Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e welatî jî di paqijiya bajêr de bi me re alîkar bin’

05/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîst e welatî jî di paqijiya bajêr de bi me re alîkar bin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulihim\Qamişlo

Rêveberê Ofîsa Beşa paqijiyê a Şarerdariya bajarê Qamişlo Mihdî Eqîl diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe rojane taxên bajêr paqij dikin û got, “Ev heftiyeke ku karê me di asteke herî baş de tên meşandin û me pirojeyên xwe yên dema pêş hildana û li hêviya erêkirinê ne.”

Şaredariya Gela a bajarê Qamişlo, tevî êrîşên heyî yên ser herêmê û rewşa zehmet ya aborî jî, kar û  xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên wek; ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê di asteke baş de dide meşandin.  Herwiha Şaredariyê roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û didomîn e.

Di derbarê piroje, kar û xebatên beşa paqijiyê a Şaredariya bajarê Qamişlo Rêveberê Ofîsa Beşa Paqijiyê a Şaredariya bajarê Qamişlo Mihdî Eqîl ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebat

Mihdî Eqîl anî ziman ku kar û xebatên beşên paqijiyê di asteke baş de tên meşandin û wiha got: “Karê paqijiyê karekî rojane ye û rojane di seat 6`an de karkerên me derdikevin kolanan û paqijeya kolanan dikin. Herwiha em paqijiya saziyên xwe jî dikin û erebeyên me li nava taxan yên paqijiyê hefiyê 3`ê caran derdikevin. Di heman demê de erebeyên me yên li nava riya bajaran rojê 3`ê caran diçin û tên û karê me bi vê awayî tê meşandin û  berdewame. Hejmara karkerên ku karê paqijiyê dikin 150`î ne, ev heftiyeke ku karê me di asteke herî baş de tên birêvebirin.”

Piroje û astengiyên beşa paqijiya a şaredariya bajarê Qamişlo

Mihdî Eqîl da zanîn ku wan kargeheke bi navê ji hevcûdakirina çopê li taxa Elaya a bajarê Qamişlo çêkir û wiha domanid: “Ev şeş meh in ku karker di kargehê de kar dikin û ew amedeye lê li benda amûran in. Herwiha me pirojeyên xwe yên dema pêş hildane li hêviya erêkirinê ne. Di heman demê de pirsgirêkên ku em di karê xwe de dibînin,ew jî şûnmayên kargihanin di bajar de û hem jî erebeyên me yên paqijiyê kevin bûn, nema dikarin kar bikin . Ji ber vê yekê pirsgirêk di karê me de derdikevin, lê em hewldidin ku ev pirsgirêk nemînin û bên çareserkirin.”

Rêveberê Ofîsa beşê paqijiyê a şaredariya bajarê Qamişlo Mihdî Eqîl axftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste gel bi me re alîkarbin û bangewaziyam min ji gelê me re heye ku dema erebeya paqijiyê hat li gorî wê demê qirêja xwe derxin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.