Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya 8`ê Adarê Kongra Star li Qamişlo panelek li dar xist

03/03/2025
in JIN
A A
Bi boneya 8`ê Adarê Kongra Star li Qamişlo panelek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi boneya hatina 8`ê Adarê û bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokratîk Ve”, Kongra Star paneleke diyalogê li ser asta kantona Qamişlo li dar xist. 

Bi drûşmeya“Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokratîk Ve”, Kongra Star a Qamişlo panelek diyalogê li Kafîtêriya Nircisa a bajarê Qamişlo lidar xist, tê de tevahî nivîsgehên jin yên Rêvebriya Xweser, Malbatên Şehîdan, Tenduristî, Mamoste û komîteyên Kongra Star hazir bûn.

Di panelê de wateya 8`ê Adarê ji bo berxwedanî û têkoşîna jinan, piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê û hêzên QSD ku îro li berxwedidin hate nîqaş kirin. Berî ku panel destpê bike deqeyeke rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadiyê. Panêl ji hêla cîgera meclisa cîbicîker Hemrîn Elî û berdevka Kongra Star a Qamişlo  Ibtîsam El-Hisên ve hate birêvebirin.

Hemrîn Elî di destpêkê de bi xêr hatina jinên hazir kir û 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Her jineke îro di vê qadê de rûniştiye ew bi xwe cejne, bi saya felsefeya Jin, Jiyan, Azadî îro em jin dîrokeke nû didin avakirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû çirûska mînaka têkoşîna jina azad, mixabin desthilata nû ya Sûriyê ku para jinê jî di şoreşê de hebû, hebûna jinan di destûra nû de qebûl nake, lê têkoşîn û berxwedana me wê berdewam be. Jinê pêşengtiya şoreşê li herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê kir herwiha cihê xwe di nava sîstema hevserokatiya hevbeş de girt, hem di aliyê leşkeî û siyasî jî, gelek rêxistinên jinan ji bo misogeriya parastina mafê jinan hate avakirin, ev hemû dibe mîraseya dîroka nû ya jinê. Îsal wateya 8`ê Adarê bi renge û cudahiyeke nû ye, ji ber ku têkoşîneke bê hempa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bi taybey li bendava Tişrînê ku hemû civak tevlî dibe ji bo parastina berxwedanê. Di şerê bendavê de hunermend jin û kesên navdar ji hêla dewleta Tirk hatin hedefgirtin da ku dengê gel qut bike, lê berovajî vê yekê îrade û israra gel li ser çûyîn û parastina bendavê xurtir dibe.”

Piştre derfet hate dayîn ji bo beşdarên panelê ku nêrînên xwe bînin ziman û beşdaran tekezkirin li ser bilindkirina asta têkoşînê, avakirina hevgirtina jinan. Herwiha diyar kirin ku barê vê qûnaxê dikeve ser milê jinan ji bo avakirina Sûriyek demokratîk. Beşdaran destnîşan kirin ku bi îrdeya gel û jinan wê berxwedan biserbikeve.

Encamnameya panelê:

-Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

– Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya hemû jinên Sûriyê.

-Têkoşîn ji bo avakirina yekîtiya jinan li ser asta Sûriyê.

-Misogerkirina mafê jinan di destûra Sûriyê ya nû de.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.