Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Efrînê ta Bendava Tişrînê Şervanê heqîqetê; Egîd Roj

26/02/2025
in POLÎTÎKA
A A
Ji Efrînê ta Bendava Tişrînê Şervanê heqîqetê; Egîd Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo


Hevrêya şehîd Egîd Roj, rojnamevan Lîlav Elî ku demekê dirêj hevdû nasdikirin, da diyarkirin ku rojnamevan Egîd Roj ji Efrînê û heya Bendava Tişrînê kêliyên berxwedanê belge kir û wiha got: “Egîd Roj, bi kesayeta xwe ve Egîdeke rastiyê afirandibû.”

Rojnamevan Egîd Roj (Şervan Seydo) ku 5’ê Sibatê 2025’an li Tişrînê di êrîşekê dagirkeriya Tirk  ya li dijî gel de şehîd bibû, rêwîtiyeke dur û dirêj ya ku ragihandina denge rastiyê bû meşand. Egîd Roj, êrîşên dewleta Tirk yê dagirkeriyê, berxwedaniya bêhempa ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêlî bi kêlî ji civakê re ragihand. Ruxmê ku di temenê piçûk de tevlî Tevgera Azadiyê bibû jî astengî nasnedikir û bû şopînerê rêya Gûrbetelî û Xelîl Uysalan.

Derbarê jiyan û kesayeta rojnamevan Egîd Roj yê ku êrîşekê dewleta Tirk ya dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bibû, rêhevala wî û rojnemevan Lîlav Elî ji rojnameya me re axivî.

‘Heval Egîd Roj, hem di kar û hem di jiyana xwe de xwedî felsefeya Apoyî bû’

Rêhevala şehîd Egîd Roj, rojnamevan Lîlav Elî anî li ser ziman ku rêhevalê wan Egîd deng û rengê rastiyê bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Heval Egîd Roj di sala 2017’an li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hatiye dagirkirin de, min naskir. Lê wan deman zêde danûstandinên me bi hevre çênebûn. Piştî Efrînê hate dagirkirin, me li kampa koçberan ya bi navê Serdem li Şehba naskirina me zêde bû. Heval Egîd hovîtiya dagirkeriya Tirk ku li Efrînê diqewimîn yêk yêk teqez û belge kir. Di berxwedaniya bihempa ya 58 rojan weke ku kêlî bi kêlî derbas neke ji raya giştî re ragihand. Dema ku nû tevlî Tevgera Azadiyê bû, tevî ku temenê wî ciwan jî bû lê bi paş de gav ne avêt. Bi ruxmê wî di  temenê ciwan de jî, dagirkerî şopand û bi cîhanê giştî re derewên dewleta Tirk ya dagirker eşkere kir. Heval Egîd ne tene rojnamevanek bû, di heman demê de dengê civakê bû û  ji ber ku ji bajarê Efrînê jî bû êşa gelê herêmê baş nas û hîs dikir. Her tim hewildan dikirin ku bi dîmen be, bi nîvîs û gotinê be jî ev rastiya ku li Efrînê tê jiyankirin hemû cîhanê bide temaşekirin. Rûken bû, di dema çeperan de jiyanê de ev kenê wî hertim berdewam dikir. Heval Egîd astengî û zehmetî nasnedikirin, xwe di oxira şoreşê de feda kirbû. Bi wê keniya xwe jî, ji derdor re jî hêvî dida avakirin. Rêhevalên xwe re kaniya çareserî û hêzê bû. Pirsgirêk û kêmasiyên kîjan hevalî be nîqaş dikir û ji bona çareseriyê çi pêwîst biba pêk di anî. Heval Egîd weke palpiştekê ji bona hevalên xwe bû, bi kar û xebatên xwe bû bîra çapemeniya azad. Di destpêka êrîşên li Bendava Tişrînê, heya kêliyên xwe yên şahadetê jî heval Egîd pir bi israr bû ku karê xwe berdewam bike û rastiyên heyi bi şopîn e. Ruxmê ku pir caran me jê re digot “Heval tu westiyayi were piçekê jî bêhna xwe vek e.” Bersiva heval Egîd ev bû ku “Heya serkeftin teqez nebe ez venagerim.” Pir vekirî û zelal dianî li ser ziman. Ji ber çawa ku hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker li Efrînê bibû şahîd, li Bendavê jî hezdikir wê teqez bik e. Hevalê Egîd herdem digot ku Efrîn rizgar bibe, pêkane ku rojekê gele Efrînê vegerin warê xwe azad jiyan bikin, lê ev wan kêliyan divê nebîn e. Kesayetê hevalê Egîd bi felsefeya Apoyî hatibû perwerde kirin sekin nasnedikir.”

‘Şehadet hêz dide dengê çapemeniya azad’

Lîlav Elî bibîrxist ku dewleta Tirk nikare bi êrîşan denge rastiyê bidin sekinandin û wiha berdewam kir: “Hevalekî xwe bi demên dirêj bi hevre kar kiriye me oxir kir, em rêhavalên wî ji me re pir zehmet û bi êş bû. Mirin li rûyê Egîd yê li ken nedihat, ji ber ku xwe di oxira jiyanê de feda kiribû. Ruxmê ku li Bendava Tişrînê nûçegihanê hemû kanal û televizyona hebûn jî, heval Egîd ji bona her saziyên Ragihandina Azad kar dikir. Em ti caran nahêlin ku pênûs û kamireya hevalên me li erde bîminin. Yek Egîd diçe, yek Cîhan diçe hezaran şîn dibin. Barekî mezin rêhevalên xwe re hişt û barê me ji berê girantir bû ye. Bi bilindikirin û xurtkirina karê xwe em soza tolhildana hevalê xwe bidin û em ê bibin dengê rastiyê, dengê Ezîz û Naziman. Hertim rêhevalên xwe bawer bû û digot dê ev rihê hevaltiyê  û fedekariyê serkeftin bi teqez bib e. Em jî wê sozê dubare dikin ku em rêhevalên rastiyan şopînerê Gurbetelî û Egîdan nahêlin ku dengê rastiyê qut bibe û em ê dengê rastiyê bilind bikin.”

‘Dewleta Tirk ya dagirker ku sûckar e di heman demê de hêzên bêdeng jî hevkarin’

Lîlav got ku bêdengî tê wateya hevkariyê û wiha axaftina xwe qedand: “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk ya dagirker endamên ragihandin û çapemeniyê dike armanca êrîşên xwe. Demekê ku beriya hevalê me Egîd Roj şehîd bikeve, li heman cihê hevalên me yên rojnamevan Nazim û Cîhan hatin şehîd xistin û ne tene li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê dengê rastiyê dike armanca êrîşên xwe yên dagirkeriyê. Gulîstan Tara, Hero Bahadîn û mamosteyê hêja yek ji stûnên çapemeniya azad Ezîz Koyluoglu hatin armanckirin. Ne tenê şehîd xwistinê armanc kirina hevalên me di saziyên aligir yên çapemeniyê û girtinê hewildidin ku rastiya ku tê jiyan kirin ji holê rabike û bi derewên xwe raya giştî bixapîne. Dewleta Tirk ya dagirker di êrîşên xwe de sucdar e, sazî û dezgehên mafên rojnamevan û ragihandinê jî, bi wê bêdengîya xwe ew qas hevkariya wan êrîşan dikin. Li herêmên dagirkirî weke Efrînê jî rojnamevanên ku hewildidin hovîtiya çeteyên dagirker yên herêmê derixin rûyê erdê tên revandin û çarenûsa wan jî hîn ne diyar in. Lê hedef girtina rojnamevanan sucekî dijî mirovahiyê ye û divê dewleta Tirk ya dagirker bê darizandin. Ev êrîşên li ser rojnamevanan êrîşên qirkirina gel û civake kê ye. Em dîsa weke hempîşe û rêhevaleke rojnamevan Egîd Roj bîbirtînim û di şexsê wî de bejna xwe li ber şehîdên ragihandina azad û yên dengê rastiyê ditewînim.”

Post Views: 149
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.