Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Muzîk giyanê hunerê ye’

02/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Muzîk giyanê hunerê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/ Amûdê

Hunermendê Kurd Edulbaqî Mihemed diyar kir ku wî bi israra xwe xewin û xeyalên xwe yên fêrbûna muzîkê pêk anî û wiha got: “Ez bi rêya muzîkê peyamê didim derdorê. Herwiha muzîk jiyana min xweş û geş dike.”

Hunermendê Kurd Ebdulbaqî Mihemed di sala 1968’an de li gundê Xerezê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayik bûye. Ebdulbaqî ji zarokatiya xwe ve ji muzîkê hez dikir. Dema ku ew zarok bû bi bavê xwe re li muzîkê guhdar dikir û bi karê muzîkê re mijol dibû. Wî her dem xeyal dikir ku dema ew mezin bibe, ew ê bibe hunermendekî binav û deng. Lewra li ser xewin û xeyalên xwe jiyan diafirand, heta ku ew xewin bûne rastiyek ji jiyan wî re. Ebdulbaqî bi navê xwe yê hunerî Mîrxan tê naskirin.

Derbarê hunera muzîkjenî û stranbêjiyê de, hunermendê kurd Ebdulbaqî  Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Ebdulbaqî Mihemed diyar kir ku ew dûrî muzîkê nikare bijî û wiha got: “Ez bêyî huner û muzîkê nikarim jiyan bikim. Çawa ku mirov nikare bêyî av û hewayê jiyan bikin, ez jî bêyî hunerê û muzîkê nikarim jiyan bikim. Min li ser destên xwe gelek saz çêkirin û gelek awzên min jî hene mîna ‘Ey Helbeça Birîndar, Perî Zadê, Pîr û Kalinn, Bêrîvanê Ez Şivanim, Dest girtiya min’. Di 2011’an de ez weke hunermend hatima naskirin di nava civakê de, albûma min a yekem ji 8 stiran pêk dihat, herwiha min zêdeyî 100 awazî çêkirine. Çend strananên li ser bajarê Efrînê jî min çêkirine, 10 stran min tomar kirine. Mixabin hîn gelek stiranên min jî nehatine tomarkirin.”

Ebdulbaqî Mihemed wiha domand: “Muzîk û karê hunerî mîna deryayê ye. Tu çiqsî ji ava aşqa muzîkê û hunerê vexwe tu têr nabe. Di rêwîtiya min ya hunerî de herî zêde min li gorî derfetên xwe kar dikir, ji ber ku di wê demê de tu kee tune bû ku min fêrî muzîkê û hunerê bike. Ji ber vê yekê min bi tena serê xwe, xwe fêr kir. Hunermendên ku ez ji wan hezdikim û ji wan bandor bûme Mihemed Şêxo, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Tehsîn Taha û Aram Dîkran e. Zehemetiyên ku min didîtin kêmbûna cihên hunerî, tinebûna cihên qeydkirina stranan û nirxên wê yê buha. Bingeha xebatên min yên hunerî ji bo civakê ye. Ez hewil didim hunera kurdî bi tevahiya cîhanê bidim nîşandan. Tevahiya pirsgirêkên ku li pêş min derketin min ji xwe nekir astengî. Min meşa xwe ya hunerî bi hezkirin û biryardariyeke mezin dewam kir.”

‘Li xewin û xeyalên xwe xwedî derkevin’

Hunermendê Kurd Ebdulbaqî Mihemed bang tevahiya ciwanên kurd kir ku li hunera kurdî xwedî derkevin, ji ber ku bi riya muzîkê û hunerê mirov dikare nameyên xwe bide û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bang ciwana dikim ku xewin û xeyalên xwe pêk bînin, herwiha li hunera kurdî xwedî derkevin. Bi xwebawerî û israrê mirov dighêje armanca xwe û tevahiya zehmetiyên jiyanê derbas dike. Herwiha hêviya jiyaneke aramî jiyan bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.