Argêş Vîyan/Qamişlo
Endamê Koma Berxwedan û Hunermendê Kurd hozan Kawa diyar kir ku pêwîste her hunermendek rihê Bavê Teyar ê serhildêr bingeh bigire û wiha got: “Berxwedana Bendava Tişrînê bi serê xwe hunereke dîrokî ye”.
Bavê Teyar bi navê rasteqîn Cuma Xelîl şanoger û lîstikvanekî ji Rojavayê Kurdistanê bû. Di sala 2001’an de koma Bavê Teyar li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin. Keç û birayekî xwe Tevlî Tevgera Azadiyê dibin. Di êrîşekî dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê, tevlî kerwanê nemiran dibe.
Derbarê jiyan û berxwedana Bavê Teyar (Cuma Xelîl) de, hunermend û stranbêjê Kurd hozan Kawa ji rojnameya me re axivî:
‘Dibe ku em bi fîzîkî ne li gel berxwederên bendavê bin, lê em kêlî bi kelî bi dil li gel wan in’
Endamê Koma Berxwedan û Hunermendê Kurd Hozan Kawa berxwedana Bendava Tişrînê ya dîrokî silav kir û wiha got: “Em destpêkê berxwedêr û şervanên di çeperên azadiyê ku niha li Bendava Tişrînê û kudera Kurdistanê de bin û li ber xwe didin bi dil û can silav dikin. Berxwedana wan hêzê dide xebat û keda me. Serdem çarenûsa gelan didin diyar kirin. Ev serdema ku em têde dijîn jî, serdema 21’emîn, serdema çarenûsa gelê Kurd dê bide diyarkirin. Taybet li Rojavayê Kurdistanê bi şer û têkoşîna xwe dersa mirovahiyê dan cîhanê. Ji ber ku hêza DAIŞ’ê têk bir, niha jî li hemberî çeteyên ku di bin sîwana DAIŞ’ê de hatine birêxistinkirin berxwedanek bêhempa didin meşandin. Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berxwedana xwe rûmeta mirovahiyê diparêzin. Bi rastî jî navê nû ya Bendava Tişrînê bi hêsanî nebû Bendava Şehîdan. Gelê me yê li wir çalakiya mertalên zindî didomîne, ji mirinê re meydan dixwûnin. Ev gel bi wê peyama vekirî dide raya giştî “Çeka me, vîna me ye.” Cangoriyên azadiyê nirxên wî gelî ne. Parastina Rojavayê Kurdistanê azadiya hemû beşên Kurdistanê dê mîsoger bike. Mijara herî bingehîn jî, tevlîbûn û piştgiriya hunermandan ji wê berxwedanê re ye. Hunermend pêşengên civakê ne û hestên hunermendan asta pêşxistina berxwedanê diyar dikin. Xuya bû ku hêz û vîna me divê teqez serkeftinê mîsoger bike. Berxwedana têye raberkirin bi cîhanê da gotin: “Kurd mafdar in, divê mafên wan bên dayîn”. Lê welatên hevalbendên Kurdan ên ku piştgirî didin doza wan, ev tenê di gotinê de hiştin e. Ev bertekên wan di raya giştî de zêde deng nade. Hunermend bi têkoşîna gel re, gel bi xebatên hûnerî re xortir dibe. Gel û şervan weke av û masî ne, nikarin bê hev jiyan bikin”.
‘Hunermend divê weke Bavê Teyar berxwedêr bin’
Hozan Kawa şanogerê mezin Bavê Teyar ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû bi bîr anî û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bavê Teyar bi navê din Cuma Xelîl bi rastî jî nişaneya şoreşgertiya hunermendan bû. Ji ber ku Bavê Teyar bi şano û berhemên xwe yên hunerî civakek perwerde kir û nifşek mezin kir. Bavê Teyar ji tevahiya cîhanê re isbat kir ku hunermend ne tenê şano dileyize yan jî stranan dibêjê, hunermend dema ku bê xwestin şoreşger e û dema bê xwestin jî şervan e. Helwest û kelecana Bavê Teyar a li hemberî dijmin a li qada berxwedanê, helwesta hunermendên rast ên civakê bû. Bavê Teyar di kesayeta xwe de hestên welatparêziyê xwedî dikir û Kurdistanî bû. Naskirina min ya Cuma Xelîl di hatina wî ya Ewropa ji bona pêşkêşkirina şanoyan de çêbû. Demek kurt be jî, naskirina Bavê Teyar ji bona me cihê serbilîndî û kêfxweşiyê bû. Lê ji bona mirov kesayetên weke Bavê Teyar pênase bike, tenê bi fîzîkî dîtin têrê nake. Hunermendên weke hozan Mizgîn, Hozan Serhed û Yekta Herekol û herî dawiyê jî Bavê Teyar hêza hunermandên Kurd nîşanî hemû gelên cîhanê kirin. Kesayeta Cuma Xelîl bi me da fêmkirin ku çawa em dikarin deynê vî gelê bidin û bû mamosteyê me yê nemir. Bi gotina xwe ya navdar “Me kefenê mirinê çirandiye” kêliyên ku dê şehadetê jiyan bike, dike kêliyên serkeftinê. Rihê Mazlûm Doxan û Kemal Pîr dide zindîkirin. Bavê Teyar bangekî mezin ji bona hunermendên ku dijî şoreşê kar dikin û dijminê xwe re koletiyê dikin re dike. Pêwîste ev banga Bavê Teyar bibe banga heqîqetê ji bona hemû hunermendên civakê. Pêwîste em hunermendê vî gelê tenê nehêlin û guh bidin dengê rastiyê. Dem ne dereng e, roj roja me ye û em pêwîste wê demê têr û tijî bi kar bînin. Dilê me hemûyan ji bona Bendava Şehîdan lê dide. Em dûr in lê dilê me nêz e. Lê demekê nêz de ji bona dîtîna Rojavayê Kurdistanê û berxwedana wê, em ê werin li wir bibînin.”
‘Pêwîste hunermend ne tenê bi stranan , bi hunera xwe xebatên cuda yên ji bo Kurdistanê bidin nîşandan’
Kawa diyar kir ku divê hunermend rola xwe di hemû qadên şoreşê de pêk bînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwîste hunermend kêlî bi kêlî di nav tevgera şoreşê de bin û di her qadê de çi dikeve ser milê wan bikin. Divê hunermend dest ji berjewendiyên kesayetî berdin û bi rihê Bavê Teyaran têkoşîn bikin. Ev yek ji tevayî civakê û bi taybet ji hunermendan tê xwestin ku weke pêşengên civakê bi erkên xwe rabin û bigihêjin serkeftinê.
Dîsa dubare bejna xwe li ber şehîdên Bendava Tişrînê ditewînim û ji berxwederên li hemberî dagirkeriyê re silavên germ dişînim”.