Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Gel bi dilxweşî meha Remezanê pêşwazî dike`

27/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
`Gel bi dilxweşî meha Remezanê pêşwazî dike`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo


Li bajarê Qamişlo ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê, gel xwe amade dike. Şêneyan diyar kirin ku wê îsal ji salên borî xweştir be, lewra nirxê pêdiviyên jiyanê erzantir bûn ye û wê gel karibe bi dilxweşî cejina xwe jî pîroz bikin.

Meha Remezanê ji bo civaka Îslamî heyveke girîng û xwedî wate ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di meha remezanê de hin xwarin û şerbetên remezanî hene, ango tenê di vê mehê tên çêkirin. Wekî Nanê şêrîn (marok), şerbeta ava sûsê( Ereqsûs) û şerbeta xurmeyên hindê( Temirhindî). Ev xwarin û şerbetên remezanî bûne wekî kevneşopiyan li herêmê û her sal di heyva remezanê tên de tê çêkirin, an jî di vê heyvê de bêtir tê kirîn. Herwiha di vê meh de gelê herêmê dengê defê dibihîzin, ew jî ji bo hişyarkirina wan li ser sihorê (Paşîv) ye.

Di derbarê hatina meha Remezanê şêneyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

‘Xurme û nanê şêrîn di meha remezanê de, bi tam tir e’

Ciwana bi navê Hindirîn Elî diyar kir ku ev meh bi gelek tiştên xwe yên taybet tê naskirin, yek ji wan jî xwarinên taybet û wiha got: “Ev meh ji bo mislmana ne wekî hemû heyva ye, em di vê heyvê de bi duai û li mêjê demên xwe diqedînin û hêviya pêkanînê ji Xweda dixwazin. Heyva Remezanê bi xwarinên xwe yên giran wekî hemû cureyên goşt, Kutilk, Serûpî, Aprax hwd û vexwarinên xwe yên teybet tê naskirin. Weke xwarina nanê şêrîn (Marûk) tama wê di vê heyvê de, xweştir e. Herwiha ev heyv bi dan û standina cîranan ji hev re xweştir û balkişandin tir e, ji ber ku xwerinên xwe li hev par dikin. Ev yek jî kêfxweşiyê dixe dilê mirov de.”

‘Em bi hêviya aşîtî û kêfxweşiyê ne’

Hindirîn da zanîn ku kêfxweşiya gel di pêşwazîkirina remezana îsal ji salên berê cûdatir e, lewra biştî ketina rejîma Eseed, gelek kes vegeriyan malên xwe û wiha got; “Di remezanê de çavên mirovan tim li civatan diger e, îsal jî wê civat û ken di her male de zêdetir be. Çimkî rejîma Eseed ji bo vegerandina ciwanan yên derve, bûbû asteng. Hêviya me jî di heyva remezanê de ev e ku, gelên herêma me her tim bi aşîtî û kêfxweşî jiyan bikin.”

`Bi daketina nirxê dolar gel kêfxweş dibe`

Yek ji firoşkarên cilan li bazara bajarê Qamişlo Mihemed Zekî Mihemed jî bal kişand ser daketina nirxê dolar û kêfxweşiya gel wiha got; “Îsal gel bi dilekî xweş pêşwaziya remezanê dikin, çimkî bi saya berxwedan û têkoşîna şervanan gel bi ewlehî dijîn. Çimkî bi daketina dolar jî nirxê pêdiviyên debara jiyanê dadikeve, ev yek jî dihêle gel kêfxweş bibe, lewra di buhabûnê de, ne her kesî dikarî cil û pêwîstiyên cejinan bikirin. Herwiha girtina rojiya îsal ji salên borî xweştir e, ji ber ku îsal heyva remezanê di çile de ye, ev yek nahêle ku mirov zêde tî û birçî bibe. ”

Mihemed Zekî Mihemed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hêviya me ew e ku di zûtirîn dem de xaka me ji êrîş û kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, azad bibe. Ez di wê baweriyê de me ku, duaiya yekê ye ku gel jî dike eve, ku gelên herêma me bi aşîtî û wekheviyê bijîn.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.