Lîloz Hisên/Qamişlo
Nûçegihana ANHA`yê Dîcle Ehmed diyar kir ku rojnamevanên jin ên ajansa ANHA`yê ku di oxira derxistina rastiya şoreşê de şehîd bûne, bûne nasnameya raghandin û jina azad. Herwiha Dicle Ehmed da xuyakirin ku ji bo derxistina heqîqetê wê kar û xebatên wan bênavber dewam bikin.
Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) dikeve sala 13`emîn, bi îrade û îsrareke mezin di qada raghandinê de kar û xebatên xwe meşand. Da ku rastiya Rojhilata Navîn ji cîhanê re derxîne holê, herwiha di riya nûçeyên xwe re tevlî avakirina civakek exlaqî û siyasî bû, nemaze rastiya jinê û dozên girêdayî wê şopand.
Ajansa ANHA`yê bi pênûsên heqîqetê nûçeyên xwe yên yekemîn di destpêka Adara sala 2013`an belav kir. Jinê jî roleke mezin û taybet lîst di şopandina rastiyê de, di her qadan de nûçegihanên jin cihê xwe girtin, ne tenê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li hin bajarên Sûriyê yên din.
Derbarê vê mijarê nûçegihana ajansa ANHA`yê ya Kobanê Dîcle Ehmed ji rojnameya me re axivî.
‘Ajansa ANHA yek ji destkeftiyên şoreşa 19`ê tîrmehê ye’
Dîcle Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji destpêka damezirandina ajansa ANHA`yê nûçegihanên jin şev û rojên xwe kirin yek da ku bi deng, kamîre û pênûsa xwe şoreşa 19`ê tîrmehê ji cîhanê raghînin, di oxira vê yekê de gelek nûçegihanên me gihaştin asta şehadetê. Ajansa ANHA`yê yek ji destkeftiyên şoeşa 19`ê tîrmehê ye, 13 sal tije destkeftî, kar, xebat û berhem karîbû şoreşa bi navê jinê ji cîhanê re raghîne. Ajansa ANHA`yê ji odeyeke biçûk destpê kir bi berhemên xwe yên mezin gihaştin Rojhilta Navîn, destkeftiyek ku bi têkoşîneke mezin, şert û mercên zehmet xebta berdewam kir.”
‘Êş û berxwedaniya jinê di şoreşê de hate nîşandan’
Dîcle Ehmed wiha pê de çû: “Îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan jin xebatê raghandinê didin meşandin, bi armanca derxistina rastî, êş û têkoşîna jinê li hember zihniyeta Baviksalarî. Herwiha şopandina têkoşîna jinê di şoreşê de ku bi navê jinê hate nasîn di seranserî cîhanê de, di her qadên jiyanê de kar û xebatê jinê hate şopandin hem dîblomasî, siyasî, leşker, civakî û raghandinê ji cîhanê re rastiya jinê di hundirê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan. Di ajansa ANHA`yê de îro ji 70% rojnamevanên jin cihê xwe tê de girtine, gavên herî dîrokî di nava ajansê de hatiye avêtin ku beşeke taybetî jinê û dozên girêdayî wê hate aktîf kirin, nûçegihanên jin di alanan de çêbûn, bi taybet jinên ji pêkhateyên dîtir ku tevlî raghandinê bûn. Jinên ereb çi li Reqa, Tebqa, Dêra Zorê û Minbicê xwestin dengê êşa jina ereb û ên dîtir raghînin, zilma ku di nava civakê herwiha dema kontrolkirina DAIŞ`ê di hin herêman de yekser di nava ajansê de cihê xwe girtin.”
Di qadên şer de hebûna nûçegihanên jin
Dîcle Ehmed destnîşan kir ku rojnamevanên jin ên ajansa ANHA`yê di qadên şer de cihê xwe girtin da ku lehengiya jinê li dijî dijmin bidin nîşandin û wiha got: “Rojnamevanên jin di ajansa ANHA`yê de berê xwe dan qadên şer mîna şerê li dijî DAIŞ`ê herwiha dagirkeriya Tirk da ku rastiyan wan ji cîhanê re eşkere bikin, du hevalên me jî gihaştin asta şehadetê (Ş.Cîhan û Dilşan), ku kedeke mezin dan ji bo raghandina şoreşa jinê, berxwedan û deskeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dîmen û wêneyên ku dikşandin, di çeperên şer de bûn şahidiyê vê serkeftin û berxwedanê, çawa şervanên jin di xeta pêşî ya şer de şer kir.”
Nûçegihana ajansa ANHA`yê Dîcle Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Şehîdên ajansa ANHA`yê bi gitşî bûne nasnameya raghandin û jina azad. Em ê her dem xeta wan bişopînin û rastiya azadiya jinê ji cîhanê re raghînin.”