Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Jinan amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinan dike

23/02/2025
in JIN
A A
Meclisa Jinan amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinan dike
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku mafên wan di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bike, civînan li herêmên cuda yên Sûriyeyê li dar dixe.

Endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulan Silêman der barê xebatên meclisê û hewldanên wan ên ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Gulan Silêman di destpêka axaftina xwe de pêvajoya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe wek “hestiyar” bi nav kir û got: “Meclisa Jinan a Sûriyeyê li gorî vê pêvajoyê tev digere. Yek ji armancên me yên stratejîk ku me ji destpêka avabûna meclisê ve ragihandiye, ew e ku em xwe bigihînin tevahî jinên sûriyeyî yên li hundir û yên li derve.”

Têkildarî pêvajoya piştî rûxandina rejîma Baasê jî Gulan Silêman got: “Me xwest çarçoveya karê xwe berfireh bikin û têkiliyan bi hemû kesayetên serbixwe, tevger û rêxistinên jinan re ava bikin. Di vê çarçoveyê de me gavên girîng avêtin. Di serî de Heleb û Şamê me li gelek bajarên Sûriyeyê panel û komxebat li dar xistin. Ji bo birêxistinkirina jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, ji bo tevlêkirina jinan di nava meclisê de û her wiha ji bo yekkirina dengên jinan hewldanên mezin têne kirin.”

Der barê hikumeta pêvajoya derbasbûnê de jî Gulan Silêman wiha axivî: “Heya niha me tu garantiyên parastina mafên jinan û beşdariya wan di hikumet û tevahî qadan de wernegirtiye. Jinan di rêya vê şoreşê de fedakarî kirin, hatin girtin û revandin û zext li wan hatin kirin, ji ber vê yekê diviyabû ev fedakarî di ber çavan re bihatana girtin û nûnertiya jinan di hikumetê de mezintir bûya. Niha rola jinan hatiye dûrxistin. Tunebûna rola jinan di hikumetê û tevahî qadan de ji bo siberojê nîşaneyeke xeternak e. Heke hin jin di hikumetê de cih digirin jî dê temsîla wan şeklî be û ne cidî be. Piştî ew qas fedakariyan ku jinan dane, em bi tu awayan qebûl nakin ku jin di siberojê de werin dûrxistin. Me ev mijar û mijara çawaniya mîsogerkirina mafên jinan wekî xalên bingehîn di civînên vê dawiyê de nîqaş kirin.”

Amadekariyên lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan

Gulan Silêman diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi israr e ku mohra jinan di biryargehan û nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de hebin. Her wiha destnîşan kir ku ew bi lidarxistina rêzecivînan li deverên cuda yên Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên sûriyeyî dikin û wiha pê de çû: “Em amadekariyên kongreyeke nîştimanî ya jinên sûriyeyî dikin. Em hewldanan dikin ku ji tevahî herêman û hemû pêkhateyan temsîla jinan were mîsogerkirin. Em hewl didin ku tevahî jinên sûriyeyî wê bi rengên xwe û îradeya xwe û dengê xwe beşdar bibin da ku biryarên di kongreyê de werin dayîn wekî reşnivîsekê were destgirtin ku îradeya jinan îfade bike.”

Der heqê siberoja Sûriyeyê de jî Gulan Silêman got: “Her kes dişopîne û dipirse. Heke em li pêkhatina Sûriyeyê meyze bikin em ê bibînin ku Sûriye di aliyê dîrokî û erdîngarî de mozaîkeke rengîn e û gelek pêkhate bi hev re lê dijîn. Lê Sûriye di gelek qonaxan de di şeran re derbas bû. Tevî hilweşîna rejîma Baasê jî şer li hin herêman wekî Bendava Tişrînê dewam dike. Zêdetirî vê yekê di gelek aliyan de wekî binesazî û civakî de pirsgirêk hene. Gelên herêmê êdî piştî ketina rejîma Baasê dixwazin pêvajoya yek reng, yek al û yek biryar derbas bikin. Em bi hêvî ne ku Sûriyeya pêşerojê nenavnedî be ku rêzê li hemû pêkhate û rengên wê bigire. Her wiha bi hêvî ne ku Sûriyeya siberojê li ser bingehên pirrengî û demokasiyê be û bi navê Komara Sûriyeyê de bi sîwana xwe û karê xwe yê yekbûyî ji bo tevahî pêkhate û rengan be. Divê Sûriye ne li ser esasê yek ol û yek rengî be.”

Post Views: 131
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.