Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana jinê li bendava tişrînê bersiva xort li dijî dijmin e

23/02/2025
in JIN
A A
Berxwedana jinê li bendava tişrînê bersiva xort li dijî dijmin e
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo


Leyla Reşîd da zanîn ku ew wek jin siyasetên qirker ên Colanî şermezar dikin û wiha got: “Berxwedana jinê li Bendava Tişrînê bersiva herî xort li dijî dijmin e”.

Bendava Tişrînê ku îro bi bendava berxwedanê tê nasîn, her wiha ev 28 rojin berxwedaneke bê hempa ji aliyê gel û şervanan ve tê meşandin. Li kêlek wê jinên ku berê xwe didin bendavê berxwedaneke pir mezin didin meşandin û parastina xak û ava xwe dikin. Jin bi tevlîbûna xwe di nobeta li bendava Tişrînê dibin bersivek herî mezin ji dijmin re ku ew nikare ti carî vê xakê dagir bike.

Têkildarî berxwedana jinê ya di nobeta li bendava Tişrînê û girîngiya bicihbûna jinê di nav destûra nû ya Sûriyê û bandora siyaseta Colanî li ser herêmê bi giştî, bi taybet li ser jinê wê çawa be? jina bi navê Leyla Reşîd ku li bendava Berxwedanê “Tişrîn” di nav nobeta gel de cihê xwe girtiye ji Rojnameya me re ev nirxandin kir:

‘Mafê jinê di Sûriyeya nû de mefekî sereke ye’

Leyla Reşîd diyar kir ku dema ew behsa Sûriyê dike, yekser edalet, wekhevî û aşîtî tê bîra me û wiha pê de çû: “Em weke jinên Sûriyê di nav gelek geşedanan re derbas dibin. Bi taybet piştî hilweşandina rêjîma Baas ku bi salan serwerê Sûriyê bû. Her wiha ji pirbûna netewên li Sûriyê gelek nelihevkirin hebû. Niha jî Sûriyeyek lezgîn bi destê Colanî tê avakirin. Li gorî nêrîna min Sûriyê nayê avakirin lê belê tê xirabkirin. Ji ber ku kesê gelekî bi rê ve bibe, kuştinê nake. Diziyê nake, serê gel jênake û hwd nake. Ji destpêka hatina Colanî li ser desthiladariya Sûriyê tiştên xirab tên qewimandin. Ji ber vê yekê jî ev kes nikare Sûriyê ava bike yan jî gel bi rê ve bibe. Ya herî zêde ku wê sîstema demokrasiyê ji holê rake ew neqebûlkirina jinê ye, Colanî pêşketina jinê qebûl nake û dixwaze her tim jin di bin destê zilamê serdest de be. Ez dikarim bibêjim ku Colanî dixwaze Sûriyeya berî sed salî di roja me ya îro de vegerîne. Mafê me wek jin pir heye û em stûna sereke ya civakê ne, jinên îro ne yên berî sed salî ne û em ê nehêlin va sîstema qirker mafê me bixwe û me ji civakê tune bike. Di heman demê de mafê me yê avakirina civakê di hemû aliyên siyasî, tendirûstî, perwerde, doplomasî, aborî, û hwd de heye. Lê xuyaye ku dewleta Tirk û Colanî ji pêşketina jinan ditirsin, ji bo vê yekê naxwazin jin di van qadan de cihê xwe bigrin”.

‘destpêkirina  şoreşa Rojava re Jin bûn xwedî hêz’

Leyla Reşîd di nav axaftinên xwe de anî ziman ku bi rêveberiya Xweseriya demokratîk re jinê di nav gelek saziyên civakî, siyasî û aborî de cihê xwe girt û got: “Em wek jin berî Şoreşa Rojava ya ku bi navê Şoreşa Jinê hat nasîn, bindest bûn me nikarî gotinek li hemberî zilamê serdest bikira ji ber ku ew xwe serwer didît. Di heman demê de em ji her qadên civakê mehrûm bûn, me nizanîbû em kî ne û cewherî jinê çi ye? Lê bi Şoreşa Rojava re ku çirûska Jina azad bû, em ji qalibê zilamê serdest rizgar bûn. Êdî me maf û cewherê xwe nas kir. Êdî hêza me ya biryardayîna jiyanê çêbû. Colanî jî vê yekê qebûl nake û dixwaze jinê weke berê bê maf bihêle”.

 ‘Ev 2 carin bi kerwanên gel re tevlî nobeta Tişrînê dibim’

Leyla Reşîd got ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî bendava Tişrînê dikin û dixwazin bendavê dagir bikin, Leyla Reşîd wiha axaftian xwe dewam kir: “Ez wek jin ji bo parastian axa xwe û ava xwe, du carin bi kerwanên gel re derbasî nobeta bendava Tişrînê dibim. Berxwedana jinê bi rola radibe ku di cewherê êrişan de Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî têye hedefgirtin. Ji ber ku dizane stûna sereke ya vê civakê jin e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker bêserûber, bi awayekî dermirovî êrişî jinê û sivîlan dike û komkujiyan pêk tîne. Ev yek di zagonên cîhanî de nayê qebûlkirin ji ber dema em diçin bendavê em çekan ranakin û em êrîşî wî nakin lê tenê em ji bo parastina av û axa xwe tên vê herêmê. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku bendav çavkaniya aborî ya gel e, lê rûxmî wê jî êrîş dike. Dema em berê xwe didin bendava Tişrînê ne tenê ji bo parastina gelê Kurd e, ji bo parastina giştî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bendava Tişrînê ji bo tevahî pêkhateyên Sûriyê cihê herî girîng e, bi vê yekê em bi hemû pêkhateyên xwe re li vê bendavê dicivin û parastinê dikin. Ez vê kêliyê li bendava Tişrînê bi gel re nobetê digrim, heya vê kêliyê jî dewleta Tirk a dagirker balefirên şer li ser me sivîlan digerîne û her kêliyekê derdora bendavê bombebaran dike ku me bitirsine û bendavê teslîmî wî bikin”.

‘Colanî wê hîn bêhtir Sûriyê xirab bike’

Leyla Reşîd axaftina xwe bi vî rengî qedand: “Gelên Sûriyê di pir zehmetiyan re derbas bûne, bi taybet gelê Kurd ku bi sîstema qirêj a Baas re bê nasname mabû. Weke şêniyên Efrînê jî em du caran bi zorê hatin koçberkirin. Dewleta Tirk a dagirker di rojekê de bi 72 balefiran axa me bombebaran kir. Rûxmî wê jî em teslîm nebûn û me 58 rojan li ber xwe da. Piştî wê jî bi zorê em koçberî Şehbayê bûn û 7 salin li wir jî me li ber xwe da. Li wê derê me ji nû ve jiyan ava kir û axa ziwa bi gul û şînatiyan xemiland. Dîsa carek din çeteyên dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El-Şam êrîş kirin û em ji wir jî bi zorê hatin koçberkirin. Di vê koçberiyê de me gelek zehmetî kişandin gelek zarokên me hatin revandin, gelek kal, pîr û zarokên me ji qehran re, li ser rêya ber bi hermên Rêveberiya Xweser ve jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû jî Colanî bi serê me kir ka wê çi hêviya me bi vî kesî bimîne ku rojane kuştin û ravendinê dike. Gelo wê ji me re Sûriyeyek çawa ava bike? Ez bi xwe bawer nakim ku Colanî wê vê yekê bike. Em wek jin vê yekê şermezar dikin û pêwîste zihniyeta yek ol ji holê rabe, ji ber ku gelek ol di Sûriyê de hene û pêwîste mafê wan jî were parastin û neqencî di derheqê wan de neyê kirin. Di dawiyê de ez dibêjim ku wê Colanî nikaribe Sûriyek demokratîk û wekhev ji gel re ava bike, berovajî; wê Sûriyê hê xirabtir bike”.

Post Views: 121
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.