Argêş Vîyan /Qamişlo
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku hevdîtinên li gel Rêber Abdullah Ocalan pêk tên, encama têkoşîna gelan e û wiha got: “Pêwîste ji bona ev têkoşîn bighê encamê em xwe bighînin hemû aliyan û nexşerêya Rêber Apo baş fêmbikin.”
Di derbarê hevdîtînên li gel Rêber Abdullah Ocalan ku pêk tên, naveroka peyama Rêber Apo ya ji bona Ewropa şandî de, hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
–Hûn vê pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan dimeşe û hevdîtinên bi desteya Dem Partiyê re tên kirin, çawa dinirxînin?
Ev pêvajoya hevdîtinan ya li gel Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan re dimeşe, Şerê Cîhanê yê 3’emîn ya ku navenda wê Rojhilata Navîne encama wê ye. Bi taybet jî, piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bona deskeftiyên gelê Kurd têk bibe, derfetên di destê xwe de yê herî pêşketî bikar anî. Dewleta Tirk pergala xwe giştî bi li gorî têkbirina Tevgera Azadiyê deskeftiyên kurdan xwe birêxistin kir. Ev proseya ku difikirin serneket û ji bona wê jî di hindirê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de qeyranên aborî û siyasî rû da. Pêşketinên ku Rojhilata Navîn û cîhanê di qewimîn weke Şerê Israîl û Hemasê, Rusya û Ukranyayê metirsiyekê mezin ya têkçûyinê di hikûmeta AKP-MHP’ê de da avakirin. Ji bona ji nûve dizaynkirina Rojhilata Navîn plansaziyên DYA û Israîlê jî, ji bona Israîl bibe hêzekê hegemon ya cihanê jî di aliyekê de rola xwe leyist. Her hêza ku li Rojhilata Navîn de cih digirt, hewildan dikir ku li gorî xwe herêmê dizayn bikin. Ev paradigmaya Rêber Apo ya ku azadiya gelan bingeh digire ji bona gelên ku bindestin hêvîyekê mezin da avakirin. Hat xuyakirin ku çareseriya alozî û gengeşeyên li Rojhilata Navîn bi ramanên Rêber Apo pêkan e. Ji bona çareserî û aşitî bê herêmê Rêber Apo hewildanên pir girîng û mezin kirin. Ev hêza ku Rêber Apo dabû nîşandan rayedarên dewleta Tirk ya dagirker neçar hişt ku biçin hevdîtinan li Imralî destpê bikin. Ev zemîna ku avabûye Rêber Apo jî dê wê ji bona berjewendiyên gelan bikartîne. Desthilatiya AKP-MHP’ê tirsekê mezin jiyan dikin û ji ber wê tirsa wan ya têkçuyinê bingeh avakirin ku hevdîtîn li gel Rêber Apo dan destpêkirin. Ev pêvajoya bi pêşengtiya Rêber Apo de, derfetên têkoşînê vebe, pengavekî dîrokî ye. Di wê çarçoveyê da desteya ku parlementerên Dem Partiyê de bi pêk tên çend rêze hevdîtîn li gel Rêberê Gelan kirin. Li gor wan hevdîtinên di navbera desteya Dem Partî û rayedarên dewletê de dê rolekê bileyizin û derfet ji bona Rêber Apo bên avakirin jî dê ne tenê li Kurdistanê giştî Rojhilata Navîn bikeve di nav pêvajoyekê nû û aşitiyê. Di heman demê de jî nêrînên Rêber Apo hemû derdorên ku peywendidar re bên parve kirin.
-Weke we jî anî li ser ziman Rêber Apo name û peyamên xwe ji bona beşên cuda yê Tevgera Azadiyê şand. Di derheqê ev peyama ji bona kurdên Ewropa hatibû şandin hûn dikarin hin agahyan bi me re parve bikin?
Rêber Apo di derheqê pirsgrêka Kurd ya ketiye qonaxekî nû de bi her kesî re nêrînên xwe parve kir. Rêber Apo çawa ku partiyên ku li Tirkiyê de sîyaseta legal dimeşînîn di encamê hevdîtinan û plansaziyên xwe yên demên pêş parve kir û aliyên demoqrat daxwaz kir ku piştgrî bidin pêvajoya nû ya aşitî û demoqrasiyê. Dîsa di heman demê de jî, hemû partî û rêxistinên Kurdistanê dixwaze ev demên dîrokî de erka ku dikeve li ser milên wan pêkbînin. Bangewaziya Rêber Apo ji bona Tevgera Azadiyê jî ew e ku li her beşên ku cîhanê yên qadên şoreşê xebatê xwe xurt bikin. Rêber Apo bi desteya Dem Partiyê re çend peyam şandin yêk ji ji bona beşa derveyî welat ji bona tevger û civaka Ewropa şand. Rêber Apo dibêjê “Kurdên diaspora û Ewropa jiyan dikin, rêxistina xwe heya astekê dane avakirin û şoreşa Kurdistanî hemû enternasyonal û dostên kurdan daye naskirin. Lê ev ne têrker e, pêwîste em xwe bigihînin hemû aliyan û ji ber ku ev pêvajoya gelan e û divê cîhan hemû sûd jê werbigire.” di hemû aliyan dixwaze guhertinekî bingehîn bidin avakirin û ji aliyên peywendîdar jî daxwaz dike ku pêwîste ev şert û mercên guhertinê re jêrzemînekê xurt bidin avakirin.” Rêber Apo tîne li ser ziman ku pêvajoya ku tê jiyan kirin kêliyên serkeftinê ne, pêwîste baş bikar bînin û divê ciddî nêzikatiyek bidin xuyakirin ji bona pêşveçûyina pêvajoyê. Rêber Apo nêrîn û perspektîfên xwe ji bona Tevgera Azadiyê tîne li ser ziman û silavên xwe yên gerim ji bona gelê welatparêz û derdorên azadîxwaz yên Ewropa û diaspora de jiyan dikin re dîşîne. Li wir de jî, rola sereke dikeve li ser milê gelê me yê azadîxwaz.
– Ev pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo de destpê kir, ji bona bigihije encamekê bingehîn erka ku dikeve li ser her du aliyan weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û hikûmet û rayedarên dewleta Tirk çiye?
Ev pêvajoya ji bona her du aliyan jî pevajoyekê pir taybet û hesas e. Ev dê bibe encama têkoşîna berxwedaniya gelan ya salan ya ku pir zehmetî kişandin e. Rêber Apo li ser armancakê mezin xwe ji bona wan rojên azad amade kir, nexşerêyekî ji bona encama bigire dan pêşiya xwe. Dê bi wê pêvajoya têkoşîna gelan de, hîmên azadiya Rêber Apo hatin avêtin. Hêzên ku hemû nasname û baweriyên civakî di nav xwe de dihewînin, erka mezin dikeve li ser milê wan jî. Pêwîste li ser bingeha paradigmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk de, hevgirtina gelan çêbikin, nêrîn û perspektifên Rêber Apo di her du aliyan de baş bê fêmkirin û pêkanîn. Taybet ji bona hevgartina pêkhateyên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin pir girîng û pewîst e û divê hêztir û xurttir bib ê. Ev erka mezin jî dikeve li ser mile Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku gelek kesên hewildidin aramiya kurdan û hevgirtina gelan xêrab bikin û ev pêvajoya Neteweya Demokratîk ya gelan sernekeve hene. Ev plansaziyên dewleta Tirk ya ji bona astengkirin û zêde cidî nêz nebûna pêvajoyê bi hevgirtina gelan têk bibin û pêvajoya nû jî em bigihînin serkeftin û ji bona bibe pergala berjenwendiyên gelan û civakên bindest.
-Peyama we derdorên ku xwe dûr li wê pêvajoyê digirin çîy e?
Ev peyam û pêvajoya pêşengtiya Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan de yekser li ser rojeva Rojhilata Navîn û cîhanî bandor bike. Gelên û hêzên demokrasi xwez divê xwe berpisryar bibînin û ev pêvajo ne tene pêvajoya gelê Kurde, di heman demê de pêvajoyekî cîhanî ye. Edî hewcedariya herêmê û gelê Kurd aramî û aşitîyê heye û demê wê jî derbas bûye. Ev pêngava Rêber Apo ya çareseriya pirsgirêka kurd bê mezinkirin û hemû derdoran re bidin fêmkirin, ji ber her alî tevlî wê pêvajoyê bibin. Ji ber wê yekê bingeha çareseriya pirsgrêkên herêm û cîhanî azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgrêkên gelan e. Em jî weke Tevgera Azadî û gelên Ewropa û dîaspora de jiyan dikin sala 2025’an em ê bikin sala azadiya Rêber û çareseriya pirsgrêka gelan û silavên Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bi keyfxweşî pêşwazî dikin û silavên xwe yên germ ji bona girava Imraliyê Rêber Apo re dişinin.