Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sedema qutbûna avê li Qamişlo hedefgirtina bendavê ye’

03/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Sedema qutbûna avê li Qamişlo hedefgirtina bendavê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Hevseroka Gerînendeya Avê ya Qamişlo Nûşîn Hemê da zanîn ku di encama topbaranên dagirkeriyê li ser Bendava Tişrînê de elektirîk li ser herêmê hatiye qutkirin û ev yek bûye sedema derketina kirîza avê ali Qamişlo.

Di encama êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser bendava Tişrînê a ku nêzî 2 mehan dewam dike, elektirîk û av li ser herêmê hatiye qutkirin. Yek ji bajarên ku ji ber nebûna elektirîkê pirsgirêkên avê jiyan dike, bajarê Qamişlo ye. Lê ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê aliyên têkildar hewildanên çareseriyê dikin. Girêdayî mijara qutbûna avê li bajarê Qamişlo hevseroka Gerînendeya Avê a Qamişlo Nûşîn Hemo ji rojnameya me re axivî.

Nûşîn bal kişan ser stasyon û bîrên ku avê didin bajêr û wiha got: “Li bajarê Qamişlo bi giştî 3 stasyon hene ew jî li taxa Hileliyê, Ewêce û Ceqceq. Herwiha 13 bîrên avê yên deryayî ku bi hemû alavên wan ji jenetor û kehrebe hatine amedekirin ew jî li taxên Rojhilat, cirnik û li taxa cûdî hatine belavkirin.”

Hedefgitina bendavê jêderên jiyanê qut dike

Nûşîn destnîşan kir ku qutbûna avê ji sedema êrişên dagirkeriyê li ser bendavê ye û wiha anî ziman: “Dagirkeriya Tirkiyê Nêzî 2 meha ye bendava Tişrînê xistiye hedefa xwe û bi dIjwarî tê topbarankirin. Helbet Bendav xwedî cihekî stratejîk e û di binasaziya herêmê de ji aliyê av û kehrebe de xwedî roleke sereke ye. Bi geşedanên ku di Sûriyê de hatine rûdan de, dagirkeriya Tirkiyê yekser berê xwe da cihên stratejîk yên herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yek ji wan jî pira qereqozaq û Bendava Tişrînê bû. Di aliyekî de şerekî gelek mezin û dijwer tê meşandin di aliyê din de jî berxwedaniyeke dîrokî tê raberekirin. Helbet ewqas êrişên dijwar bandora xwe li ser binasaziya bendavê dike. Derveyî ihtîmala hilweşîna bendavê, ev yek êdî xeteriya qutkirina av û elektirîkê dide avakirin.  Ji ber qutbûna elektirîka bendavê û hilweşîna bircekê di xeta voltaja 230 KW de ku bendav bi navendan re girê dide, kêmbûnek bi qasî ji sedî  50 kêm bûye. Dayîna elektirîkê niha ji hêla jeneratorên ve tê kirin, lê kapasîteya van jeneratoran têrê nake ku stasyon bi tevahî kapasîteya xwe bixebite.”

Hewildanên çareseriyê

Nûşîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Niha em hewildana çareserkirina vê yekê dikin. Lê helbet heyanî çareserkirina vê yekê gelê bajêr wê bê av nemîne. Ev yek jî ji aliyê gerînendeya avê bi riya sahrîcan tê belavkirin. Ava ku tê derxistin jî tê baqijkirin û belavkirin. Helbet gelek zehmetî hatin jiyan kirin yek ji wan jî kêmbûna hêza jenetoran, herwiha zehmetiyên ku di nava gel de derdikevin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.