Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevî kêmbûna nirxê dolar lê nirxên kelûpelan hîna bilind e

26/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Tevî kêmbûna nirxê dolar lê nirxên kelûpelan hîna bilind e
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/Amûdê


Welatî û firoşkarên bajarê Amûdê diyar kirin ku tevî kêmbûna nirxê dolar, lê hîna jî bazirgan kelûpelan bi nirxekî bilind difroşin. Herwiha endamê Desteya Pêjiyanîyê ya bajarê Amûdê Mehmûd Ismaîl anî ziman ku ew rewşa bazarê dişopînin û got, “Bazirgan û firoşkarên ku li gorî xwe kelûpelan bifroşin ew ê bên cezakirin.”

Aloziya ku li Sûriyê ewqas salan dirêj kir, rewşa jiyanî ya hemû welatiyên Sûriyê zehemt kir. Di heman demê de xizaniyeke mezin li Sûriyê pêk hat. Ev rewş heya niha jî tê jiyankirin. Herwiha piştî têkçûna rejîma Eseed hin ceza li ser Sûriyê hatin sivikirin û nirxê dolarê Emerîkî li hemberî lîreya Sûrî kêm bû. Lê bazirgan kelûpelan hîna jî bi nirxekî bilind difiroşin firoşkaran. Gel jî nerazîbûna xwe li hemberî nirxê bilindbûna kel û pelan nîşan didin û ji aliyê peywendîdar daxwaz dikin ku rê li pêşiya vê yekê bigirin.     

Derbarê bilindbûna buhayên kelûpelan yek ji welatiyên bajarê Amûdê yê bi navê Mehmûd Xizlanî, herwiha firoşkarê cil û bergan Welîd Zilfo û endamê Desteya Pêjiyanîyê ya bajarê Amûdê Mehmûd Ismaîl ji rojnameya me re axivîn.

Welatiyê bi nave Mehmûd Xizlanî diyar kir ku rewşa aborî û jiyanî bi hemû awayên xwe zehmete û wiha got: “Li Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa jiyanî û aborî li ser me zehmete û ev barê me giran dike. Bazirgan jî li gorî berjewendiyên xwe rewşa heyî bikar tînin û êşa gel berbiçav nagirin. Em hêvî dikin ku guhertinek baş li ser jiyana me pêk bê û dawî li buhabûna kel û pelan bê.”

‘Rakirina bacan li ser kel û pelan wê rewşa jiyanî baş bike’

Firoşkar Welîd Zilfo diyar kir ku nirxên kelûpelan ne di destê wan de ye û wiha got: “Buhabûna kel û pelan ne di destê me deye, ji ber ku her seatê nirxê dolar tê guhertin. Em jî li gorî dolar kil û pelên xwe difroşin. Di heman demê de piraniya kel û pelan ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mer tên û di rê de bac li ser wan tên birîn. Dema ku bac li ser kel û pelan bê rakirin wê nirxên wan kêm bibe, herwiha wê gel jî, ji vê yekê razî bin.  Hêviya me jî ew e ku jiyan di hemû aliyên xwe de xweş bibe û gel bi aramî û bê astengiyan jiyan bikin.”

‘Bazirganên ku bi serê xwe kar bikin ew ê bên cezakirin’

Di heman çarçoveyê de endamê Desteya Pêjiyanîyê ya bajarê Amûdê  Mehmûd Ismaîl diyar kir ku bazirgan û firoşkarên ku ne li gorî nirxên dolar kar bikin wê werin cezakirin û wiha got: “Em rewşa bazarê bi giştî dişopînin. Pisgirêka ku kel û pel bi awayekî buha tên firotin, ew e ku rewşa dolar li bazarê ne arame. Herwiha bazirganê ku li cem xwe nirxan bilind û nizim bike, wê bên cezakirin. Ji xwe hêviya me ji gel ê me ew e ku bi me re bibin alîkar. Da ku em bi hev re bazara xwe baş bikin. Lewra dema ku ew bibîn kîjan firoşkar ne li gorî bazarê kar bike, werin gazinên xwe bighînin me, em ê jî li gorî hêviyên wan bin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.