Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Şoreşa Rojava bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser dikeve`

26/02/2025
in JIN
A A
`Şoreşa Rojava bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser dikeve`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo


Endama Kongra Star ya bajarê Amûdê Şeha Seyîd diyar kir ku şoreşa Rojava bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi ser dikeve û wiha got: “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Derbarê girîngiya fikrê  Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û giştî Rojhilata Navîn, endama Kongra Star ya bajarê Amûdê Şeha Seyîd ji rojnameya me re axivî.

Şeha Seyîd diyar kir ku dem dema azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha domand: “Ti kes nikare înkar bike ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan, gelê herêmê bi hev re bi azadî û wek hevî dijîn. Çimkî fikrekî azadîxwaze ne berjewendiye. Jixwe armanca komploya navdewletî ya dijî Rêbertiya me ev bû ku, gelê kurd li ser rûyê cîhan bê par bikin, bi taybetî dewleta tirk ya dagîrker. Lewra ew ne tenê dijî azadiya gela ye, ew dijî jiyaneke wekhev û mirovatiyê ye. Gelê herêmê jî bi têkoşîn û berxwedana xwe armanca komplo têk birin. Ji bo vê jî em dibêjin di demeke wiha de gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd, pêwîstiya wan bi azadiya Rêbertiyê heye, çimkî ew kilîta çareseriyê ye. Êdî bûye dema ku em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin, Rêberê ku gel ji qirkirina dijminan azad kirî, cihê wî ne zîndan ne.”

`Bi felsefeya te em azadi n, em ê jî bi têkoşîna xwe te azad bikin`

Şeha Seyîd  wiha domand: “Em wekî jin ti carî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û heta Rêber Apo azad nebe em ê li qadan bin. Rêber Apo ji destpêkê ve ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dike. Em jî deyndarê vê têkoşînê ne, bi taybetî em jin. Lewra ti kesî ji bilî Rêbertiya me, jin azad nekirî û mafê wê neparastî. Ji bo wê divê em jin kar û xebatên xwe zêdetir xurt bikin, divê em xwediyê ku me azad kirî em wî azad bikin.”

`Bi têkoşîna xwe em ê planên dijmin têk bibin`

Endama Kongra Star ya bajarê Amûdê Şeha Seyîd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li tevayîya gelê azadîxwaz kir ku bi têkoşîna xwe planên dijmin têk bibin û axaftina xwe wiha qdand: “Dewleta tirk ya dagîrker çi dike bila bike û bila ew jî bigihêje vê baweriyê ku, êdî li tevayîa cîhanê, dengê gelê kurd bilinde. Em wek jin heta azadiya Rêberê xwe, emê pêşengê şoreş û berxwedanê bin. Divê gelê herêmê armanca dijmin ya qirkirina gel, bi kar û xebatên xwe têk bibin û derfetê nedin ti kesî wekheviya dinavbera gel de, xerab bikin.”

Post Views: 115
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.