Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerîfo: ‘Herin Wa’ berhemek nû têkildarî piştgiriya QSD’ê ye

01/03/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Şerîfo: ‘Herin Wa’ berhemek nû têkildarî piştgiriya QSD’ê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rapbêjê kurd Şerîf Omerî da zanîn ku strana wî ya ji elboma nû bi navê ‘Herin Wa’ li ser piştevaniya QSD’ê ye û got: “Ez ê stranekê li Almaniyayê çêbikim herwiha dakevim Rojava, li bajarê xwe, ji bo QSD’ê û Şoreşa Rojava stranekê derxînim, wê bêhna heskirin û azadiyê jê were.”

Hunermendê kurd Şerîf Omerî ku di sala 1987’an de li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Wî bi şêwazê xwe yê rapa kurdî kilîpek ji bo piştevaniya QSD, Şoreşa Rojava û pêkanîna yekrêziya hemû aliyên kurdî di 22’ê Sibatê de derxist.

Kilîpa ‘Herin Wa’ berhema dawîn ji xebata Şerîfo ye, herwiha gelek stran û kilîpên wî yên netewperwerî berî niha derxistine.

Ev kilîp bi hest, reng û şêweyekî folklorîk li gel ala QSD’ê û ala kurdî hatiye çêkirin.

Derbarê kilîpa ‘Herin Wa’ stranbêjê wê Şerîf Omerî ji rojnameya me re axivî.

Armanca Şerîfo ji strana ‘Herin Wa’

Omerî girêdayî armanca xwe ji strana ‘Herin Wa’ wisa got: “Strana ‘Herin Wa’ berhema min a dawîn e ku gelek ked li ser hat dayîn. Wekî em dizanin QSD’ê hebûna gelê kurd e, ji her kesî tê xwestin ku piştevaniya şervanên xwe bike. Armanca me ji vê stranê ew bû bi rengê rapa kurdî û filklorê kurdî destekê bidin wan şervanên ku îro berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin. Herwiha em kurd bi dengê bilind ji bo yekrêziya kurdî û destekdayîna QSD’ê bang bikin.”

Amadekariyên çêkirina kilîpê?

Şerîfo têkildarî amadekariyên çêkirina kilîpa xwe wiha domand:“Ev bûye bêtirî mehekê ku ez li ser vê kilîpê kar dikim, strana Herin Wa ji gotin û awazên min in. Muzîka wê, Fîras Huseyînî, bi kamîreya Mesûd Maks hatiye kişandin, tembûrvan Elî Şakir bû herwiha gelek fanzên Tîktokê yên kurd beşdarî kilîpê bûn. Di heman demê de bi tevkariya hin komên hunerî mîna Koma Armanc ev stran li Almaniyayê li bajarê Êsin û Bûxim hat çêkirin. Em gelekî westiyan heta ku me ev kilîp amade kir, me hewl da ku strana xwe bi navên gelek bajarên Kurdistanê bihûnin. Me navên bajarên girîng û yê xwedî rol, hem jî navûdeng xistin kilîpê, nemaze Efrîn û Serêkaniyê.”

Erka hunermendan ji bo piştevaniya QSD’ê

Rapbêj Şerîf Omerî derbarê erkê ku dikeve ser milê hunermendan ji bo QSD’ê wiha got: “Hebûn û nebûna QSD’ê hebûna gelê kurd li Kurdistan û derveyî Kurdistanê ye. Lewma ji hemû hunermend, rewşenbîr, muzîsyen û her kesê ku di warê hunerê de dixebite, tê xwestin ku piştgiriya yekîtiya kurdî bikin. Di heman demê de erkê wan ew e ku bibin piştgirên hêzên QSD’ê, ji ber ku QSD’ê hebûna gelê kurd, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê ye. Eger plan û armancên QSD’ê negihêjin serî, wê demê Bakurê Kuridistanê û Rojhilatê wê nema bi ser bikeve û wê Başrûr jî gelekî lawaz bibe. Lewma jî heta ku gelê kurd bigihêje mafê xwe pêwîst e hemû kurd destekê bidin Şoreşa Rojava.”

Amadekariyên Şerîf Omerî hene ji bo çêkirina stranekê li Rojava

Rapbêjê kurd Şerîf Omerî girêdayî amadebûna xwe ji çêkirina stranekê li Rojava wiha eşkere kir: “Cîhan tev hatiye guhertin, yên ku berê di lîsteya terorê de bûn, îro Şamê bi rê ve dibin. Divê kurd jî bi hemû aliyên xwe ve guhertinekê çêkin, bibin yek û bi yekdengî doza mafê xwe bikin. Li ser vê bingehê jî ez amadekariyê xwe ji bo stranên nû dikim. Strana ‘Herin Wa’ yek ji stranên elboma min ya nû ye. Şêweyê ku elbom bi yek carê were derxistin êdî kevin bûye, ez niha stranan tomar dikin, ew stran dibin kilîp û tên belavkirin. Lewma jî ez ê stranekê li Almaniyayê çêbikim û dakevim Rojava, stranekê li bajarê xwe Qamişlo, bi şêwazekî cuda stranekê çêbikim. Wê bêhna azadiyê jê were û wê straneke xweş derkeve, sedem jî ew e ku dema hunermend stranekê li bajarê xwe çêbike û li ser şervanê QSD’ê û Rojava be wê bêhna heskirin û azadiyê jê were.”

Post Views: 265
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.