Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Endama Meclisa jin a Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Foza Yûsiv diyar kir ku Roja 8’ê Adarê tê wateya azadî, hebûn û nasnameya tevahiya jinên li cîhanê û got:”8’ê Adarê roja Azadiya jinê ye.”
8’ê Adarê roja Cîhanî ya Jinan rojeke navneteweyî ya jinên kedkar e. Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand. Herwiha 8’ê Adarê, li hevhatina rengên jinê yên ji xemla Biharê ye; jina ku bi hêza xwe ya hûndirîn û bi êradeya xwe tê naskirin, di hundir pergala desthilatdar de hate fetisandin û tunekirin. Bûyera 8’ê Adarê jî yek ji ew hêza ku hişmendiya desthilatê redkiriye ye. Her sal li seranserî cîhanê 8’ê Adarê weke roja jinan a cîhanî tê pêşwazîkirin. Armanca vê rojê balkişandina li ser keda jinê û hevsengiya di navber her du cinsan de û bê mafiya sîstema desthilatdar a li cîhanê ye.
Derbarê roja Cîhanî ya Jinan 8’ê Adarê Endama Mecilsa jina ya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Foza Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.
`8’ê Adarê roja têkoşîna jinê ye`
Foza anî ziman ku 8’ê Adarê tê wateya roja azadiya jinê û wiha got: “Roja 8’ê Adarê tê wateya azadî, hebûn û nasnameya tevahiya jinên li cîhanê, di tevahiya cîhanê de jinê bi riya nasnameya xwe cihê xwe di her qadê de girt. Herwiha di encama têkoşîna şoreşa jina Kurd û dengvedana wê di cîhanê de, her sal jinên cîhanê vê rojê dibin diruşmeya `jin jiyana Azadî` de pîroz dikin, ji ber ku di wê rojê de hêz û felsefeya jinê hate avakirin. Li ser wî mîrasî jinên cîhanê wê rojê pîroz dikin û hebûna xwe di her qadê de didin diyar kirin. Bi hatina vê rojê pêwîste jin di her qadê de berxwedan û têkoşînê bide meşandin û bi taybet jî li Bendava Şehîdan. Ji bo ku em wateyeke mezin bidin Roja 8’ê Adarê û banga xwe bigihînin tevahiya Cîhanê, li her cihî sînoran rakin û çi jina ku tundî li ser tê kirin dengê xwe bigihînin cîhanê. Di heman demê de wekî ku tê zanîn 8’ê Adarê mîna roja jinên kedkar yên cîhanê tê naskirin. Li New Yorkê ji bo bidestxistina mafê xwe 129 jinan berxwedaneke dîrokî kirin. Li Kurdistanê jî bi derketina tevgera jinên berxwdêr re û bi saya ked, lehengî û wêrekiya wan, bi taybetî yên mîna hevala Sakîna Cansiz, Bêrîtan Zîlan û Arînan, herwiha yên şehîd bûne dîroka jinê hat nivîsîn û em ê heta dawiyê xeta wan bişopînin.”
‘Pêwîste jin li gorî zagonên xwe tevbigere’
Foza Yûsiv eşker kir ji bo ku jin bighêje azadiya xwe pêwîste her tiştên xirab ji jiyana xwe rake û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku jin bigêje azadiya xwe pêwîste li gorî rêgez û zagonên exlaqî tevbigere, azadî ewe ku her tiştê xerab di dilê xwe de rake. Rêber Apo dibêje “min zilamtî di xwe de kuşt” jin jî çi tiştên ne rast ji destpêkê heta roja îro, ji aliyê civak û dewletên kapîtalîzim ku felsefeya xwe li ser jinê didin meşandin, ji bo ku jin azad be. Herwiha ji bo ku jin bighêje azadiya xwe pêwîste jin xwe birêxistin bike û rêxistina xwe berferh bike, dengê xwe bighîne tevahiya jinên li cîhanê.
Di heman demê de banga me ji tevahiya jinên cîhanê re heye ku çi tundiya li ser tê meşandin li hemberî wê bê deng nemîne û daxwaza azadiya mafê xwe bike. Herwiha jina ku tundî û destdirêjî li ser tê meşandin, pêwîste dengê xwe bighîne rêxistinên jinan. Ji ber ku rêxistinên jinan gelek hene ku mafê jinê diparêzin, herwiha berxwedan û tevgera jina azad cara yekemînine li Rojhilata Navîn bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe gihandiye asta herî bilind. Ji ber vê yekê pêwîste tevahiya jinên li kurdistanê destekê bidin jinê Rojhilata Navîn, ji bo ku bighêjin azadiya xwe.”