed Ela Îbrahîm ku kurê malbatê yê bi tenê ye.

Li gorî malbatên girtiyan zarokên wan di girtîgeha Silok ya li bajarê Girê Spî yê dagirkeriyî de ne, her ku malbat hewil didin hevdîtinê bi zarokê xwe re pêk bînin an jî bi telefonê bi wan re bi axivin çeteyên Ehrar El-Şerqiyê derfetê nadin.

Ji bo agahiyên zêdetir, malbatên herdû girtiyan ji rojnameya me re axivîn û daxwaz li aliyê têkildarê girtiya kirin ku, di mijara azadkirina zarokên wan de, bibin alîkar. Dayîka Mihemed Ela yê girtî Sena Hesen Ewad dibêje ku ji girtina kurê wê ve û heta roja îro, ti agahiyê ser nizane û ew diyar dike ku ev ev sûceke mezin e.

`Şeş sal in bê sûc di zindanê de û agahî nayê’

Sena Hesen Ewad diyar kir û ji dîroka girtina kurê wê yê bi tenê û heta vê demê ew ti agahiyan ser nizan e. Ev yek jî di derheqê kezebên dayîkan de sûceke mezin e. Sena Ewad wiha got; “Ev şeş salin min ne deng ne jî agahiyek ji kurê xwe bihîstiye, ev neheqî û sûceke mezin e. Ji dema kurê min hatî giritin ji bilî carekî min ew nedîtiye wê care jî nikarî tiştekî biaxive. Min gelek caran hewil daye ku xwe bigihînim Mihemed û heyvekê jî li Girê Spî mam, lê çeteyan derfet neda.“

Sena Ewad got; kurê min Mihemed Ela û hevalên xwe sivîlin, ti sûc nekirine heta ku çeteyên Ehrar Alşerqiyê bi serweriya Ebû Hatim El-Şeqra, wan şeş salan bê agahî di zindanê xwe de girtî bihêlin. Sena Hesen Ewad bang li rêveberiya Şamê ya nû Ehmed El-Şeri kir ku di mijara azadkirina kurê wê de bibe alîkar û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Banga min ya pêşî li Ehmed El-Şeri re heye ku çareseriyekê ji bo azadkirina zarokên me re di demeke kurt de, bibîne. Lewra yê ku kurê min girtiye li kêlek wî kar dike û cihê xwe di nava rêveberê digire.“

`Divê çarenûsa zarokên me diyar bibe`

Bavê Azad yê girtî Ebdelkerîm Reşîd Osman jî behsa girtina kurê xwe kir û bang li tevayîya rêxistinên mirovî dike da ku rê li ber kiryarên çeteyan bigirin û wiha got: “Kurê min Azad ku bavê sê zaroka ye û yek jê hîn ew nedîtiyê, bê sûc di zindanên Ebû Hatim El-Şeqra de, şeş salin bê deng û agahîye. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ya dagîrker, ne mafê mirova ne jî zagonên nevdewletî dizanin. Lewra yê girtî jî mafê axaftin û hevdîtina bi malbatên re heye.“

Li gorî malbatên girtiyan Azad û Mihemed Ela li ser otompêla gerandina dermanan kar dikirin. Ebdelkerîm Osman wiha axaftina xwe dewam kir: “Kurê min Azad û hevalên xwe bê sûc hatine girtin, ew sivîl bûn û li ser karê xwe bûn. Bi çi mafî ev komên çete zarokên me wenda dikin. Divê di zûtirîn dem de, çarênûsa kurê min û hevalên wî diyar bibe.“

Bavê Azad yê girtî Ebdelkerîm Reşîd Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bicihkirina Ebû Hatim El-Şeqra di nava rêveberiya nû ya Şamê de û wiha got; “Li ser çi bingehê rêveberiya nû ya Şamê sûcdareke mîna Ebû Hatim El-Şeqra cihê wî di nava rêveberiya nû çêdike. Em vê yekê qebûl nekin. Ji bo vê yekê em bang li tevayîya rêxistinên parastina mafê mirova dikin ku, ji bo azadiya zarokên me bi me re bibin alîkar. Divê em agahiyan li ser kurê xwe bi dest bixin eger ew şehîd jî xistibin bila bêjin û termê kurê me bidin destê me. Şeş sal ne demeke kurt e. Em li hêviya vegera zarokên xwe ne.“

Post Views: 109
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.