Navenda Nûçeyan
Boksorê Kurd Agît Kabayel li Riyadê hevrikê xwe yê Çînî Zhilei Zhang têk bir û di kategoriya giran a WBCê de bû şampiyonê cîhanê.
Şampiyoniya Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) 22’ê Sibata 2025’an li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hat lidarxistin. Boksorê Kurd Agît Kabayel ê 32 salî û şampiyonê dawî yê cîhanê yê beşa giran a WBC’ê Zhilei Zhang ê ji Çînê hatin pêşberî hev. Agît Kabayel di tûra 6 emîn de bi nakawtê hevrikê xwe yê ji Çînê têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Kabayel heta niha 26 maçên profesyonel lîstiye û qet têk neçûye.
Agît Kabayel piştî maçê axivî û wiha got: “Ez xwe gelek baş hîs dikim. Ev têkoşînek bêhempa bû. Ez spasiya xwe ji her kesê ku piştgirî daye min dikim.” Agît Kabayel ku li Almanyayê ji dayik bû, ji malbateke ji navçeya Bazarcixa Gurgumê ye.