Reşo Meydana
Kurd hene ku dema Tayip Erdogan li Enqerê dikuxe hema nake du, jê re destmalê digihîne ber difna wî. Hema kengî banî dike, di cih de xwe digihîne ber pêsîra dagirkeran. Efrîn tê dagirkirin, Serêkaniyê tê dagirkirin, Girê Spî li ber avê diçe, nabêje kîjan artêşa dagirker pêlî erda bav û kalên min kiriye. Berevajî, diçe û dibe baskek ji wan çeteyan yan jî hewl dide bibe.
Kurd hene ku li Rojavayê welêt ev çendîn sal in qir û qiyamet e, tenê guleyekê jî ne diavêje dijmin û ne jî fikreke wan a wisa heye. Ne jî ji civaka Kurd re, ji cîhanê re li ser rewşa Kurdan tiştekî xêrê dibêje; xwe digihîne Qesra Spî yan Qesra Kremlîne, Pekîna Sînê, Tokyo gilî û gazinca birayên xwe yên Kurd dike.
Kurd hene, ew ji xwe re wisa dibêjin bila bêjin, dagirkeriya Tirk bombe dibarîne nav govenda wan, av û kerabeya bi sedhezaran welatiyên Ereb, Kurd, û heftê du miletan qut dike, ji wan re nabêje “serê we sax be, em jî Kurd in, êşa we parve dikin”. Lê heman Kurd dema li cihekî seyahî (tûrîstîk) yê Tirkiye agir derdikeve û hejmarek mirov dimire sersaxiya Tayip Erdogan dixwazin. (bila bixwazin, lê çima êşa birayên xwe nabînin?)
Belê, ev kîjan Kurd in hema ne hewce ye mirov bîne ziman jî. Di wêjeya gelerî de ji van re, çi Kurd be, çi Ereb be, çi Tirk be, jê re dibêjin ‘kewê Gozel’. Kewê gozel çi tişt e? Yê dizane jixwe dizane. Ji bo yên nizanin: Nêçîrvanên kewan ji kewên nêçîra wan dikin hinekan kedî dikin, serjê nakin yan jî nafiroşin. Hûn ê bêjin çi lê dikin? Ma yek diçe nêçîrê ku jê feyde bike. Ne welê ye! fen û fîtên nêçîrvan xelas nabin. Piştî ku wê kewê kedî dike, dixe nava qefesekê. Dema diçe nêçîra hemcinsên wî, wî kewî bi xwe re dibe. piştî ku nêçîrvan xwe digihîne welatê kewan, wê qefesê bi bêhna fireh li cihekî xweşik bi cih dike û xwe jî ji ber çavan dide aliyekî. Kewê me yê nava qefesê dest pê dike bixwîne: “qaqibo qaqibo, qaqibo…” yanî çi dibêje ev kew ji hemcinsên xwe re? “Werin, werin, ez li vê derê me”. Dema kewên nava xwezayê lê kom dibin, nêçîrvan pêlî textika tifinga xwe dike yan jî dafika vedaye tije kewên reben dike. Vaye ji vî kewê me yê nava qefesê re dibêjin ‘kewê gozel’.
Gotineke pêşiyan heye dibêje, ‘ji kesên arif û zane re ne hewce ye tu tiştan tarîf bikî’. Yanî ya li ber çav, jixwe li ber çav e, ne hewce ye tu bêjî wisa ye, welê ye û nizanim çawa ye. Ev Kurdê ku ji Kurdiniyê re, ji mirovbûnê re bêxem be lê wekî ku îbadeta xwe bike li dijminê gelê Kurd miqate be, xwedî lê derkeve, hemcinsê xwe bixapîne, wekî kewê gozel, di rastiya xwe de jî ne Kurd e.
Rast e, QSD’ê temsîla vî Kurdî nake û nikare bike jî. Em ne abûqetên wê ne. QSD ne hewceyî vê ye jî. Çi dike QSD, YPG û YPJ? Gelê Kurd diparêze, ji DAIŞ’ê, ji dagirkeriya Tirk, ji çeteyên dagirkeriya Tirk û ji hemû xêrnexwazan diparêz e. Gelên Ereb, Tirkmen, Ermen, Suryan, Aşûrî, Çerkes diparêz e.
Piştî ku bihara gelan gihîşt welatê Sûriyê, YPG, YPJ û QSD, heya roja îro di parastina welêt û gelan de zêdetirî deh hezar şehîd daye. Du sê qat zêdetir jî birîndarên şerê gelê şoreşgerî çêbûne. Gelê Kurd, Ereb, Çerkes, Ermen, Tirkmen, Aşûr, Suryan êş û azarên nayên ziman kişandine. Yekîneyên Parastina Gel timî ji bo ku êşên gelan kêm bike, bi fedayiyane xwe avêtine eniyên şer, şer kirine û şehîd bûne yan jî birîndar bûne. Ti dem û wexta wan yan jî fikra wan tinebûye ku qefesa ‘kewê gozel’ bihêjînin û biçin nêçîra kewan û biçin Enqerê, ber destê Tayipê xwînxar.
Ji ber wê yekê rast e ku QSD’ê temsîla Kurdên ku bûne kewê gozel, nake. Ya din jî qe ti car temsîla Mesrûrê Barzanî nake, û nikare bike jî: