Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana li Bendava Tişrînê wê şoreşa me mayînde bike

23/02/2025
in POLÎTÎKA
A A
Berxwedana li Bendava Tişrînê wê şoreşa me mayînde bike
Share on FacebookShare on Twitter

Arîn Koçer


Dema em tevî hevalên gazî ji bo çûna bendava Tişrînê bi rê ketin ez gelekî, bi kelecan bûm û min xwe wiha his dikir ku ez ê biçim nava şerekî germ ê mîna şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber dijmin bi qasî êrîşî hevalên li eniyên şer dike, ew qasî jî êrîşên nemerd li dijî sivîlên li ser bendava Tişrînê jî pêk tîne. Lewma mirov xwe di navşerekî dijwar de his dike. Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gelên li bendavê ji bo parastina xak û kerameta xwe di nav berxwedanê de ye dike. Lê tevî her tiştî jî gelên bi salan e bi hesreta azadiyê ne, paşde gavan navêjin. Pir bi wêrekî li ber xwe didin.  Ji dijminên bav û kalan re dibêjin, “Em hene û li vir in.  Hûn çi dikin bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûr,yeyê vîna xwe ya azad li wir dane diyar kirin û ev jî cihê kêfxweşiyeke pir mezin bû. Di heman demê de jî gel ji keç û kurên xwe yên têkoşer hêz digirin. Şervanên YPJ û QSD’ê yên bi îradeyeke mezin di nav berxwedanê de ne manewiyeteke xurt ji gel û jinan werdigirin. Jixwe dema mirov li rûyê jinan, dayik û bavan dinêre, ronahiya hêza Rêber Apo xuya dike v jî ji bo me hemûyan dibe hêza têkoşînê.

Ya rastî hêza vîna gel a ji pola çavkaniya xwe ji bîr û bawerî, fikir û ramanên Rêber Apo digire. Jixwe hedef û armanca dijmin jî ew e, bi êrîşên xwe yên dijwar gel bitirsîne û berxwedaniya wan têk bibe. Lê gel bi gotina, “Em ji mirinê mezintir in” bersiv dide dijminê har û hov.

Dema me sekna gel a dilwêrek didît em jî hîn bêhtir kêfxweş dibûn. Ez bi xwe jî dema çûm Bendava Şehîdan, li beramberî wê berxwedana bêhempa a gelan heyecan û coşeke terîfa wê zehmet e ez dorpêç kirim. Ev rastiyeke bênîqaş e ku ti hêz wê nikaribe li hember vê berxwedan û têkoşîna muezem a gelan û şervanên wan bisekine.

Jixwe gelek hevalên gaziyên şer jî bi me re bûn. Tevî her tiştî jî xwedî sekneke pir xurt bûn û digotin, “Em ê biçin bendavê. Ev der cihê şerefê ye. Em  tola xwe ji dijminê xerab hiltînin û wê serketin a me be.” Hebûnahevalên gaziyên şer a li bendava şehîdan hêz, moral û menwiyeteke xurt dide xelkê sivîl ê di nav berxwedanê de. Dema em li wir bûn di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de hevalekî gaziyê şer birîndar bû. lê qet moralê heval xerab nebû, coş û heyecana wî kêm nebû.

Bila dewleta Tirk a dagirker zanibe ku wê ti caran nikaribe welatê me dagir bike. Heya ew gelên fedaî û şervanên wan ên qehreman hebin wê têkoşîna wan jî berdewam be. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin. Bûne xwedî vîn û cesareteke pir mezin.

Divê were zanîn ku Rêber Apo em gihande vê rojê, em kirin xwedî partî û artêş. Hewce ye em jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo berxwedanê mezin bikin. Her wiha ji bo fikir, felsefe ^+u îdeolojiya Rêber Apo bigihîje hemû gelan em timî di nav têkoşînê de bin.

Weke gaziyên şer, gel û şervanên YPG, YPJ û QSD’ê divê em têkoşîna xwe bi ser bixin. Vîna gelan di ser her hêz û teknîkê re ye. Careke din soz didin şehîdên bendava Tişrînê ku em ê welatekî azad û demokratîk diyarî wan bikin. 

Bêguman yê em bi tevahî fêrî berxwedaneke wer mezin kir, Rêber Apo ye. Ji bo em bibin layiqî Rêber Apo û şehîdan yaji me tê xwestin ew e bêteredut û bê fikar em têkoşînê mezin bikin, armanc û hêviyên şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.